Rojhilata Navîn, herêmeke erdnîgarî ye ku di navbera Asyaya Rojava û Afrîkaya Bakur de ye û di heman demê de herêmeke jeopolîtîk e ku tevahiya erdnîgariya Kurdistanê, Nîvgirava Ereban, Levant, Tirkiye, Misir, Îran û Iraqê vedihewîne. Têgîna ku di destpêka sedsala 20an de dest pê kir, wekî şûna têgîna Rojhilata Nêzîk (berevajî Rojhilata Dûr) bi berfirehî hate bikar anîn. Cihên mirovnişî yên yekemîn li Rojhilata Navîn peyda bûne ku ew jî tê wê wateyê ku ji bo destpêkirina dîrokê Rojhilata Navîn giring e. Rojhilata Navîn di dîroka baweriyan de xwedî cihekî girîng e. Dînên wekê mesîhî, cihûtî, zerdeştî û misilmanî li vê herêmê derketiye holê. Ji ber van sedeman jî li Rojhilata Navîn nasnameyeke taybet hatiye afirandin.

Rojhilata Navîn
Gelhe371 mîlyon (2010)
Welat
Ziman
Bajarên mezin
Nexşeya rojhilata navîn bi Kurdistan

Piraniya welatên Rojhilata Navîn (ji 18 de welatan 13) beşek ji welatên ereb in. Welatên herî qelebalix ên herêmê Kurdistan (Kurdistan niha welatek jeoçandî ye), Misir, Tirkiye û Îran in û Erebistana Siûdî ji aliyê rûberê ve welatê herî mezin ê Rojhilata Navîn e. Dîroka Rojhilata Navîn ji demên kevnar vedigere ku bi hezar salan girîngiya jeopolîtîk a herêmê tê naskirin.[1][2][3] Ereb komên etnîkî yên sereke li herêmê pêk tînin, li pey van Kurd, Fars, Tirk, Azerî, Qiptî û Yewnaniyên Qibrisî tên.

Li Rojhilata Navîn bi giştî li avhewa germ û ziwa heye, nemaze li herêmên Ereb û Misrê. Çend çemên mezin ku ji bo avdaniya ji bo piştgirîkirina çandiniyên li deverên sinorkirî yên li vir hene ku wekê Deltaya Nîlê li Misrê, Çenên Dîcle û Feratê ya Mezopotamyayê (Kurdistanê) û hewza Çemê Urdunê ku piraniya Şamê digire. Ev herêman bi hev re wekî Heyva Biadan têne zanîn ku ji aliyê dîroknasan demek dirêj wekî dergûşa şaristaniyê hatiye binav kirin. Berevajî vê, peravên Levantê û piraniya peravên Tirkiyê, beşek ji Kurdistanê xwedan avhewayên bi nermî yên ku bi avhewaya Deryaya Navîn ve girêdayî ne û beşek jî bi havînan xwedî avhewayek hişk û bi zivistanan jî xwedî avhewayek sar û şil in. Piraniya welatên ku sinorên wan li Kendava Farisî ne, xwedan rezervên neftê yên mezin in ku welatên Nîvgirava Erebî bi taybetî di warê aborî de ji hinardekirina neftê sûd werdigirin. Ji ber avhewaya hişk û girêdayîbûna giran a li ser pîşesaziya sotemeniya fosîlê dibe ku di pêşerojê de ji bo Rojhilata Navîn bibe sedema guhertina avhewayek giran.

Rojhilata Navîn li ber derûna Ewrasyayê û Afrîkayê û Deryaya navîn û Okyanûsa Hindî ye. Ew cih û navenda derketina olên wekî xirîstiyanî, îslam, cihûtî, manîçeyî, êzîdîtî, durzî, yarsan û mandeanîzm e. Olên wekî mîtrasî, zerdeştî, manîçeyanîzm û baweriya behaîtî li rojhilatê navîn derketine holê. Di dirêjiya dîroka xwe de Rojhilata Navîn bûye navendeke sereke ya karûbarên cîhanê; meydana stratejîk, aborî, siyasî, çandî û olî de hestiyar e. Herêm yek ji wan herêman e ku di warê çandinî de weku herêmeke serbixwe hate îlan kirin û Çanda, çandiniyê ji Rojhilata Navîn belav bû. Di dema neolîtîkê de ev çand li herêmên cuda yên cîhanê mîna Ewropa, Geliyê Indus ê û Afrîkaya Rojhilat belav bû.

