Yûhenayê Noqkar

pêxember

Yûhenayê Noqkar an jî Yehya, li gorî ayînên îbirahîmî zilamekî dîn û pêxember û gotinbêjê peyva Xwedê bû.

Gora Yehya Nebî, li mizgefta Umeye ya Şamê
Yûhenayê Noqkar li gorî tabloyeke El Greco (El Greko), 1600-1605

Çîrok û serkanî biguhêre

Çîrok û serkaniyên herî kevin nivîsarên Metta, Marqos, Lûqa û Yûhenna ne. Dibêjin Endrawis pêşî şagirtê Yûhennayê imadkar bû û piştre li pey Îsa Mesîh çû, bû şagirtê wî. Dîroknasê cihû, Ûsivê Flaviyus jî li ser Yûhennayê imadkar nivîsî [1].

Jiyana Yûhenayê Noqkar li gorî Încîlê biguhêre

Dibêjin navê bavê wî Zekerya û navê diya wî Êlîzabêt bû. Ew herdu ji dûndana birayê Mûsa û Harûn bûn û ji bo demeke dirêj bê zarok man, lê dîsa Xwedê di kalîtiya wan de kurek da wan [2].

Çaxê Yûhenna derket û dest bi hinkirinê kir, xelkê guman dikir ku ew bi xwe Mesîh e, lê wî ev yek qebûl nekir û li ser xwe weha got: "Ez ew deng im ku li çolê gazî dike: 'Riya Xudan rast bikin!' wek ku Îşaya pêxember gotibû." (Îşaya 40:3)

Tê gotin ku wî xelk ji bo hatina Mesîh amade dikir û berê gel dida Îsa Mesîh, da ku baweriya xwe bi wî bînin. Gelek pêxemberên din hebû,lê ew yê tenê bû ku mirovên tobedar di avê de imad dikirin (noq dikirin); ev bû nîşana tobekirinê û nîşana afûbûna gunehên wan (Lûqa 3:3-20).

Cara pêşî ku Yûhena Îsa dît, wî got: "Va ye, Berxê Xwedê yê ku gunehên dinyayê radike" (Yûhena 1:29). Bi vê yekê wî kifş kir ku Îsa wê wek qurbanekê ji bo gunehên mirovan bimire.

Yûhenayê Noqkar ji aliyê Îsa û ji aliyê xelkê ve wek pêxember hatiye pejirandin (Metta 11:7-19; Metta 14:5).

Hêrodês Antîpas, mîrê Celîlê, Yûhena li qesrê Maxêrus avêt zîndanê, çimkî Yûhena li hember gunehê wî rabû û jê re gotibû: "Nabe ku tu jinbira xwe bînî." Piştî demekê ew di zîndanê de hat kuştin, serê wî jêkirin (Metta 14).

Pirtûka Încîl dibêje jî ku çaxê Yûhenayê Noqkar hatibû girtin, Îsa dest bi hînkirinê kir û hin bi hin şagirtên Yûhenna fêm kirin ku Îsa bi xwe ew Mesîh e, yê ku Yûhena li ser gotiye.

Yûhenayê Noqkar li gorî ayînên din biguhêre

Di Quranê de, pirtûka pîroz a Îslamê, Yûhenayê noqkar pêxemberê paşîn ê sêyemîn e ku berî Īsā ibn Maryam ( Îsa ) û Muhemmed (Sura 3.39) e.

Çavkanî biguhêre

  1. ^ Tarîxa Cihûyan 18.117 (94 PZ)
  2. ^ Lûqa 1