Simkoyê Şikak

Serhildêrên kurd

Simkoyê Şikak yan jî Smayîl Axayê Şikak (jdb. 1887 Kela Çariyê – m. 30ê hezîrana 1930an Şino), serhildêr û rêberekî kurd ê ji êla şikakan e û rêberê Serhildana Simkoyê Şikak bû. ‎ Smayîl Axayê Şikak, yê ku pirranî bi navê Simko (an jî Simkoyê Şikak) di nava ‎kurdan de hatiye naskirin, yek ji wan rêbera ye ku di dîroka azadîxwaziya gelê ‎Kurdistanê de xwedî rûmet û xebateke berbiçav e. Girîngiya serhildana Simkoyê ‎Şikak ku nêzî 25 salan dom kir, ew e ku piştî şerê cîhanê yê ‎yekem nêzî %50 ji axa Rojhilata Kurdistanê ji desthilatdariya dewleta Îranê rizgar kir û mîna desthilatdarekî kurd karê xwe yê hukimdariyê ‎meşand. Ev karê han (ku Simko dikarî hemû hêzên êl û eşîretên kurdan li dora ‎hev bicivîne), di serdemeke ku sîstema feodalîzmê li hemû Kurdistanê di bin ‎nîrê axatiyê de bû, pêkhat. Keça wî Hedoya Simko di 7ê meha yekê ya 2024an da çû ser dilovanîya xwe. [1]

Simkoyê Şikak
Jiyan
Jidayikbûn1887
Kela Çariyê
Mirin30ê hezîrana 1930an
Şino, Îran
NeteweKurd
PîşeSiyasetmedar
biguhêreBelge

Secerename û nasnameya êla Şikak

biguhêre

‎Kela Smayîl Xanê Mezin (bapîrê Simko yê mezin, bavê Elî Xanê bapîrê Simko) li ‎nêzî çemê Berandizê li herêma Urmiyê ye û ev keleh wek şûnewarekî dîrokî di nava kurdan de weke ziyaretgehekê tê hesibandin.

Şikak di rojhilatê Kurdistanê de piştî eşîra Kelhûr (li herêma Kirmaşan), ‎mezintirîn eşîra vê para axa Kurdistanê ye ku di çaxê desthilatdariya Qacarî ‎û Pehlewiyan de li Îran û Kurdistanê xwedî rolekî çalak yê siyasî bûne.

Piştî ku Mihemed Xanê Qacar (damezrînerê silsîleya Qacariyan) bi ji navbirina ‎desthilatdariya Zendiyan, desthilatdariya hemû Îrana mezin girt destê xwe, ‎fermandarê kurd Sadiq Xanê Şikak jî hevkarê wî bû. Lê Mihemed Xanê Qacar ‎zor û sitemkariya xwe gihand radeyekê ku heta li dijî mirovên mîna Sadiq Xanê ‎Şikak jî kete liv û lebatê û hewilên ji navbirina wî jî dane. Sadiq Xan ku xwedî ‎hêzeke zêdetir ji 10.000 kesan bûye, bi kuştina Mihemed Xanê Qacar jî hatiye ‎tawanbarkirin ku di sala 1797an de li bajarê Şuşa (Şoş) di nava xîveta xwe de tê ‎kuştin.[2] Sadiq Xanê Şikak yekemîn kes e ku navê wî di serûkaniyên dîrokî de ‎weke fermandarekî kurd yê girêdayî êla Şikak hatiye nivîsandin. Piştî wî malbata ‎Simkoyê Şikak di qada siyasî ya herêma bakurê rojhilatê Kurdistanê de, xwedî ‎navekî xuyakirî ye. Ji wan kesayetiyan Smayîl Xanê Mezin, Cazê (jina Smayîl ‎Xanê Mezin û dayika Elî Xan), Elî Xan, Mihemed Paşayê kurê Elî Xan, Cewer ‎Axa û Simkoyê Şikak ku tev bi nemerdî û awayê xapandinê ji aliyê Îraniyan ve ‎hatine kuştin.

Êla Şikak ji du tîreyan (Kardarî û Ebduyî) pêk tê:

Ji van her du tîreyan tev di bin desthilatdariya Pisaxayan de bûne ku di çaxê ‎serhildana Simkoyê Şikak de û di bin rêbertiya wî de, bi awayê konfederasyona ‎eşîretan hevgirtinek bihêz di navbera eşîreta Şikak, Milan, Herkî, Ertûşî, Dirî û hinekên din de hat ‎çêkirin.

