Şêx Mehmûdê Berzencî

Siyasetmedarê kurd

Şêx Mehmûd Berzincî (شێخ مه‌حمودی حه‌فید) şoreşger û siyasetmedarekî kurd ê Başûrê Kurdistanê bû.[1] Bavê Şêx Mehmûd Berzencî, Şêx Seîdê Berzencî li Mûsilê bi tehrîka Îtihad û Teraqî ji aliyê gel ve hatiye qetilkirin.[2]

Şêx Mehmûdê Berzencî
Image dans Infobox.
Key / şah
Jidayikbûn
Mirin
Cihê goristanê
Navê rastî
محمود الحفيدLi ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Sernavê esilzade
Pîşe
Xwişk û bira
Sheikh Qadir Hafid (d)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Zarok
Sheikh Raouf, Baba Ali and Sheikh Latif (d)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre

Şêx Mehmûdê Berzencî kurê şêxê Qadirî Şêx Seîdê Berzencî ye. Şêx Mehmûdê Berzencî ji nesla pêxember Muhemmed e.[3] Piştî ku bavê wî di sala 1908ê de, ji alî osmaniyan ve hate kuştin, Şêx Mehmûd dewsa wî girt. Di salên Şerê cîhanî yê yekê de, ji bo avakirina dewleteke serbixwe xebitî. Bi vê armancê, bi kurdên Îranê re tifaq danî û li hember brîtanî û ereban şer kir. Sê caran dewleta serbixwe "Keyaniya Kurdistanê" îlan kir, xwe jî şahê dewletê nîşan da. Li hember êrîşên ereb û brîtanî heta sala 1932ê li ber xwe da.

Hêjayî gotinê ye ku Şêx Ehmedê Barzanî jî alîkarî dida Şêx Mehmûd.[4]

Şêx Mehmûd di 9ê çiriya pêşîn a 1956ê de li nexweşxaneya Heyderiye ya Bexdayê çû ber dilovaniya Xwedê.[5]

Wênedank biguhêre

Çavkanî biguhêre

  1. ^ http://www.kurdmania.org/Content-Scheich-Mahmud-Barzinji-item-60.html?name=kurdische_aufstand_scheich_mahmud_barzinji[Girêdan daimî miriye]
  2. ^ Tarih Boyunca Kürtlerde Dîplomasî, Faik Bulut, Evrensel Basım Yayın, 2015,r:158
  3. ^ Şablon:یادکرد کتاب
  4. ^ Tarih Boyunca Kürtlerde Dîplomasî, Faik Bulut, Evrensel Basım Yayın, 2015,r:179
  5. ^ Mesedeq Tovî. Navdarên kurd: Şêx Mehmûd. Kovara Nûbûn, 76:2006.