Konferansa Aştiyê ya Parîsê

Konferansa Aştiyê ya Parîsê piştî Şerê Cîhanî yê Yekem ji bo çareserkirina pirsgirêkan ji aliyê dewletên şerker hate amade kirin. Di konferansê de gelek dewletan û rêxistinan kurd jî di nav de cihê xwe girtin

Di proseya van konferansan de gelek rûdan li Kurdistanê û hemî Rojhilata Navîn çêbûn. Ev konferans nêzî saleke berdewam kir û bi hinek peymanan bi dawî hat.

7ê gulana 1918ê İngilîzan Kerkûk dagir kir. Bi vê dagirkirinê jî Şêx Mehmûdê Berzencî li gel ingilîzan ket têkiliyan û van têkiliyan feydeya xwe da û li ser navê ingilîzan li heman salê bû waliyê Silêmanîyê [1].

Di proseya Konferansa Aştiyê ya Parîsê de hem Şerîf Paşa hem jî Seyîd Ebdulqadir têkiliyên dîplomatîk dikirin. Rêberên kurdan dijî parçekirina Kurdistanê bûn. Nedixwastin parçeyeke kurdan li Iraqê parçeyek li nav Osmaniyan bimîne. Serokê rêvebirina heyeta kurdan Seyîd Ebdulqadir jî wiha digot;

Şerîf Paşa digot Kurdistaneke xweser a di bin desthilata tirkan de gelek ji Kurdistaneke parçekirî çêtir e û ji serokê konferansê George Clemencau re nameyek şand[2].

Mijarên têkildar biguhêre

Çavkanî biguhêre

  1. ^ İmparatorluk, Sınır ve Aşiret, Nejat Abdulla, Weşanên Avesta, 2008, r:339
  2. ^ İmparatorluk, Sınır ve Aşiret, Nejat Abdulla, Weşanên Avesta, 2008, r:351