Tehran

paytexta Îranê

Tehran an jî Taran (bi farisî: تهران‎), bajarê paytext û mezintirîn bajarê Îranê ye û mezintirîn bajarê parêzgeha Tehranê ye. Bajar bi nifûsa derdora neh milyon li bajêr û bi nifûsa 16 milyonê li metropola Tehrana mezin, Tehran bajarê herî qerebalixê Îranê û bajarê herî qerebalixê Asyaya Rojavayî ye. Bajêr piştî bajarê Qahîreyê duyem metropola herî mezinê li Rojhilata Navîn e. Li gel komên din ên etnozimanî yên li bajêr ku bi zimanê farisî diaxivin û bi kesên asîmîle bûyî re, piraniya nifûsa bajêr faris in ku bi rêjeya 99% ji wan bi zimanê farisî diaxivin.[1]

Tehran
تهران Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
  • Bajar
  • Paytext
تهران Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Navê(n) din: 
دار السلطنه Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Tehran li ser nexşeyê
Map
Tehran li ser nexşeya Îran nîşan dide
Tehran
Tehran
Koordînat: 35°42′Bk 51°25′Rh / 35.700°Bk 51.417°Rh / 35.700; 51.417
DewletÎran Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Li beşa îdarî
  • navenda navçeyê Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Paytexta
Dema avabûnê20 adar 1794 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Îdarî
 • ŞaredarAlireza Zakani (2021–) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Qada rûerdê
 • Giştî686 km2 (265 sq mi)
Bilindahî
1179 m (3868 ft)
Nifûs
8.693.706 (2016) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dem
Koda telefonê021 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Malperwww.tehran.ir Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Di serdema kevnar a klasîk de, beşek ji axa Tehrana îro ji bajarê Rageş (bi navê îro Ray) ku bajarekî navdar ê Medyayê bû di êrîşên serdema navîn ên ereb, tirk û mongolan de hatiye wêrankirin. Bajarê kevnar Rageş û bi navê îro Raya nûjen di nav devera metropolê ya Tehrana Mezin de niha winda bûye.

Tehran cara yekem di sala 1786an de ji aliyê Axa Mihemed Xanê xanedana Qacaran ve wek paytexta Îranê hatiye diyarkirin. Ji bo ku xwe ji aliyên dijber ên xanedanên îranî yên berê yên desthilatdar dûr bixin, piştre di dema Şerên Rûs û Îranê de ji Îranê veqetiyan. Di dîrokê de li Îranê paytext gelek caran hatiye guheztin, lê Tehran 32em car e ku ji aliyê farisan ve wekê bajarê paytext hatiye dîyarkirin. Xebatên avahîsaziyê yên mezin di salên 1920an de dest pê kirin û Tehran ji sedsala 20an vir ve bûye cihek koçberên girseyiyê navxweyiyê li seranserê Îranê.[2]

Li Tehranê gelek şûnwarên dîrokî hene ku di nav de kompleksên padîşahên Golistanê Sa'dabad û Niavaran ku her du xanedanên dawî yên Dewleta Împeratoriya berê ya Îranê di nav de ne.

Nîşaneyên Tehranê ev in: Birca Azadî, bîrdariya ku di bin serweriya Mihemed Riza Şahê Xanedaniya Pehlewî de di sala 1971ê de bi boneya 2500 saliya Împeratoriya Farisî hatiye çêkirin, Birca Mîladê ku şeşem birca herî bilind a cîhanê ye di sala 2007an de hatiye temam kirin û Pira Tebîetê jî di sala 2014an de hatiye temam kirin.[3]

Veguhastina Tehranê ji hêla Balafirgeha Navneteweyî ya Îmam Xumeynî ve ku li kêleka Balafirgeha Mehrabad a navxweyî ye rawestgehek trenê ya navendî, Metroya Tehranê, pergala derbasbûna bilez a otobusê, trolleybusan û bi toreyek mezin a otobanê tê pêkanîn.