Beriya avabûna şaristaniyan, çandên pêşketî di Serdema Berîn de li tevahiya Rojhilata Navîn ava bûn. Lêgerîna erdên çandiniyê ji hêla cotkaran, û erdên şivaniyê ve ji layê gavanan ve dihat wateya koçberiyên cûda yên li herêmê.

Serdema îslamiyetê

biguhêre
  Gotara bingehîn: Dîroka îslamê

Piştî belavbûna îslamê, nasnameya bingehîn a Rojhilata Navîn olê îslamê ye. Îslam wek cilekî xwe li Rojhilata Navîn kiriye. Çand, dîrok, siyaset, zanistî û hemû tiştên Rojhilata Navîn guherandine.

Di olê îslamê de piştî mirina Muhemedî, pêxemberê îslamê, hindek guherîn çêbûn ku heta niha hem bandora xwe li îslamê, li Rojhilata Navîn û li cîhanê jî kiriye. Piştî wefata pêxemberê îslamê, îslam dibe du çiqên sereke; Sunîtî û Şiîtî. Jêkvebûna van herdu grûbên siyasî bingeha xwe ji hilbijartina xelifeyê îslamê werdigire. Aligirên Şiîtiyê dibêjin ku mafê xelifetiyê yê îmam Elî ye û mafê hersê xelîfeyên din nasnakin. Di dewama fikrên xwe de dibêjin ku xelîfetî piştî îmamê Elî jî, mafê zurriyeta îmam Elî ye. Li hemberî van fikran, alîgirên Sunitiyê bi dûçûna nijadî hilbijartina xelîfeyê îslamê qebûl nake. Civaka misliman kê hilbijêre, ew dibe xelîfeyê îslamê. Ehlê Sunet, serokê civaka misliman wek xelîfe bi nav dike û hemî erkên îslamê di destê xelîfe de ne. Lê alîgirên Şiîtiyê serokê civaka îslamê wek îmam bi nav dikin. Her wiha alîgirên Şiîtiyê bawer dikin ku îmamê 12emîn berze ye û di axirê zeman de dê vegere dinyayê û wek Mehdî binav dikin. Di Şiîtiyê de jî bi navê îsmaîlî grûbek heye ku bawer dikin, îmamê 12emîn berze nebûye û îmamên dînê îslamê heta niha berdewam in û hetta serokê wan yê niha Axa Xan e. Heta dîroka modern ya Rojhilata Navîn em tesîra van herdu mezheban dibînin. Xelîfeyên îslamê bi dûçûna xwestina civakê û hêza grûbekê tê hilbijartin lê berevajî vê Îmamê îslamê bi dûçûna sîlsîleya nijadî tê tesbît kirin.

Proseya şerê cîhanî yê yekem

biguhêre
  Gotara bingehîn: Şerê cîhanî yê yekem

Şerê cîhanî yê yekem li sala 1914ê destpê kir û heta sala 1918ê berdewam kir. Lê heta ev şer xelas bûyî Împeretoriya Osmaniyan perçe perçe bû û ji aliyê dewletên îtilafî hate dagir kirin.

Di 9ê gulana 1916ê de Sir Edward Grey û balyozê Fransayê yê li Londonê di navbera xwe de hinek biryar wergirtin,li başûrê Anatolyayê 5 herêm dîzayn kirin. Bii dûçûna biryaran[4];

  1. Herêmeke bi rengê qehweyî: Quds û Yafayê û Filistînê dihundirîne
  2. Herêma inglîzan:Besra,Bexdad û Xaneqîn. Brîtanyaya Mezin eger bixwaze dikare li vir rêvebirin û kontrolê bike
  3. Di navbera Peravên Sûrî(Bêrût, Entekya, Îskenderûn), Kîlîkya(Mêrsîn, Edene) û Dîcleya Jor (Meraş, Dîlok, Riha, Amed) de herêmeke Fransayî
  4. Di herêmên 4. û 5. de jî Fransa jî, Brîtanya jî amade ne ku li vir dewleteke serbixwe ya ereban biparêzin. Lê ev herêmên han jî ji aliyê van herdu dewletan ve hatin dabeşkirin. Cihê Fransayîyan ku wek herêma A tê zanîn; Şam, Heleb û Mûsilê heta sinorê Îranê dihundirîne. Cihê inglîzan ku wek herêma B tê zanîn; Çola Sûrî, Tîkrît û ji sinorên herêma A heta Xaneqînê dihundirîne.

26 nîsana 1916ê Rûsan jî daxwaznên xwe ji van herdu dewletan gotibû ku Rûsî bi wergirtina herêmên başûrê Wanê û Bidlîsê vê planê qebûl dike.