Mîna ku mezin û rihspiyên eşîreta Şikak didin diyarkirin, esilê wan ji Cizîra ‎Botan hatiye û navê yekemîn kesê vê malbatê Ebdu bûye ku bi neh kurên xwe ‎re ji wir ber bi herêma Urmiyê û Soma ya Biradostê koç kirine. Li gorî hevpeyvîneke di sala 1993an de ‎bi apê Evdî re hatiye çêkirin. (Ew şervanekî çaxê şoreşa Smayîl Xan bû ku ‎heya roja şehîdbûna wî li bajarê Şinoyê, pêre bû.) Apê Evdî li ser koka malbata ‎Smayîl Xanê Şikak wiha dibêje: ‎“Ebdula Veg (Ebdu an jî Evdu) xwediyê neh kuran bû ku ji Cizîrê hatin Somayê. ‎Kurekî Evdu Begê yê bi navê Îbrahîm Aẍayê Çep hebû ku pir mêrxas bû. Ji wî ‎re kurek çêbû ku jêre Smayîl Aẍayê Mezin digotin. Ango bapîrê mezin (bavê ‎bapîr) ê Simkoyê Şikak bû. Elî Xanê kurê Simkoyê mezin xwediyê 6 kuran bû: ‎Ehmed Aẍa, Mihemed Aẍa (bavê Simko û Cewer Aẍa), Temer Axa, Îbrahîm Aẍa, ‎Hecî Aẍa û Qasim Aẍa. Mihemed Aẍa jî xwediyê 6 kuran bû: Cewer (Ceifer) ‎Aẍa, Smayîl Aẍa ango Simko, Şukir Aẍa, Ehmed Aẍa, Xurşîd Aẍa (di şerê bi nestorîyan ‎re li Dîlemanê hate kuştin) û Elî Xan (di çaxê şandina bombeya ku ji aliyê ‎dewleta Îranê bi navê şirînî ji bo kuştina Simko hatibû şandin, li çariyê şehîd ‎bû).”[3]

Di Rojhilatê Kurdistanê de ji çaxê serhildana Kela Dimdimê heya roja îro, hemû ‎rêberên kurd bi navê çareserkirina pirsgirêka kurd û hevdîtinê, hatine ‎xapandin û di bi awayekî dûr ji exlaqê siyaset û mirovanetiyê ji aliyê ‎desthilatdarên Îranê ve, hatine kuştin.

Ji serokên êla Şikak Simkoyê Mezin (Smayîl Xan), Elî Xan, Cewer Axa û Simkoyê ‎Şikak tev bi navê hevdîtin û çareserkirina pirsgirêkên siyasî bi nemerdî ji aliyê ‎desthilatdarên Îranî ve hatine kuştin. Mihemed Axayê Şikak jî piştî kuştina kurê ‎wî (Cewer Axa) çû Stenbolê ku ji siltanê Osmanî (Siltan Ebdulhemîd) dawa ‎hevkariyê ji bo tolhildana xwîna kurê xwe bike. Li wir rêzek taybetî jêre hat ‎girtin û nasnavê Paşa dane wî. Lê bi hewldanên berdevkên Îranê, Mihemed ‎Axa negihişt armanca xwe û wek jêder didin xuyakirin ew li Stembolê bi ‎komployekê hatiye kuştin. An jî ji ber têkiliyên wî yên bi malbata Bedirxanî û ‎mezinên din yê kurd li Stenbolê, ji wir hatiye dûrxistin û di jiyana dûrî ‎Kurdistanê de wefat kiriye.[çavkanî hewce ye]

‎ Kuştina Cewer Aẍa

biguhêre

Cewer (an jî Ce'fer) Axayê Şikak ku li sala 1905an de li Tewrêzê hat şehîdkirin[4] di nava êla Şikak de wek cîgirê bavê xwe dihate hesibandin. Bi ‎awayekî fermî bi destûra dewleta Qacarî li herêmên rojavayê gola Urmiyê ‎hukimdarî dikir. Cewer Axa ji ber hinek taybetmendiyên xwe yê mîna mêrxasî, ‎merdayetî û destvekiriyê di nava çîna feqîr û hejarên herêmê de pir dihat ‎hezkirin. Sedem jî ew bû ku wî parek ji wê talana ku ji dewlemendan distand, ‎di nava feqîr û hejaran de belav dikir. Ji bona wê jî Cewer Axa ji aliyê jêredên ‎ewropî û gerîdokên Rojavayî ve wek Robin Hoodê Kurdan hatiye binavkirin.[çavkanî hewce ye] ‎ Sala 1905an dema ku Muzeferedîn Şahê Qacar, bi seferê çû Ewropayê, li ‎bajarê Tewrêzê kurê xwe Mihemed Eçlî Mîrza wek cîgirê xwe hilbijartibû. Wê ‎demê Huseyîn Qulîxan (Nizamûl Seltene) jî kiribû waliyê giştiyê ‎Azerbaycanê.[5] ‎ Dîroknivîsê azerbayecanî Ehmed Kesrewî di vê derbarê de dibêje: “Nizamûl ‎Seltene bi awayekî fêrmî Cefer Axayê Şikak vexwînd bajarê Tewrêzê û jê ‎dawa kir ku ji bo gotûbêja li ser pirsgirêkên sinorê dewleta xwe û dewleta ‎Osmanî bi hevre bişêwirin. Herwiha wan soz da Cefer Axa ku dewlet yê li wî ‎xweş be û daxwazên wî jî yê bên bicîkirin. Lê piştre ferman da Mihemed ‎Husên Xanê Zerxam (Qeredaxî) ku Cefer Axa vexwîne bo seraya xwe û bi ‎awayekî ku ew pênehesin, wî û mirovên pêre bikujin“. Havîna sala 1905an piştî ku Cewer Axa bi mezinên êla xwe re şêwirî, di gel ‎heft siwarên xwe yên ku di karê şervanî û mêrxasiyê de zîrek û netirs bûn, ji ‎Kela Çariyê ber bi bajarê Tewrêzê meşiyan. Heft kesên hilbijartî ku bi Cewer ‎Axa re çûn ev bûn: Mistefa Newrozî (Xalê Mistê), Xalê Mîrzê (xalê Cewer û Simko), Sedo, ‎Hacî (Haco), Caço, Seyîd Mihemed (Seydo) û Qasim (Qaso). ‎ Piştî 40 rojan ji aliyê welîehdê Îranê Mihemed Elî Mîrza ve fermana kuştina ‎Cewer Axa bi telegrafekê, gihişt destê Nizamûl Seltene û ew di seraya dewletê ‎de hat kuştin. Ji heft kesên ku bi Cewer Axa re bûn, pênc kesan karî bi şerekî ‎giran xwe ji bajarê Tewrêzê bigehînin kela Çariyê û xebera bûyerê bigehînin ‎kurdên herêmê. Mihemed Axa ji bo tolhildanê bi riya Sultan Ebdulhemîdê ‎Osmanî çû Stembolê, lê nekarî raya wan ji bo vî karî bikişîne aliyê xwe. Wek ‎hat gotin ew bi komployên konsulosê Îranê, êdî ji Stenbolê venegerî ‎Kurdistanê û bi her awayê ku bû, hat wenda kirin.[çavkanî hewce ye] ‎ Kurdan ku bi şêweyek aktîv di şoreşa meşrutexwazên Îranê (1905 - 1911) de, ‎xebat dikirin, ji vî karê Nizamûl Seltene nerazîbûna xwe dan xuyakirin. Herwiha ‎azadîxwazên din yên Îranî li bajarên mina Tewrêz û Tehranê jî ev karê dewleta ‎Îranê şermezar kirin. ‎ Li pey kuştina Cefer û Mihemed Axayê bavê wî, Simko ku xortekî ciwan bû, li ‎ser daxwaz û şêwra rihspiyên eşîra Şikak, bû cîgirê birayê xwe yê mezin. Ev di rewşekê de bû ku du hissên niştimanperwerî û tolhildanê di dil û mejiyê ‎Simkoyê ciwan de gelek bihêz bûn. ‎