Planên veguhestina paytextê ji Tehranê ji bo herêmeke din ji ber qirêjiya hewayê û erdhejan heta niha nehatine pejirandin. Lêkolînek sala 2016an li ser 230 bajaran li çaraliyê cîhanê ku ji hêla Mercerê ve hatiye lêkolînkirin Tehran ji hêla kalîteya jiyana mirovan ve di rêza 203an de hatiye tomar kirin.[4][4]

Etîmolojî

biguhêre

Derbarê koka navê Tehranê de teoriyên cihêreng hatine pêşniyarkirin. Zimannasê îranî Ehmed Kasrewî di gotara xwe ya bi navê “Şêmîran-Tehran” de pêşniyar kiriye ku Tehran û Kehran tê wateya “cihê germ” û “Şemiran” tê wateya “cihê hênik”. Wî bajarên bi heman bingeh û paşgiran rêz kir û li ser pêkhateyên peyvê di zimanên kevnar ên îranî de lêkolîn kiriye û gihîştiye wê encamê ku Tehran û Kehran di malbatên zimanên cuda yên îranî de heman wateyê ne, wekî berdewamiya "t" û "k". di van zimanan de nêzî hev in. Her wiha wî belgeyan pêşkêş kiriye ku bajarên bi navê "Şemiran" ji yên bi navê "Tehran" yan "Kehran" sartir in. Wî teoriyên din ên ku dîroka kevnar a zimanên îranî ku bal nekişandiyên wekê teoriya "Tirgan" û teoriya "Tahran" jî nirxandiye.

Teoriyeke din jî ev e ku "Tehran" ji Tîran/Tirgan, ji peyva "cihê Tîrê" tê ku hevwateya Hermesî ya Zerdeştî ye. Bajarê kevnar ê Parthiyan Tîranê cîranekî bajarê Mehranê bû ("cihê Mehr/Mithra", tava Zerdeştî/firişteya dadweriyê). Ev her du jî tenê gundên li taxên bajarê mezin Rageşê (Ray) bûn. Mehran hêj jî wekî navçeyek niştecîbûnê li Tehrana Mezin û her weha Ray ku taxên başûrê Tehranê pêk tîne hebûna xwe diparêze.

Malpera fermî ya bajarê Tehranê dibêje ku "Tehran" ji peyvên farisî "Tah" tê ku tê wateya "dawî" yan "binî" û "Ran" bi wateya "çiyayê çolê" - wateya temamî wekê "binê çiyê" rave dike. Ji ber ku bajarê Tehranê li quntara Çiyayên Alborzê hatiye avakirin ev teorî derketiye holê.[5]

Teoriya toponîmî ya herî balkêş a navê Tehranê ji aliyê zimanzanê Îranî yê li Norwêcê Zana Pîranşehrî (Dana Pêşdar) ve hatiye pêşniyarkirin. Li gorî Dana Pişdar, divê koka etîmolojîk a navê Tehranê di zimanên kevnar ên îranî yên wekî medî û avestayî de bêlêgerîn. Ji ber ku di serdema berî îslamê de bajarê Reyê û herêma Tehranê mezintirîn bajarên herêma Medyayê bûn û di serdema Zerdeştî de jî bajarekî pîroz dihat hesibandin û navenda hikûmeteke teokratî ya mîna dewleta Vatîkan a nûjen bûye ev pêşniyar li cih hatiye dîtin.

Li gorî dîtina Dana Pêşdar navê Tehranê ji du hêmanên ferhengî “Teh” û “Ran” pêk tê. Her wiha paşgira “Ran” di gelek navên navçe û gundên Tehrana îro de ku ne bêgirêdayî ne, wek Şemîran, Niavaran, Cemaran, Qesran û Şehranê xuya dibe. Di zimanê Avestayî de û her weha di pirtûka Avestayê de "Ran" maneya "Piştî" û "deşt"ê heye ku hinek jî bi navê bajarê Rey ve girêdayî ye. Medên Zerdeştî ji bajarê xwe yê herî mezin û herî girîng re digotin Rhaga yan jî Rey, yan jî bajarê ku li deştê û li ser çiyayekî ye. ji ber ku her du jî li ser zozanan û li deştê ne, ji ber vê yekê peyvên "Rey" û "Ran" bi maneya zozanan in û sedema toponîmî ya vê yekê jî cihê erdnîgariya Rey û Tehranê ye.[6]

Bermahiyên arkeolojîk ên ji bajarê kevnarê Rayê destnîşan dikin ku rûniştina li Tehranê heta 6000 salan diçe.[7]

Serdema klasîk

biguhêre

Tehran li herêma Medyayê ya dîrokî ya (bi farisiya Kevin: 𐎶𐎠𐎭 Māda) li bakurê rojavayê Îranê ye. Di Vîdevdata Avestayê (i,15) de, bajarê kevnar a Rageşê wekî 12em cihê pîroz e ku ji hêla Ahûra Mezda ve hatiye afirandin tê binav kirin. Di nivîsên farisî yên kevin de bajarê Rageş wek parêzgehek xuya dibe. (Bistun 2,10–18). Ji Rageş, Daryûs I hêzek ji bavê xwe Vîştaspa re şand ku serhildana li Perthava bitepisîne. (Bistun 3,1-10). Tevî ku dîroknasên nûjen bi gelemperî jidayikbûna Zerdeşt li parêzgeha Xorasanê bi cih dikin, hinek nivîsarên farisiya navîn Rageş wekî cihê jidayikbûna Zerdeşt didin nîşan.

