Daryûsê Mezin

Çaremîn şahê Şahînşahiya Axamenîş
(Ji Daryûs I hat beralîkirin)

Daryûs I, ango Daryûsê Yekê, an jî Daryûsê Mezin (wekî Daryûş û Dara jî tê zanîn). (549 b.z.– nêzî 485 b.z.), şahanşahekî dewleta farisên Hexamenişî bû. Ew lawê Vîştaspa (yewnanî: Hystaspes) bû û bavê Xeşeyerşa bû. Şahê Daryûs I di navbera salên 521ê berî zayînê û dor 485ê berî zayînê de şahîtî kir.

Daryûsê Mezin
𐎭𐎠𐎼𐎹𐎺𐎢𐏁
Şahanşah
Wêne:Darius the great. jpg.jpg, Darius detail on the Darius vase.jpg
Serwerî29ê îlona 522 b.z.ançiriya pêşîn 486 b.z.
Yê paşîXeşeyerşa I
Jînenîgarî
Navê rastîDārayava(h)uš
𐎭𐎠𐎼𐎹𐎺𐎢𐏁
Roja jidayikbûnê550 b.z.
Mirinçiriya pêşîn 486 b.z.
XanedanHexamenişî
Împeratoriya Hexamenişî di sînorên wê yên herî mezin de
Gora Daryûs I li Neqşî Rustemê (Îran)

Etîmolojiya navê Daryûs biguhêre

  • Daryûs bi latînî Darius an jî Dareus e û ji peyva yewnanî Dareios e. Dareios jî kurteya navê bi farsiya kevin Dārayavauš[1][2] e.

Dārayavauš ji zimanê elamî Da-ri-(y)a-ma-u-iš[3][4]. Nav bi akkadî dibe Da-(a-)ri-ia-(a-)muš[3], bi aramî Dryhwš û bi aramiya kevn Drywhwš e[çavkanî hewce ye].

  • Li gora zimannas Dâr[1][5] peyvekê "farsiya kevn" e, û wergerina vê peyv "parastin / ragirtin / dest dan ser" e. Herweha manaya "vau" bi "farsiya kevn" "baş" e.

Dîrok biguhêre

Di dema Daryûs I de li împeratoriyê gelek serîhildan der ketin. Dema wî de Babîl du caran, sê caran, Elaman sê caran, Îyonya li hembera karger serîhildan. Ji bo wan serîhildanan jî Împeratorî lawaz bû û Daryûs I li hembera Yewnana kevnare di Cenga Maraton de bin ket. Lê dîsa jî wî Împeratorî li Qefqasya, Pontos û Ermenistan belav kir û bi Saka û Turaniyan re ceng kirin. Di wan cengan de wî dest bi nerîtên nûyên wek dan dana leşkeran û wan antrenman kirin, kirin.

Daryûs I di dema xwe de dewlet organîze kir û gorî Satrap ango herêman karger kir. Gorî Herodot wî împeratorî parva 20 satrapan kirî bû û ew satrapan ji aliya satrapan dihat karger kirin û wek otonom bi navenda împeratorî ve girêde bû.

 
Daryûs, fîrewn, pêşkêşiyan dide Anubis (en) (British Museum (en))

Avakirinên wî biguhêre

Daryûş di dema xwe de paytexta împeratoriyê Persepolis çêkir. Li ber wî dema Kûruş de Pesargad paytexta împaratorî bû û paş wî persapolis ava kir re kargera xwe bira wir. Li persapolis bêtir wî navbera Sûweyş û Nîl de kanaleke bo keştiyan kola. Dîsa gorî tabletên Persapolisê wî navbera Susa (bajerekî îroj li Xûzistanê) û Sardis (îroj nêzi Manisayê) rêyeke keyî çêkiribû.

Girêdanên derve biguhêre

Çavkanî biguhêre

  1. ^ a b http://sitemaker.umich.edu/mladjov/files/persia_achaemenid_period.pdf[girêdan daimî miriye]
  2. ^ http://www.iranicaonline.org/articles/darius-i
  3. ^ a b Kopîkirina arşîvê, ji orîjînalê di 9 nîsan 2012 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 18 sibat 2013{{citation}}: CS1 maint: archived copy as title (lînk)
  4. ^ http://www.languagehat.com/archives/004080.php
  5. ^ Kopîkirina arşîvê, ji orîjînalê di 27 kanûna paşîn 2013 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 18 sibat 2013{{citation}}: CS1 maint: archived copy as title (lînk)