Serhildana Simkoyê Şikak

serhildanekî kurdan

Serhildana Simkoyê Şikak yek ji şorêşên herî mezin ên kurdên Rojhilata Kurdistanê bû ku di navbera salên 1918 û 1930 de ajot.

Simko (di nîvî de) bi şervanên xwe re. Herwiha du mizgînerên protestant ên amerîkî jî (Dr. Wilder P. Ellis, li aliyê çepê, û Dr. William A. Shedd, li aliyê rastê), li cem wan in (1916)

Destpêka Serhildana Simkoyê Şikak û sedemên bingehîn biguhêre

  Gotara bingehîn: Dîroka Rojhilatê Kurdistanê

Piştî Serhildana Şêx Ubeydelayê Nehrî (sala 1880'an), serhildana Simkoyê Şikak di ‎rojhilatê Kurdistanê de şoreşa herî mezin û domdirêj tê hesibandin. Di çaxê vê ‎şoreşê de bû ku kesayetiya tehqîrbûyî ya kurd wek neteweyekê, hinekî bişkivî û ‎hissên millî di nava kurdên vê perça Kurdistanê de zêdetir ji berê zindî bûn. ‎Kurdan karî wek netewe hebûna xwe di hemû Îranê de bidin selmandin û ‎berevajî xwesteka şovînîstên faris, hurmeta xwe ya civakî û siyasî wek ‎mîrasekî dîrokî biparêzin. Ji bona wê jî nivîskar û dîroknas Chris Kutschera, ‎Simkoyê Şikak bi weke bavê neteweperestiya kurdî ya di rojhilatê Kurdistanê de binav ‎dike.

Li gor gotina mezinên Evduyiyan Simko di çaxê şehîdbûna Cewer Axa de xurtekî ‎‎18-19 salî bûye. Yanî sala ji dayibûna wî 1887 an jî 1888'ê zayînî ye. Herwiha Tahirxanê Kurê Simko dide diyarkirin ku dema bavê wî li bajarê Şinoyê hatiye ‎şehîdkirin, temenê wî 42 an jî 44 sal bûye. Simko ku ji aliyê Xalê Mîrzê û ‎mezinên din yên êla Şikak ve wek cîgirê bav û birayê xwe yê mezin hatibû ‎hilbijartin, di dilê xwe de ji bêbextî û nemerdiya desthilatdarên dewleta Îranê, ‎kînek mezin ji wan girtibû.[çavkanî hewce ye] Wek tê gotin Simko di ciwaniya de xurtekî şervan, ‎netirs û di liv û lebatên wî de hissa tolhildanê gelek bihêz bûye. Ji ber wan ‎hemû derd û belayên ku bi ser malbata wan de hatibûn, mirovekî kêm axiftin ‎û xemgîn bûye û gelek bi xwe re ponijiye.

Hissa tolhildanê jî bi sedemên dîrokî ve girêdayî bû. Simko baş dizanî ku ji ‎bapîrê wî yê mezin Smayîl Xan bigire heya birayê wî Cewer Xan tev bi nemerdî ‎ji aliyê berpirsyarên dewleta Îranê ve hatine xapandin û kuştin. Ji bona wê baş ‎dizanî ku desthilatdarên Îranî li wî jî nagerin û yê rojekê bela xwe li wî jî bidin. ‎Çimkî Simko xwedî hêzeke mezin ya leşkerî bû û wek mezinê eşîreta Şikak di ‎nava kurdan de mirovekî bi qedir û rûmet bû. Wî dizanî ku Îranî dixwazin wî jî ‎weke bira, bav û bapîrên wî, bikujin. Lê ferqa di navbera Simko û bira û bavê ‎wî de, di vir deye ku bîr û rayên Simko yên siyasî (wek rêber û kesayetiyek ‎siyasî yê kurd) ji bo azadî ya Kurdistanê bêtir geş bûn.[çavkanî hewce ye] Çaxê ku cîgirê waliyê ‎Azerbayacanê (Mukerrem el Mulik) di sala 1919'an bi hevkariya ermeniyan, ‎bombeyek çêkirin û di nava qotiyekê de bi navê şiranî ji Simko re şandin[1], ‎neyartiya Simko bi dewleta Îranê re derbasî pêvajoyek siyasî û eşkeretir bû.

Têkiliya Simko bi du kesayetiyê kurd Ebdulrezaq Bedirxanî û Şêx Seyîd Tahayê Hekarî ‎‎(neviyê Şêx Ûbeydulahê Nehirî) re, şoreşa di bin desthilatdariya Smayîl Xanê ‎Şikak de, di rojhilatê Kurdistanê de û heya radeyekê jî li bakurê Kurdistanê, ‎berfirehtir kiriye.[2] Lê wek jêder û şahidên zindî dibêjin Seyîd Teha Gîlanî heya ‎dawiyê bi Simko re nemaye û navbera wan li ser awayê têkiliya bi brîtanî re, ‎têk çûye. Her wisa Ebdulrezaq Bedirxanî piştî hatiye Rojhilata Kurdistanê, di destpêka sala 1913ê diçe Xoyê û li wir bi alîkariya Simkoyê Şikak bi navê Gihandin(rêxistin) rêxistinekê ava dike. Her wisa dibistaneke kurdî jî bi alîkariya rûsan vekir. Di dibistanê de bi elfebaya rûsî hem dersên kurdî hem dersên rûsî dida. Bi navê Cemiyet(rojname) rojnameyek derxist. Ji ber lihevnehatina Simkoyê Şikak û Ebdulrezaq Bedirxanî û ji ber destpêkirina şerê cîhanî yê yekem van xebatan zêde dewam nekir. Piştî van xebatan Ebdulrezaq Bedirxanî dikeve destê îtihadxwazan û li Mûsilê bidarve dikin [2]