Çiyayê Demanvan ku lûtkeya herî bilind a Îranê ya li nêzîkî Tehranê ye, cihekî girîng e di Şahname ya Firdewsî de ye ku destanek îranî yê li ser efsaneyên kevnar ên Îranê ye. Ev çiya di destanan de wekî welatê Protoplast Keyumars ku cihê jidayikbûna Qral Manuchehr e ku Padîşah Fereydun îblîsa ejderha Aždahāk (bivarasp) girêdaye û cihê ku Araş tîra xwe lê xistiye tê behskirin.

Serdema navîn

biguhêre

Berî ku bireve Xorasanê, di sala 641an de, di serdema Împeratoriya Sasaniyan de, Yezdgerd III bangewaziya xwe ya dawîn li Rageş ji milet re kir. Rageş di bin serweriya Mala Mîhran a Partan de bû û Siyavaxş – kurê Mehran, kurê Behram Çobîn – ku li hember êrişa misilmanan a sedsala heftemîn a Îranê li ber xwe da bû. Ji ber vê berxwedanê, dema ku Ereban Rageş dagirkirin, ferman dan ku bajar bi destê arîstokratê xayîn Ferruxzad ve were hilweşandin û ji nû ve were ava kirin.

Di sedsala nehan de, Tehran gundekî naskirî bû lê ji bajarê Rageşê biçûktir bû û wekê Rageşê nedihat naskirin. Rageş ji hêla erdnîgarên misilman ên sedsala dehemîn ve bi berfirehî hate vegotin. Li gel eleqeya ku Erebên Bexdayê li ser Rageşê nîşan da, hejmara Erebên li bajêr kêm ma û nifûsa wê bi giranî ji îraniyên ku ji hemû çînan e pêk dihat.

Tirkên Oxuzî di sala 1035an de û di sala 1042an de careke din êrîşî Rageşê kirin lê bajar ji bin destê Selçûqiyan û Xwarezmiyan de hate rizgarkirin. Nivîskarê serdema navîn Necm od Dîn Razî nifûsa Rageşê beriya êrîşa Mongolan nêzî 500.000 kesan ragihandibû. Di sedsala 13an de, mongolan êrîşî Rageşê kirin, bajar wêran kirin û gelek şêniyên bajêr qetil kirin. Şêniyên din ên ku sax mabûn reviyan Tehranê.

Di tîrmeha sala 1404an de, balyozê Castilian Ruy González de Clavijo di rêwîtiyek xwe de çû Semerqendê ku paytexta dagirkerê Tirk-Mongol Tîmûr bû ku hikumdarê Îranê yê wê demê bû. Wî ew di rojnivîska xwe de herêmê wek herêmeke bê dîwar bi nav kiriye.

Serdema nûjen a destpêkê

biguhêre
 
Nexşeya Tehranê (1857).

Gerokê îtalî Pietro Della Valle di sala 1618an de di şevekê de di Tehranê re derbas dibe û di bîranînên xwe de navê bajarê wekê Taheran binavkiriye. Gerokê Îngîlîz Thomas Herbert di sala 1627an de derbasî Tehranê bûye û bi navê Tîroyan behsa bajêr kiriye. Herbert diyar kiriye ku li bajêr nêzîkî 3 hezar xanî hene.[8]

Di destpêka sedsala 18an de Kerîm Xanê Xanedaniya Zendan ferman da ku qesrek û ofîsekê hikûmetê li Tehranê were çêkirin dibe ku bajêr wekê paytexta xwe îlan bike lê paşê wî hikumeta xwe bire bajarê Şîrazê. Di dawiyê de padîşahê Qacaran ​​Axa Mihemed Xan di sala 1786an de Tehranê wek paytexta Îranê diyarkir.[9]

Hilbijartina Tehranê ya Axa Mihemed Xan ji bo paytextê xwe li ser bingehê nîgeraniyek bi heman rengî ji bo kontrolkirina her du bakûr û başûrê Îranê bû.[9] Haya wî ji dilsoziya rûniştevanên paytextên berê yên Îsfehanê û Şîrazê bi xanedanên Sefewî û Zendiyan hebû û ji hêza navdarên herêmî yên van bajaran endaze bû.[9] Dibe ku wî nebûna avahiyên bajarî ya Tehranê wekî fersendeke dît. Nebûna avahiyên bajarî berxwedana li hember desthilatdariya wî kêm kiriye.[9]

Piştî 50 salan ji desthilatdariya Qacaran, bajar hinek bi zorê digihîje 80.000 şêniyan.[9] Heya salên 1870an, Tehran ji keleha bi dîwar, bazarek bi ban û sê taxên sereke yên Udlajan, Chale-Meydan û ji taxa Sangelajê pêk dihat ku piraniya gel li van taxan dijiyan.