Simkoyê Şikak li gel xwîşka Şêx Seyîd Tahayê Hekarî zewicî bû [6]. Ji ber vê jî têkiliyên Simko li gel Şêx Seyîd Taha re pir baş bûn.

‎ Destpêka Serhildana Simkoyê Şikak û Sedemên Bingehîn

biguhêre
  Gotara bingehîn: Serhildana Simkoyê Şikak
 
Simko bi şervanên xwe re, di nîvî de. Herwiha du biyanî jî li cem in

Piştî Serhildana Şêx Ubeydelayê Nehrî (sala 1880an), serhildana Smayîl Axayê Şikak di ‎rojhilatê Kurdistanê de şoreşa herî mezin û domdirêj tê hesibandin. Di çaxê vê ‎şoreşê de bû ku kesayetiya tehqîrbûyî ya kurd wek neteweyekê, hinekî bişkivî û ‎hissên millî di nava kurdên vê perça Kurdistanê de zêdetir ji berê zindî bûn.[çavkanî hewce ye] ‎Kurdan karî wek netewe hebûna xwe di hemû Îranê de bidin selmandin û ‎berevajî xwesteka şovînîstên faris, hurmeta xwe ya civakî û siyasî wek ‎mîrasekî dîrokî biparêzin. Ji bona wê jî nivîskar û dîroknas Chris Kutschera, ‎Simkoyê Şikak bi weke bavê netewperestiya kurdî ya di rojhilatê Kurdistanê de binav ‎dike.

Li gor gotina mezinên Evduyiyan Simko di çaxê şehîdbûna Cewer Axa de xurtekî ‎‎18-19 salî bûye. Yanî sala ji dayibûna wî 1887 an jî 1888ê zayînî ye. Herwiha Tahirxanê Kurê Simko dide diyarkirin ku dema bavê wî li bajarê Şinoyê hatiye ‎şehîdkirin, temenê wî 42 an jî 44 sal bûye. Simko ku ji aliyê Xalê Mîrzê û ‎mezinên din yên êla Şikak ve wek cîgirê bav û birayê xwe yê mezin hatibû ‎hilbijartin, di dilê xwe de ji bêbextî û nemerdiya desthilatdarên dewleta Îranê, ‎kînek mezin ji wan girtibû.[çavkanî hewce ye] Wek tê gotin Simko di ciwaniya de xurtekî şervan, ‎netirs û di liv û lebatên wî de hissa tolhildanê gelek bihêz bûye. Ji ber wan ‎hemû derd û belayên ku bi ser malbata wan de hatibûn, mirovekî kêm axiftin ‎û xemgîn bûye û gelek bi xwe re ponijiye.

Hissa tolhildanê jî bi sedemên dîrokî ve girêdayî bû. Simko baş dizanî ku ji ‎bapîrê wî yê mezin Smayîl Xan bigire heya birayê wî Cewer Xan tev bi nemerdî ‎ji aliyê berpirsyarên dewleta Îranê ve hatine xapandin û kuştin. Ji bona wê baş ‎dizanî ku desthilatdarên Îranî li wî jî nagerin û yê rojekê bela xwe li wî jî bidin. ‎Çimkî Simko xwedî hêzeke mezin ya leşkerî bû û wek mezinê eşîreta Şikak di ‎nava kurdan de mirovekî bi qedir û rûmet bû. Wî dizanî ku Îranî dixwazin wî jî ‎weke bira, bav û bapîrên wî, bikujin. Lê ferqa di navbera Simko û bira û bavê ‎wî de, di vir deye ku bîr û rayên Simko yên siyasî (wek rêber û kesayetiyek ‎siyasî yê kurd) ji bo azadî ya Kurdistanê bêtir geş bûn.[çavkanî hewce ye] Çaxê ku cîgirê waliyê ‎Azerbayacanê (Mukerrem el Mulik) di sala 1919an bi hevkariya ermeniyan, ‎bombeyek çêkirin û di nava qotiyekê de bi navê şiranî ji Simko re şandin[7], ‎neyartiya Simko bi dewleta Îranê re derbasî pêvajoyek siyasî û eşkeretir bû.