Chris Kutschera di derbarê têkçûna Simko bi dewleta Îranê re dibêje: ”Bi vê hindê ‎re ku Simko kîna xwe ya li hemberî Îranê venedişart, gotibû ku bizava min li ‎dijî Îranê tolhildan jî têde bû, çimkî bav û bapîrên min, xizim û kesên min yên ‎nêzîk û cotek birayên min, tev bi destê karbidestên Îranê hatine kuştin. Lê bi ‎vê re jî Simko gelek caran behsa vê rastiyê kiriye ku armancên şoreşa wî ji bo ‎berjewendiyên netewî bûne û tenê ji bo tolvekirinê nebûye. Di vê derbarê de ‎Simko gotiye: Hemû kes dizane ku gelê kurd heya niha çi bi ser de hatiye. ‎Mirovên wan yên mezin yên weke Smayîl Xan û Elî Xan bi şêweyek gelek ‎zalimane ji aliyê Îraniyan ve ji nav çûne. Ez niha ji bo gelê Kurd têkûşînê ‎dikim, lê tolhildana ji zordar û bedkaran hê jî maye û ji bîr nabe”.[3]

Hêjayî gotinê ye ku di sala 1922yê de Simko dîsa dest bi serhildanê kir, di heman wextî de Loran jî serhildan da destpê kirin. Tê gotin ku Simko û Loran lihevhatîne ku hevdem serhildanê bidin destpê kirin[4]

Mîna ku di roja îro de ji bo hemû serokên kurd eşkera bûye, Simko jî zû ‎pêhesiyaye ku dewleta navendiya Îranê mafê azadî û wekheviyê heta di nava ‎sinorên Îranek yekgirtî de jî nade gelê kurd.

Simko ku gelek kes hereketa wî bi bizavek eşîretî û herêmî dihesibînin, li gor ‎pîvanên wê çaxê mirovekî zana bûye û haya wî ji siyaseta Îran û cîhanê ‎hebûye. Simko bi nameya ku bi riya serleşkerekî brîtanî ji Zefer el Dulê re ‎şandibû, vê rastiyê baştir dide selmandin. Simko di pareke nameya xwe ‎de dibêje: ”Em pir baş dizanîn ku hinek netewe di cîhanê de hene ku hejmara ‎wan nagehe çaryeka kurdan, lê ew gihiştine xweziyên xwe ku mafê ‎otonomiyê ye. Li almanan binêrin ku çawa ev karê han di nava xwe de ‎pêkanîne. Birastî ger netewa kurd di Îranê de negihije mafê xwe, êdî mirin û ‎neman jêre baştire ji jiyan û mayînê. Di vê roja ku em têde dijîn, dewleta Îranê ‎bixwaze an jî nexwaze, em mafê xwe yê otonomiyê dixwazin. Êdî ev xweziya ‎hemû mirovekî kurd e û ji xelkê me re jî jiyaneke nûye[5]. Her wisa divê ev xal jî bê nivîsîn ku Serhildana Simko ne tenê li devera Urmîyeyê, her wiha li Elbaka girêdayî Wanê jî bibû sedema serxwebûnxwaziyê. Bi dûçûna çavkaniyeke brîtanî xelkê Elbakê jî bi pêsengiya Simko li dijî dewleta tirk derketin û azadiya xwe ragihandibûn [6].

Ev name dide diyarkirin ku Simko mirovekî dûrbîn bûye û ji bo standina mafê ‎rewayê gelê kurd bi armancên mezin û pîlanên nû dest bi xebata xwe ya siyasî ‎kiriye. Herwiha tenê naveroka vê nameya dîrokî (ku bêgoman di arşîva milliya ‎Îranê de hatiye parastin) ji bo wan nivîskar û lêkolînvanên neteweperest ku tenê bi ‎awaykî negatîv behsa kesayetiya siyasî û serhildana Simkoyê Şikak kirine. ‎ Bi dûçûna parlamenterê tirk yê agirî yê ku li sala 1943ê, Husametîn Tuxaç ;

Piştî serhildana Simkoyê Şikak, li Rojhilatê Kurdistanê hêdî hêdî rê li ber rêxistinên modern re vebû û rêya avakirina Komara Kurdistanê vebû.

Têkiliyên Simko biguhêre

  • Simkoyê Şikak yek ji endamên şaxa Wanê ya Azadî (rêxistin)yê[7]
  • Aligirên Simko yên herî baş eşîrên Herkî û Mameş bûn ku Herkî li Urmiyê, Mameş li Mahabadê nişteci in.