Yekem plana geşepêdana Tehranê di sala 1855an de li ser avahiyên kevneşopî ya bajêr hate tekez kirin. Plana duyem jî di bin çavdêriya Dar ol Fundin de ku di sala 1878an de hatiye plankirin, dîwarên bajêr ya nû ku di forma heştqozî de bêkêmasî de bi rûbera 19 kîlomêtre çargoşe rûerd werdigire wekê bajarên Ronesansê yên Ewropayê hatiye plankirin.[10] Tehran 19.79 kîlomêtre çargoşe bû û ji çar caran zêdetir berfirehtir bû.

Serdema nûjen a dereng

biguhêre
 
Qada Topxane, Tehran (1911).

Zêdebûna hişmendiya mafên medenî di sala 1906an de Şoreşa Destûrî û yekem destûra bingehîn a Îranê encam da. Di 2 hezîrana sala 1907an de, parlamenê qanunek li ser rêveberiya herêmî ku bi navê Baladie (qanûna şaredariyê) tê zanîn, pejirand ku qanûn destûra pêşkêşkirina bi hûrgilî ji mijarên wekî rola meclisên di nava bajêr de, şarezayiya endaman, pêvajoya hilbijartinê û pêdiviyên ji bo mafê dengdanê dide. Padîşahê Qacaran a wê demê Mihemed Elî Şah di 23ê hezîrana sala 1908an de bi alîkariya Tûgaya Kozak a di bin kontrola Rûsyayê de destûra bingehîn a Îranê betal kir û parlamenê bombe kir. Di 13ê tîrmeha sala 1909an de bajar ji aliyê hêzên şoreşger Elî-Qoli Xan (Serdar Esad II) û Mihemed Valî Xan (Sepahsalar e Tonekaboni) ve hate desteser kirin. Di encamê de padîşah hate sirgûnkirin û kurê wî Ehmed li cihê wî hat bicihkirin û parlamen ji nû ve hate avakirin.

Piştî Şerê Cîhanê yê Yekem, meclisa damezrîner Reza Şahê Xanedaniya Pehlewî wekî padîşahê nû hilbijartin ku di cih de qanûna şaredariyê ya sala 1907an rawestand, li cihê meclîsên nenavendî û xweser ên bajaran nêzîkatiyên navendîparêz ên rêveberî û plansaziyê danî.[9]

Ji salên 1920an heta 1930an, di bin desthilatdariya Reza Şah de, bajar bi bingehîn ji nû ve hate avakirin. Çend avahiyên kevin ku di nav wan de beşên Qesra Golistanê, Avahiya Şanoya Dewletê û Meydana Topxanê jî hene, bi avahiyên nûjen ên ku ji mîmariya klasîk a Îranê bandor bûne hatin guhertin. Bi taybetî avahiyên Banka Neteweyî, navenda polîsan, ofîsa telegrafê û akademiya leşkerî hatine guhertin.[11]

Guhertinên tevna bajarî bi qanûna firehkirina kolanan a 1933an dest pê kir ku wekî çarçoveyek ji bo guhertinên li hemî bajarên din dewam kir. Bazara Mezin di nîvî de hat dabeşkirin û gelek avahiyên dîrokî hatin hilweşandin, li şûna wan rêyên rast û fireh hatin danîn û tevna kevneşopî ya bajêr bi kolanên xaçerê hatiye guhertin.

Wekî hewldanek ji bo afirandina torgilokek nû ji bo veguheztina hêsan di nav bajêr de, keleha kevn û dîwarên bajêr di sala 1937an de hatin hilweşandin, li cihê wan kolanên fireh ên ku tevna bajarî dibirin hatin çêkirin. Nexşeya bajarê nû ya Tehranê di sala 1937an de bi giranî di bin bandora şêwazên plansaziya modernîst ên bi rêyên torgilok de bû.[9]

Di Şerê Cîhanî yê Duyem de leşkerên Sovyetê û Brîtanyayê ketin bajêr. Di sala 1943an de Tehran cîhê Konferansa Tehranê bû ku Dewletên Yekbûyî jî beşdar bibû.