Serdema modern

biguhêre

Welatên Rojhilata Navîn

biguhêre
Dûgel
Herêmên serxwe

Egerên giringiya Rojhilata Navîn

biguhêre
  • Cografiya/erdnîgarî: Rojhilata Navîn di keve navbera 3 parzemînan de (Ewropa, Asya û Afrîka) ji ber vê çendê ew boye pireka çandî û aborî dinêvbera van sinoran de.
  • Ayîn: Rojhilata Navîn landika (derguşa) hersê ayînên esmanî ye (Ayînê îslamê, Cuhî û Krîstiyan). Van hersê ayîna çanda xwe li vê deverê bi pêş xistiye.
  • Çand: Herweha li Rojhilata Navîn şaristaniyên mezin peyda bûne, û boye egera pêşketinên zanistî. Herwesa salnama Cîhanî ji vêdere destpêkirîye weku ji dayik buna Hezretî Îsa li Betlehmê (Îsraêl).
  • Mêjo: Rojhilata Navîn peywendiyên mêjoyî yên corbecor li gel gelek deverên cîhanê heye û hebuye. Eve jî ew kawdan û rûdanên weku Împeratoriya Romê, Împeratoriya Bîzansê, Seferên Xaçperestan, Împeratoriya Osmanî, Şerê Cîhanî yê Yekem, dagîrkeriya Mongoliyan, kolonîyalên Brîtanî û Fransî û herwiha bandorên Amerîka û Sovyeta caran.
  • Aborî: Rojhilata Navîn berpirsîyare bi beşekê herî mezin yê neftê ewa ku rojane tê mezaxtin. Kanala Suezê li Misrê yek ji rêyên herî giring ya deryayî ye li cîhanê.
  • Ramyarî (politîk): Rojhilata Navîn devereka pir bi pevçone. Di nava gelên corbecor da pevçon heye weku kurd û ereb, kurd û faris, Filistîn û Îsraêl û herwiha hêlîna îslama radîkale.

Ji layê cografî û siriştî ve Rojhilata Naverast beheşta ser zemîne. Pire ji çiya û deşt û newalan û baniyan. Keşûbayê vê herêmê bi şêwyekê wesa yê goncay bo, ku bibîte egerê peydabûna jiyara mirovan di serdemên kevin da. Ev çende jî ji rûpelên mêjoyê diyare ku berî 12000 salan bo êkemîm car kiştûkal li vê herêmê hatiye afrandin. Pileya germê di hemî werzan da wesa ya goncay bo ku bibîte egerên destpêka jiyana mirovan li vê deverê.

Herwesa di serdemên Sumeriyan da yasa hate afirandin. Hamurabî damezrênerê Împeratoriya Sumeriyan bo. Hamurabî yê xodan şiyan bo û di şiya bibîte damezrênerê yasa ya bingehîn jî . Bi kurtî mirov di şêt bêjît ku jiyana mirovan li vê herêmê destpêkiriye û di gelek waran de ta radeyekî bi pêşketiye. Di serdemê nû jî da Rojhilata Naverast kariye bibîte cihekê stratîjîk yê aborî di navbera 3 parzemînan da. Mirov di karît bêjît ya bote ye pireka abroî di navbera 3 parzemînan da.

Ji layê ayini ve Rojhilata Naverast ya navdera bi 3 ayinên esmanî (Ayînê îslamê, Cuhî û Xiristîyan). Ev hersê ayin ta roja îro jî têne perêstin. Bawerkerên van ayina evroke di belavin li hemî cîhanê.

  • Modern Ortadoğu Tarihi, James L. Gelvin
  • Ortadoğu Tarihi, Youssef M. Choueiri
  • 20. Yüzyılda Ortadoğu Ekonomileri Tarihi, Roger Owen/Şevket Pamuk

Çavkanî

biguhêre
  1. ^ Cairo, Michael F. (18 çiriya pêşîn 2012). The Gulf: The Bush Presidencies and the Middle East (bi îngilîzî). University Press of Kentucky. ISBN 978-0-8131-3672-1.
  2. ^ History of the Office of the Secretary of Defense: The formative years, 1947-1950 (bi îngilîzî). Government Printing Office. ISBN 978-0-16-087640-0.
  3. ^ Kahana, Ephraim; Suwaed, Muhammad (13 nîsan 2009). Historical Dictionary of Middle Eastern Intelligence (bi îngilîzî). Scarecrow Press. ISBN 978-0-8108-6302-6.
  4. ^ Musul Sorunu, Vladimir F.Minorsky, r:23, Weşanên Avestayê