Têkiliya Simko bi du kesayetiyê kurd Ebdulrezaq Bedirxan û Seyîd Teha Gîlanî ‎‎(neviyê Şêx Ûbeydulahê Nehirî) re, şoreşa di bin desthilatdariya Smayîl Xanê ‎Şikak de, di rojhilatê Kurdistanê de û heya radeyekê jî li bakurê Kurdistanê, ‎berfirehtir kiriye.[8] Lê wek jêder û şahidên zindî dibêjin Seyîd Teha Gîlanî heya ‎dawiyê bi Simko re nemaye û navbera wan li ser awayê têkiliya bi Brîtanî re, ‎têk çûye.

Chris Kutschera di derbarê têkçûna Simko bi dewleta Îranê re dibêje: ”Bi vê hindê ‎re ku Simko kîna xwe ya li hemberî Îranê venedişart, gotibû ku bizava min li ‎dijî Îranê tolhildan jî têde bû, çimkî bav û bapîrên min, xizim û kesên min yên ‎nêzîk û cotek birayên min, tev bi destê karbidestên Îranê hatine kuştin. Lê bi ‎vê re jî Simko gelek caran behsa vê rastiyê kiriye ku armancên şoreşa wî ji bo ‎berjewendiyên netewî bûne û tenê ji bo tolvekirinê nebûye. Di vê derbarê de ‎Simko gotiye: Hemû kes dizane ku gelê kurd heya niha çi bi ser de hatiye. ‎Mirovên wan yên mezin yên weke Smayîl Xan û Elî Xan bi şêweyek gelek ‎zalimane ji aliyê Îraniyan ve ji nav çûne. Ez niha ji bo gelê Kurd têkûşînê ‎dikim, lê tolhildana ji zordar û bedkaran hê jî maye û ji bîr nabe”.[9]

Mîna ku di roja îro de ji bo hemû serokên kurd eşkera bûye, Simko jî zû ‎pêhesiyaye ku dewleta navendiya Îranê mafê azadî û wekheviyê heta di nava ‎sinorên Îranek yekgirtî de jî nade gelê kurd.

Simko ku gelek kes hereketa wî bi bizavek eşîretî û herêmî dihesibînin, li gor ‎pîvanên wê çaxê mirovekî zana bûye û haya wî ji siyaseta Îran û cîhanê ‎hebûye. Simko bi nameya ku bi riya serleşkerekî Brîtanî ji Zefer el Dulê re ‎şandibû, vê rastiyê baştir dide selmandin. Simko di pareke nameya xwe ‎de dibêje: ”Em pir baş dizanîn ku hinek netewe di cîhanê de hene ku hejmara ‎wan nagehe çaryeka kurdan, lê ew gihiştine xweziyên xwe ku mafê ‎otonomiyê ye. Li almanan binêrin ku çawa ev karê han di nava xwe de ‎pêkanîne. Birastî ger netewa kurd di Îranê de negihije mafê xwe, êdî mirin û ‎neman jêre baştire ji jiyan û mayînê. Di vê roja ku em têde dijîn, dewleta Îranê ‎bixwaze an jî nexwaze, em mafê xwe yê otonomiyê dixwazin. Êdî ev xweziya ‎hemû mirovekî kurd e û ji xelkê me re jî jiyaneke nûye[10]

Ev name dide diyarkirin ku Simko mirovekî dûrbîn bûye û ji bo standina mafê ‎rewayê gelê kurd bi armancên mezin û pîlanên nû dest bi xebata xwe ya siyasî ‎kiriye. Herwiha tenê naveroka vê nameya dîrokî (ku bêguman di arşîva milliya ‎Îranê de hatiye parastin) ji bo wan nivîskar û lêkolînvanên neteweperest ku tenê bi ‎awaykî negatîv behsa kesayetiya siyasî û serhildana Simkoyê Şikak kirine. ‎

‎ Destpêka Şerên Giran

biguhêre
 
Rojhilatê Kurdistanê

Simko xwedî hêzeke leşkerî ya pirr mezin bû. Hejmara pêşmergeyên wî carna gehiştiya 20.000 ‎kesan. Lê tevahiya van şervanan mîna artêşeke hevgirtî û di bin ala partiyeke siyasî de xebata ‎xwe nekirine. Her eşîrek di bin serokatiya mezinekî wê eşîretê de bûye û rengekî taybetî ji bo ‎nasandina eşîret û hêza xwe hilbijartine. Bo nimune rengê ala hêza di bin serokatiya Simkoyê Şikak ‎de sor bû.[11]

Ji bilî wan şerên biçûk ku di navbera hêzên Simko û Îranê de qewimîne, çend ‎şerên mezin ku bûyera wan di dîroka rojhilatê Kurdistanê de cih girtiye, ‎girîng in.