Erdnîgarî

biguhêre

Tehran li başûrê Çiyayê Alborzê hatiye avakirin û 66 kîlomêtre li bakûrê rojhetalê Çiyayê Demawendê ye.

Bajêr li ser 22 navçeyên şaredariyê hatiye dabeşkirin û her yek navenda wê ya îdarî heye. Ji 22 navçeyên şaredariyê, 20 navçeyên ser bi navçeya Navendî ya parêzgeha Tehranê ve ye û herêma yekem û 20 herêm bi ser navanda Şemîranat û Rayê ve ne. Her çend ji hêla îdarî ve ji hev cuda bin jî, bajarên Ray û Şemîran bi gelemperî beşek ji Tehrana Mezin têne hesibandin.

Bakurê Tehranê beşê herî pêşketiyê bajêr e ku ji navçeyên curbecur ên wekî Zaferaniye, Urdun, Elahiye, Pasdaran, Kamraniye, Ajodaniye, Farmaniye, Darros, Niavaran, Cemaran, Aghdasieh, Mahmoodiye, Velenjak, Qeytariyeh, Ozgol û ji Ekstiariyê pêk tê.[12] Li navenda bajêr wezaret û baregehên hikûmetê û navendên bazirganî li bakurê bajêr e.

Dîmenên ji Tehranê

biguhêre

Herêma bakurê Tehranê xwedan avhewa Deryaya Navîn (Köppen dabeşkirina avhewa: Csa), li deverên din avhewayek nîv-ziwa û sar heye ku de demsalên havînan de hewayek hişk ên germ û zivistanên sar ên bi baran hene. Avhewaya Tehranê bi giranî ji hêla cîhê wê yê erdnîgarî ve tê diyar kirin ku Çiyayên Alborzê li bakurê bajêr û deşta navendî ya welêt li başûrê bajêr heye. Avhewaya bajêr bi gelemperî di mehên bihar û payîzê de nerm, di mehên havînê de germ û hişk, di zivistanê de sar û şil tê binav kirin.

Çavkanî

biguhêre
  1. ^ TABNAK, تابناک |. "چنددرصد تهرانی‌ها در تهران به دنیا آمده‌اند؟". fa (bi farisî). Roja gihiştinê 3 hezîran 2023.
  2. ^ "Tehran | History, Population, & Tourism | Britannica". www.britannica.com (bi îngilîzî). 15 gulan 2023. Roja gihiştinê 3 hezîran 2023.
  3. ^ "Tabiat Pedestrian Bridge / Diba Tensile Architecture". ArchDaily (bi îngilîziya amerîkî). 17 çiriya paşîn 2014. Roja gihiştinê 3 hezîran 2023.
  4. ^ a b "Iranian expats hard to woo as Western firms seek foothold in Iran". Reuters (bi îngilîzî). 29 adar 2016. Roja gihiştinê 3 hezîran 2023.
  5. ^ "2009 FUUH Seminar - Hanoi (Vietnam) Abstract Ref.: 14". web.archive.org. 24 tîrmeh 2011. Ji orîjînalê di 24 tîrmeh 2011 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 3 hezîran 2023.
  6. ^ "آشنایی با شهر تهران". shahrmajazi.com. Roja gihiştinê 3 hezîran 2023.
  7. ^ "Tehrān - Seljuq Empire, Qājār Dynasty, and Constitutional Revolution | Britannica". www.britannica.com (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 4 hezîran 2023.
  8. ^ "Teheran (city)". 1911 Encyclopædia Britannica. Volume 26. {{cite journal}}: Di |cild= de nivîsa zêde heye (alîkarî)
  9. ^ a b c d e f g Amanat, Abbas (1997). Pivot of the Universe: Nasir Al-Din Shah Qajar and the Iranian Monarchy, 1831-1896 (bi îngilîzî). University of California Press. ISBN 978-0-520-08321-9.
  10. ^ "Spatial Discrimination in Tehran's Modern Urban Planning 1906–1979". web.archive.org. 16 çiriya pêşîn 2015. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 16 çiriya pêşîn 2015. Roja gihiştinê 4 hezîran 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  11. ^ Chaichian, Mohammad A. (2009). Town and country in the Middle East : Iran and Egypt in the transition to globalization, 1800-1970. Internet Archive. Lanham, MD : Lexington Books. ISBN 978-0-7391-2677-6.
  12. ^ "Tehran: Split Between Liberal, Hard-Line" (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 4 hezîran 2023.

Girêdanên derve

biguhêre