Rewşenbîr, ji kesê ku di nava civakê de ku bi zimanê wê ramanên weke felsefe û hwd pêş dixin re tê gotin. Kesê ku di nava civatê de ku bi zimanê civate ramanên xwe bi vî rengî li ser aqil re tînê ser ziman, ji wî re rewşenbîr tê gotin.

Navê rewşenbîr, li ser koka rewşen ku rewşa bi rohnî û bihiş tînê ser ziman ava ya[çavkanî hewce ye]. Gotina rewşen jî, di kurdî de li ser koka re û ankû ava ya ku bahse rêya têreçûnê dike ya[çavkanî hewce ye].

Di çerçoveya gotina rewşen de ev dibê weke çûyinek bi hiş û hişmendî. Farqe di nava gotina "rewşenbîr" ya "nivîskar" de jî ew a ku nivîskar, tenê yê ku dinivîsêne ya. Mirovên nivîskar ên weke rojnemavan û hwd in. Rewşenbîr jî, zaneyên ku ramanê bihişmendî pêşdixin in. Mirov dikarê ji yekî rewşenbîr re di her rewşe de jî bêje nivîskar. Lê mirov nikarê ji yekî nivîskar re di her rewşê de bêje rewşenbîr[çavkanî hewce ye]. Rewşenbîr, bi ramana ku pêş dixe re xwediyê wê rewşenbîrîyê ya.

Mirovên weke Mîtra, Zerdeşt, Manî, Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran, Ehmedê Xanî û hwd mirov dikarê weke rewşenbîr bi nav bike[çavkanî hewce ye].

Çavkanî biguhêre