Ji wan şeran ên girîng ev in:

Piştî ku hêzên kurdan bajarê Urmiye ji destê leşkerên Îranê derxistin, Urmiye ‎wek paytexta desthilatdariya kurdan hat hilbijartin û Têmur Aẍayê Şikak ji ‎aliyê Simko ve weke hakimê bajar hat wezîfedarkirin. Di şerê Gulmanxaneyê de jî ‎hêzên kurdan bi girtina Gulmaxanê rêya ku bajarê Urmiye bi Tewrêzê ve girê ‎dida, girtin. Di şerê Şekeryazî de jî fermandarê hêza dewleta Îranê Emîr Erşed ‎hat kuştin. Emîr Erşed birayê Mihemed Husên Xanê Zerxam (Qeredaxî) bû ku di ‎seraya xwe de Cewer Axa kuştibû. Lê di dawiyê de kurdan nekarî li hemberî ‎hêzên dewletê li berxwe bidin û bajarê Urmiyê ku bi qasî çar salan di dsetê ‎kurdan de bû, ket jêr desthilatdariya hêzên Îranî. Di şerê Miyanduawê de ‎kurdan bi şikênandina hêzên artêşa Îranê, serkeftinên mezin bi dest xistin. Lê ‎karê herî girîng û dîrokî kuştina xayînê navdar Xalo Qûrban bû. Xalo Qûrban ku ‎ji kurdên Hersînê ye, yek ji wan fermandarên şoreşa Mîrza Kuçik Xanê Cengelî ‎bû ku li dijî dewleta navendiya Îranê li bakurê Îranê serî hildabû. Xalo Qûrban ‎bi hevkariya cotkar û çend fermandarên din yên mîna Kerîm Xan, Xalo Hişmet ‎û Baba Xan karî di nava bizava Cengeliyan de heya pileya komîseriyê jî biçe. Lê ‎piştre Xalo Qûrban ji Mîrza. K. Xanê Cengelî qetiya û di bazara xwefirotinê de ‎ket xizmeta artêşa Reza Pehlewî. Xalo Qûrbanê kurd, bi hevkariya artêşa Îranê ‎karî şoreşa Cengeliyan toşî şikestê bike û di dawiyê de serê serokê şoreşê bi ‎xelat ji Riza Xanê Pehlewî re bir koşka Tehranê. Li hemberî vê xizmeta wî ew ‎bû fermandarekî artêşa Îranê.[12]

Reza Şahê Pehlewî xayinê kurdan Xalo Qûrban şand meydana şerê li dijî ‎serhildana Simkoyê Şikak. Lê vê carê di şerê Miyanduawê de ev bi destê şervanên kurd hat kuştin.

Di şerê azadkirina bajarê Mehabadê de fermandarê giştiyê şer Simko bixwe bû ‎ku Seyîd Teha Şemzînî (Gîlanîzade) jî hevkarê wî bû. Piştî şerekî giran bajar ket ‎destê kurdan û 600 jandarmên Îranî ku di bin serokatiya parêzgar Melîkzade de ‎bûn, tev hatin kuştin. Di çaxê şerê Sarî Tacê de jî ku li sala 1922an li herêma ‎Salmasê (Dîleman) qewimî, hêza kurdan nekarî li hemberî hezên Îraniyan ‎berxwedanê bike. Şer heya dagîrkirina kela Çariyê berdewam bû. Piştî ku kela ‎Çariyê hat girtin, Simko û hezar kes ji siwariyên xwe derbasî bakurê ‎Kurdistanê bûn û ji aliyê artêşa Tirkiyeyê ve hatin bêçek kirin. Lê ev ne dawiya ‎şerên kurd û dewleta Îranê bûn.

‎ Şehîdbûna Simkoyê Şikak li bajarê Şino

biguhêre

Li ser şehîdbûna Simko ‎guman heye ku hinek axayên kurd xiyanet li wî kirine û ew neçar kirine ku ji ‎bo hevdîtinan xwe bigihîne bajarê Şinoyê. Berdevik û desthilatdarên Îranê ku ‎hertim bi riya xapandin û xiyanetê xwe nêzî siysetvanên kurd kirine, dîsa jî bi ‎navê hevdîtinên çareseriyê, Simko hat razîkirin ku bê bajarê Şinoyê û bi ‎serleşker Muqedem re hev bibînin. Ji bona wê jî wan bi rêya Têmûr Axa ku ‎demek bû, bi birîndarî di destê dewletê de hêsîr bû, nameyek ji Simko re ‎şandin ku wê demê li gundê Barzan bû. Simko bi çend siwarên xwe re hatin ‎çiyayê Qendîlê û li wir jî bi Xurşîd Axayê Herkî re ber bi bajarê Şinoyê ve meşiyan. ‎Li wir fermandarê bajarê Şino serheng Sadiq Xanê Nûrozî ew bir mala xwe. Lê ‎hatina serleşker Muqedem derew bû û ew li benda derfetekê bûn ku Simko bi ‎tenê bikişînin derveyî bajarê Şinoyê û wî li wir bikujin. Di dawiyê de jî bi ‎hînceta pêşwazîkirina ji serleşker Muqedem li derveyî bajarê Şinoyê bi wê ‎davika ku jêre danîbûn, di êvariya 30ê hezîrana 1930î de hat şehîdkirin. Herçend di ‎şer de Simko û siwarên wî gelek kes ji serbaz û leşkerên dewletê jî kuştin, lê ‎wî nekarî vê carê xwe ji destê wan rizgar bike. Termê Simko sê rojan li bajarê ‎Urmiyê neveşartî danîn ku gel lê binêre û kurdan jî pêbihesinin ku serokê wan ‎hatiye kuştin. Berpirsyarên dewleta Îranê ji bo zanîna wê hindê ku sedî-sed ‎bizanibin Simkoyê Şikak kuştine, jina Simko ya bi navê Fexriye Êqibalî (azerî ‎bû) anîn ser termê wî û wê jî bi nerihetî ji wan re got:” Belê ev mêrê min ‎Smayîl Axa ye. Ez ji rûyê tiliya wî ya birî dizanim ku berî çend salan ji ber jehra ‎marê ku pêvedabû, bi destê xwe bi kêra xwe birîbû.” [13]

