Şerê Cîhanî yê Yekem
Şerê Cîhanê yê Yekem[1] pevçûneka çekdarane ya mezin bû ko piranî ya welatên Ewropayê û cîhanê têda pişikdar bûn. Ew şer ji sala 1914ê heta 1918ê berdewam bû. Pevçûn li çiriya paşîna sala 1918ê dawî bûn, lê şer li Xêveya 1919ê bi Peymana Versayê bi awayekê firmî dawî bû. Di wî şerî da bi milyonan mirov hatin kuştin û ruxsara siyasî ya cîhana nûdem hat guhertin.
Şerê Cîhanî yê Yekem | |
---|---|
![]() | |
![]() | |
Dema destpêkirinê | |
Dema bidawîbûnê | |
Beşdar |
|
Hejmara miriyan | 17,000,000 |
Pêk tê ji |
|
| |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre![]() |
Şer di navbera hêzên hevalbend (Fransa, Brîtanya, Rûsya, WYE û paştir Îtalya) û Hêzên Navend (Împeratoriya Almanyayê, Împeratoriya Awistirya-Mecaristanê, Bulgaristan û Împeratoriya Osmanî ve pêk hat. Serkevtî yên şerî welatên hevalbend bûn, lê jihevnegirtinên piştî dawîbûna şerî, nemaze nerazîbûna Almanyayê liser hindek bendên Peymana Versayê, rê li himberî hilbûna agirê Şerê cîhanî yê duyem xweş kir.
ÇavkanîBiguhêre
- ↑ Weqfa Mezopotamyayê, Rêbera Rastnivîsînê, Komxebata Kurmancîyê, Çapa Yekem: Gulan, 2019 Stenbol, Rûpel 97