Durzî

Komeke etno-dînî ji herêma Levantê

Durzî (bi erebî: دَرْزِيّ, darzî an دُرْزِيّ durzî, pl. دُرُوز)[1] ku ji xwe re dibêjin el-Muwaḥḥidûn (tê wateya 'yekxwedayî' an 'yekperest')[2] komeke etnodînî ya ezoterîk a ereban e ku li herêma Levantê dijîn.[3][4][5] Ev kom girêdayî baweriya durzî ye ku dîneke îbrahimî, yekxwedayî û senkretîk ku bingehên sereke yên baweriyê yekîtiya Xwedê, vejîn û bêdawiya giyanê destnîşan dikin.

Durzî

Ala



Logoya Durzî
Nifûs1.500.000 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Her çend baweriya durzî ji îsmaîlîtiyê pêşketibe jî, durzî xwe wekî misilman nabînin.[6] Ew ziman û çanda erebî wekî parçeyên yekbûyî yên nasnameya xwe diparêzin û erebî zimanê wan ê bingehîn e. Piraniya ayînên olî yên durziyan veşartî ne,[3] û kesên derve nikarin derbasî ola durziyan bin. Zewacên di navbera olan de kêm in nayin xwestin. Di nav durziyan de kesên ruhanî hene, ku bi navê "uqqāl" têne zanîn, û yên laîk ên bi navê "cuhhāl", ku li ser meseleyên dinyayê radiwestin. Durzî bi çerxa vejînê bawer dikin. Piştî temamkirina çerxa ji nû ve zayînê bi riya vejînên li pey hev, giyan bi hişê kozmîk (al-ʻaql al-kullī) re yek dibe.[7]

Durzî gelek hurmetê didin Shuaib, û bawer dikin ku ew û Jethroyê Incîlê heman kes in. Ew Adem, Nûh, Îbrahîm, Mûsa, Îsa, Muhemmed û îmamê îsmaîlî Muhammed ibn Îsmaîl wek pêxember dihesibînin.[8] Wekî din, kevneşopiya durziyan kesayetên wekî Selmanê Faris, el-Xidir (ku ew bi Elijah, Yûhennayê Noqdar û Saint George dihesibînin), Eyûb, Lûqayê Mizgînvan, û yên din wekî "şîretkar" û " pêxemberan" qebûl dikin.

Baweriya durziyan yek ji komên olî yên sereke li Levantê ye, ku hejmara wan di navbera 800,000 û mîlyonek e. Ew di serî de li Libnan, Sûrî, û Îsraêlê dijîn, digel civakên piçûktir ên li Urdunê. Ew ji %5,5ê nifûsa Libnanê, %3 ji nifûsa Sûriyê û %1,6 ji nifûsa Israîlê pêk tînin. Civatên durzî yên herî kevin û qejtir bi niştecîh li Çiyayê Libnanê û li başûrê Sûriyê li derdora Cebel El-Durzî ("Çiyayê Durzî") hene. Civata durzî di teşekirina dîroka Levantê de rolek pir girîng lîst, û îro jî li wê derê rolek girîng a siyasî dilîze. Wek hindikahiyeke olî, ew gelek caran rastî çewsandina ji aliyê rejîmên cuda yên misilman hatine, di nav de tundrewên îslamîst.

Çend teorî li ser eslê druziyan hene, di nav wan de hîpoteza erebî ji aliyê dîroknas, rewşenbîr û rêberên olî yên durzî ve tê pejirandin. Ev hîpotez bi awayekî girîng bandorê li xwenasîna durzî, nasnameya çandî û kevneşopiyên devkî û nivîskî dike.[9] Li gorî vê yekê koka gelê durzî ji diwanzdeh eşîrên ereb tê, ku berî Îslamê koçî Sûriyê kirine.[9][10] Ev perspektîf ji aliyê tevahiya civakên durzî yên li Sûriye û Lubnanê, û herwiha ji aliyê piraniya durziyên Îsraîlê ve, tê qebûlkirin.[11]

Çavkanî

biguhêre
  1. ^ "Dictionary.com | Meanings & Definitions of English Words". Dictionary.com (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 9 kanûna pêşîn 2024.
  2. ^ "Merriam-Webster's encyclopedia of world religions ; Wendy Doniger, consulting editor".
  3. ^ a b "Druze | History, Religion, People, Syria, Israel, Lebanon, Community, Arab, & Facts | Britannica". www.britannica.com (bi îngilîzî). 8 kanûna pêşîn 2024. Roja gihiştinê 9 kanûna pêşîn 2024.
  4. ^ Quigley, John B. (2005). The Case for Palestine: An International Law Perspective (bi îngilîzî). Duke University Press. ISBN 978-0-8223-3539-9.
  5. ^ Harrison, Simon (2006). Fracturing Resemblances: Identity and Mimetic Conflict in Melanesia and the West (bi îngilîzî). Berghahn Books. ISBN 978-1-57181-680-1.
  6. ^ "Druze in Syria". rpl.hds.harvard.edu (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 9 kanûna pêşîn 2024.
  7. ^ "Religion - Druze Faith". web.archive.org. 14 sibat 2016. Ji orîjînalê di 14 sibat 2016 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 9 kanûna pêşîn 2024.
  8. ^ Finegan, Jack (1981). Discovering Israel: An Archeological Guide to the Holy Land (bi îngilîzî). Eerdmans. ISBN 978-0-8028-1869-0.
  9. ^ a b Izzeddin, Nejla M. Abu (1 kanûna paşîn 1993). The Druzes: A New Study of Their History, Faith, and Society (bi îngilîzî). BRILL. ISBN 978-90-04-09705-6.
  10. ^ Makārim, Sāmī Nasīb (1974). The Druze Faith (bi îngilîzî). Caravan Books. ISBN 978-0-88206-003-3.
  11. ^ Firro, Kais M. (14 kanûna pêşîn 2023). A History of the Druzes (bi îngilîzî). BRILL. ISBN 978-90-04-66178-3.