Dema ku xebera kuştina Simko gihişt koşka paşatiya Îranê heya heftiyekê ‎şahî û kêfxweşî hatin lidarxistin û hemû kuçe û kolanên bajarê Tehranê bi ‎ronahî û gulan hatin xemilandin. Riza Pehlewî mezintirîn dijminê xwe di ‎Kurdistanê de ji holê rakiribû.

Şehîdbûna Simko bû sedem ku heya ‎pêkhatina komara Kurdistanê ya di bin serokatiya Pêşewa Qazî Mihemed de bêdengiyek xemgîn li rojhilatê Kurdistanê hakim be.‎

‎ Xebat û Hewldanên Simko

biguhêre
 
Şêx Mehmûdê Berzencî

Simko di çaxê desthilatdariya xwe de gelek xebitiye ku bi dewletên biyanî re têkeliyên siyasî ‎pêkbîne. Di vê navê de bi taybetî ew xebitiye ku bi dewleta Brîtanya û YKSSê re ‎têkiliyan deyne û bala wan bo ser çareserkirina pirsgirêka kurd bikişîne. Lê wan ji ber ‎berjewendiyên xwe yên aborî û girîng nebûna cihê jeopolîtîk yê axa Kurdistanê, bihayekî wisa ‎nedane pêşniyarên vî serokê kurdan. Simko bi rêya Seyîd Teha Gîlanîzade pirr xwestiye ku ji ‎bo çareserkirina pirsgirêka kurd û pêkanîna dewleteke kurdî bi berpirsyarên Brîtanî ên li Îraqê ‎hevdîtinan pêk bîne, lê di vê daxwaza xwe de bi ser neketiye. Herwiha ew ji Şêx Mehmûdê Berzencî ‎bi gilî û gazinc bûye ku baweriya xwe bi dewleta tirkan re tîne. Ji bona wê jî ew di derbarê Brîtanî ‎û tirkan de wiha dibêje: “Îngilîz û tirk her du ji bo çaresekirina pirsgirêka serxwebûn û serbestiya ‎Kurdistanê derewan di gel me de dikin, ew me dixapînin. Îngilîz dixwaze tevaya kurdan mîna ‎xulam û berdeyan ji bo armanc û daxwazên xwe yên çewt bikar bînin û bixebitînin, mîna ‎meymûnan me ji xwe re bireqsînin û ew jî bi me bikenin. Ew dixwazin me li hemberî neteweya me ‎şermezar bikin, ev ne karê min e, ez xiyanetê li gelê xwe nakim. Tirk û îngilîz her du ji hev xirabtirin, lê ji herkesî zêdetir kurd ji bona xwe xirabin, kurd pişta hev ‎nagirin, hînî xizmetkariyê bûne, baweriya wan bixwe tune û mezinatiya hevdu napejirînin.”[14]

Simko bêtirî hertiştî ji xiyaneta axa û begên Kurd dilşikestî bû ku di rojên xweş de mîna mêşa li ‎dora şirînî, kêliyekê ji wî dûr nediketin, lê di rojên tengaviyê de xwe ji wî dûr dixistin. ‎ Xaleke girîng a hewldanên Simko ew e ku wî di çaxê desthilatdariya xwe ‎li bajarê Urmiyê de xebatên rewşenbîrî û çandî dan meşandin. Yekemîn car di dîroka rojhilatê Kurdistanê de Simko ket wê fikirê ‎ku di warê ragehandinê de jî pêngavek bê avêtin. Di sala 1912an de li bajarê Xoy, Ebdulrezaq Bedirxan bi ‎piştgiriya siyasî û diravî ya Simkoyê Şikak kovareke mehane bi navê Kurdistan weşand. Herwiha li ‎bajarê Xoy dibistaneke kurdî jî, ji bo zarokên kurd vekirin. Salên piştî şerê cîhanî yê yekem yanî ji sala 1919an heya ‎têkçûna şoreşê rojnameya bi navê (Roja Kurd) û piştre tenê bi navê Kurd ku organa fermî ya ‎dewleta wî bûye, hatiye weşandin. Roja Kurd an jî Kurd rojnameyek heftane bûye. Sernivîserê ‎vê rojnamê nemir Mela Mihemedê Turcanîzade bû ku karê amadekirina rojnameyê di weşanxana ‎Xêyret de li bajarê Urmiyê dimeşandin. Herwiha Simko ji bo agehdariya ji rewşa siyasî û leşkeriyê ‎hemû herêmên di bin desthilatdariya xwe de, ji telefonê mifa standiye û bi vî awayî pêwendiyên ‎hemû fermandarên eniyên şer bi kela Çariyê re hebûne.