Helwestên dewletan biguhêre

Dewleta Tirkiyeyê ji ber êrîşên ermen û nastûriyan aliakriya çekdarî bo Simko dikir. Dewleta Tirkiyeyê heta sala 1922yê ku serkeftina xwe ya dijî dewletên ewropayî îlan kiribû, alikariya Simkoyê Şikak dikir. Paşî ev alîkarî hate birîn[8].

Kronolojî biguhêre

  • Li sala 1908ê Simko li dijî Şîeyan aligiriya Osmaniyan dikir heta ku Osmaniyan Urmiye dagir kir.[9]
  • Li sala 1908ê li Îranê Şoreşa Makezagonî çêbû. Di vê şoreşê de Simko aligirê dewleta Îranê bû heta ku piştî şoreşê Îranê bi fermî rêvebirina Kotolê da Simko [9]
  • Li sala 1913ê li gel Ebdulrezaq Bedirxanî dibistaneke kurdî vekir.
  • Bi destpêka şerê cîhanî yê yekem Îranê ev dibistanên kurdî girtin. Li ser vê dest bi serhildanê kir.
  • Li sala 1918ê artêşa tirkan kete devera Urmiyeyê, piştî leşkerên trkan vegerî Îranê êrîş bir ser Simko, di encamê de brayê Simko hate kuştin.
  • Li reşemeha 1918ê Nestoriyan herêma Urmiye xist bin destê xwe, gelek kurd û azerî di vî şerî de mirin. Heta dagirkirina Nestoriyan bajar ji aliyê kurdan ve bi rêya rêvebirinên şûra dihate rêvebirin [10]
  • Li adara 1918ê Simko, Mar Şîmon dikuje
  • Heta tîrmeha 1918ê şerê li gel Nestoriyan dewam dike. Di vî şerî de Simko û aligirên wî alikariya tirkan dke
  • Piştî kuştina Mar Şîmon, Simko ji aliyÊ Rûsan sirgûnî Gurcistanê dibe
  • Li sala 1922yê bi alîkariya Şêx Seyîd Tahayê Hekarî li gundê Çehriqê rêvebirina Kurdistanê ava kir. Li gorî lÊkolîneran, xelkê Lor ji bo destekê bidin Simko dest bi serhildanan kiribûn [11]
  • Piştî Îranê êrîşî Simko kir,li tebaxa 1922yê hereketa Simko binket, li zivistana 1922yê çû Silêmanî li cem Şêx Mehmûdê Berzencî
  • Li sala 1924ê li dijî Nasturiyan alîkariya tirkan dike
  • Li sala 1924ê Îranê Simko efû kir û vegerî welat
  • Li sala 1926ê Simko dîsa serhildan da destpê kirin û bajarê Selmasê stand.
  • Dîsa bi serneket û revî gundê Kaşkolê li devera Elbakê. Ji vir jî ji ber êrîşên tirkan revî û dîsa çû Silêmanî
  • Li sala 1928ê Îranê dîsa Simko efû kir .
  • Simko li sala 1930ê vegerî welat û li gel kurê xwe Xosro bi xiyaneta ÎranÊ hate kuştin li Şİnoyê hate kuştin. Lê kuştina Xosro bişik e.

Çavkanî biguhêre

  1. ^ Handren, Dilan (2 sibat 2009). "The Rebellion of Simko Agha". Kurdmania (bi almanî). Ji orîjînalê di 20 tebax 2008 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 23 sibat 2009.
  2. ^ F. Kashani-Sabet,Frontier Fictions: Shaping the Iranian Nation, 1804-1946,328 pp., I.B. Tauris, 1999, ISBN 1-85043-270-8 p.153.
  3. ^ Kirîs Koçêra (Chris Kutschera), Bizava netewieya Kurd (bi zimanê farsî)
  4. ^ Kürt Miliyetçiliğinin Kökeni, Tarihi ve Gelişimi, Wadie Jwaideh, r:279
  5. ^ Mamosta Mihemed Resûl, Îsmaîl Axay Şikak w bizwtinewey netewayetî Kurd, Hawar.
  6. ^ Musul Komplosu, Mim Kemal Öke, Weşanên Irfan, 2012, r:81
  7. ^ Tarih Boyunca Kürtlerde Dîplomasî, Faik Bulut, Evrensel Basım Yayın, 2015,r:196
  8. ^ 1927 İran Azerbaycanı İstihbarat Raporu ve Analizi, Ersin Müezzinoğlu-Hüseyin Karamelikli, r:87
  9. ^ a b Tarih Boyunca Kürtlerde Dîplomasî, Faik Bulut, Evrensel Basım Yayın, 2015,r:199
  10. ^ Tarih Boyunca Kürtlerde Dîplomasî, Faik Bulut, Evrensel Basım Yayın, 2015,r:214
  11. ^ Tarih Boyunca Kürtlerde Dîplomasî, Faik Bulut, Evrensel Basım Yayın, 2015,r:202