Beriya ku Simko bi awayekî berfireh dest bi şer û şoreşa li dijî dewleta Îranê bike, bi hevkariya ‎Ebdulrezaq Bedirxan û çend giregirên din yên kurd komelek bi navê Cîhandanî li bajarê Xoyê ‎damezrandibûn, ku komelek rewşenbîrî bû û bêhtir xebatên çandî û rewşenbîrî dimeşandin.

Simko pir xebitiye ku bi kesayetî û bizavên ku li dijî rejîma Îranê serî hildane, têkiliyên siyasî ‎deyne. Ew bi şoreşgerê azerbayecanî Mihemed Xiyabanî re di nava peywendiyan de bûye. Herwiha ‎Simko û serdarê şoreşa bakurê Îranê Mîrza Kuçik Xanê Cengelî xebitîne ku di navbera şoreşa ‎Kurdistan û bakurê Îranê (Gîlan) de dan û standinên siyasî pêkbînin, lê gûherandinên siyasî ev derfet ‎nedaye wan ku vî karê dîrokî bigehînin encamê.

Hevdîtina Simkoyê Şikak û Reza Şahê Pehlewî

biguhêre

Riza Mîrpenc ku bi hevkariya Brîtanî ji pileya serleşkeriyê bû şahê Îranê, di sala 1925an de ji bo ‎serlêdanekê çû Azerbayacan û Kurdistanê. Armanca wî ya herî mezin ew bû ku riyekê ji bo bi dawî ‎anîna serhildana Simko peyda bike û desthilatdariya xwe li hemû Îranê birêk bike. Serleşkerên Îranî ‎pir dawa ji Reza Şahê Pehlewî kirin ku dev ji vê sefera xwe berde, lê ew razî nebû û xwest ku ji ‎nêzve Simko bibîne. Xuyaye ku hemû di wê baweriyê de bûn ku Riza Şah êdî ji wê seferê venagere ‎û yê bi destê Simko bê kuştin. Dema ew bi 62 kes ji fermandar û hêza xwe ya taybetî ve nêzî ‎bajarê Salmasê dibe, di yekemîn dîtinê de 5000 siwariyên Simkoyê Şikak bi rûyekî sar û girij ‎pêşwaziyê li şahê Îranê dikin û rêzek taybetî jêre nedigirtin. Simko jî wek serokekî kurd bi kincên ‎kurdî li hemberî şahê Îranê sekinî û bi pêşwaziyek sar û bi serê lêvê bixêrhatina wî kir. Piştre herdu ‎bi hevre çûne karwanserayekê û li ser pirsgirêkên herêmê axivîn. Wek tê gotin Reza Şah pir ‎tirsiyabû ku Simko wî û hemû kesên wî bikujin. Ji bona wê jî heya berê sibê ji tirsa nerazabû.[çavkanî hewce ye] Ew herdem li benda wê hindê bû ku siwarên Simko hêrişî wan bikin û ‎tevde bên kuştin. Herçend piştî ewqas bûyerên tal ku Simko bi çavên xwe dîtibûn, êdî baweriya wî ‎bi desthilatdarên Îranê nemabû, lê derfetek dîrokî ji dest da û wê şevê Riza Şahê Pehlewî nekuşt û ‎ew ji destê wî filitî.

Simko piştre di hevdîtinekê ya bi serleşker Ebdulah Tehmasbî re gotibû: ”Mezintirîn şaşiya min di wê şevê de ew bû ku min Reza Şah nekuşt”. Wê şevê Riza Şah ji serleşker ‎Tehmasbî dawa kir ku karekî bikin û Simko mijûl be û çax derbas be û roja din zû ji wir ber bi ‎Ûrmiyeyê hereket bikin. Wan bi lîstika textenerd wê şevê Simko mijûl kirin û roja din Simko ‎pêhesiya ku Reza Şah ji destê wî derketiye û derfetek zêrîn ji destê xwe daye.[çavkanî hewce ye]

Dema ku Reza Pehlewî bi hevkariya hêzên biyanî desthilatdariya xwe li herdera Kurdistanê bihêz ‎kir, bi awayê ku li jor hat gotin ji bo hevdîtinên siyasî Simko vexwendin bajarê Şinoyê û li wir ew ‎bi bêbextî hat kuştin.

biguhêre

Li ser jiyan, derd û elemên malbata Simkoyê nemir heya niha gelek dengbêj û hunermendên navdar ‎beyit û stran gotine. Bi riya van stranan jî mirov dikare malwêranî, ked û zehmetiyên ku vê malbata ‎mezin ji bo doza bi şan û şerefa Kurdistanê kişandine, bibîne.

Hunermendê mezin ê kurd Kawîs Axa ku di dîroka hunera Kurdistanê de yekemîn hunermendê ‎siyasîbêjê kurd tê hesibandin[çavkanî hewce ye], di qalibê lawikekê de li ser şehîdbûna lîderê kurd Simkoyê Şikak ‎hestên xwe wiha tîne ziman: ‎

Lê dayê, lê dayê, lê dayê, şereka qewimî li Şinoya wêran bira çi mezine
‎ Ewro emirê Taranê hatiye bo qumandarê Şinoyê, li niwêjê mexiribê
‎ Bi tirombêla, axawo, eskerên xwe hînabûne yo, yo, yo, li niwêjê mexiribê
‎ Bi tirimbêla eskeran xwe hînabûne, babê Xusro bi sê denga gazdike:
‎ Babê Feysel, ewroke dest helîne, ciwabekê biben eşîrê Ebduyiya, ewro
‎ Hatime kuştinê danên şûna min Xusiro zaroye axawo ciyê mine
‎ Lê dayê Mihteberê rebenê, Gulîzarê nemayê, Mirariyê rebenê, niwêjê
‎ Mexiribê dengê sê tîran û metrelozan agir berda vê dinyayê, kesê xêrxwaz
‎ Nebû ciwabekê bie eşîreta Herkiya, paşî babê Xusiro tovê egîdan li me
‎ Qeliya, wî kes nema axawo li dinyayê, ezê di heyfa kuştina babê Xusiro
‎ Nîme ewro şahî û govende li naw ecemê Kerbelayê

— Kawîs Axa

‎ Strana jêr jî, ji aliyê dengbêjê navdar Birê hatiye gotin ku têde behsa kuştina Cewahir Xanim a jina ‎Simkoyê Şikak jî bi destê leşkerên dewleta Îranê tê kirin:

Bê de wey lê, wey lê, wey lê
‎ Lê lê Muhteberê rebenê, eskerê kişiya ji Dîlemanê
‎ Eskerê Heyder Paşa xwe da lo gulîzerê, kekê Xosiro paşê Kurda
‎ şer xweş kiriye lo ser Îranê
‎ De wey lê, wey lê, wey lê, wey lê, wey lê her bê de wey lê
‎ Lê lê Muhteberê rebenê wezê bi Şawiliya kawil ketin li vê fêzê
‎ Sibeye kekê Xosiro, Paşê Kurda ji mal siyar bû, esker li pey
‎ Kete du rêzê
‎ Kekê Xosiro, Paşê Kurda şer xwe kiriye lo ser Tewrêzê
‎ De wey lê, wey lê, wey lê, wey lê, bê de wey lê lê lê
‎ Muhteberê rebenê wezê Şawliya kawil ketim lo dev beyara
‎ Ji sibê de ser kekê Xosiro Paşê Kurda tê dengê gûla, topa, wan teyara
‎ Ehmed Begê sê denga gazî dikir : Gelî cahêla çêbin, çê bixebitin, wexta
‎ Indada me derê kekê Xosiro, paşê Kurda, gulla sîyara
‎ De wey lê, de wey lê, lê lê Muhteberê rebenê wezê
‎ Şawiliya kawil ketim di çe´ilê (çalê) da
‎ Ji sibê da eskerê Heyder Paşa dikişiya ser Xosiro, paşê Kurda lo pêda, pêda
‎ Ehmed begê gazî dikir: Kesek tune, cabekê bide kekê Xosiro, Paşê Kurda, Muhteber xanim kuştin,
‎ Xosiro Beg lo girtin di xewa sibê de
‎ De wey lê, de wey lê, de wey lê, de wey lê...

— Birê

Jêder û çavkanî

biguhêre
  1. ^ "Keça Simkoyê Şikak di 100 saliya xwe de koça dawî kir". www.rudaw.net. Roja gihiştinê 21 kanûna paşîn 2024.
  2. ^ Dr. Kemal Mezher, Tarîxê Iran (Elhedîs we elmuasir.)
  3. ^ Hevpeyvîn bi Apê Evdî pêşmerge re, Urmiye 1993.
  4. ^ M. Th. Houtsma, E. van Donzel, E. J. Brill's First Encyclopaedia of Islam, 1913-1936, 1993, ISBN 90-04-08265-4, p.290
  5. ^ Ehmed Kesrewî, Tarîxa 18 saliya Azerbaycanê (bi zimanê farsî)
  6. ^ Tarih Boyunca Kürtlerde Dîplomasî, Faik Bulut, Evrensel Basım Yayın, 2015,r:193
  7. ^ Handren, Dilan (2 sibat 2009). "The Rebellion of Simko Agha". Kurdmania (bi almanî). Ji orîjînalê di 20 tebax 2008 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 23 sibat 2009.
  8. ^ F. Kashani-Sabet,Frontier Fictions: Shaping the Iranian Nation, 1804-1946,328 pp., I.B. Tauris, 1999, ISBN 1-85043-270-8 p.153.
  9. ^ Kirîs Koçêra, Bizava netewieya Kurd (bi zimanê farsî)
  10. ^ Mamosta Mihemed Resûl, Îsmaîl Axay Şikak w bizwtinewey netewayetî Kurd, Hawar.
  11. ^ Bîranînên Riza Refî (Qayîm Meqam el Mulik) endamekî parlimana Îranê di çaxê Riza Şahê ‎Pehlewî de.
  12. ^ Hevpeyvîn bi Qûbad Simko re (Kurê Simkoyê Şikak) Kengî? Kê hevpeyvîn çêkiriye?
  13. ^ Ehmed Teqî w yaddaştekanî ew (bi zarava soranî)
  14. ^ Hevpeyvîn bi Dr. Cebar Qadir re

Girêdanên derve

biguhêre