Hêrodotos

dîroknasê yewnanî
(Ji Herodot hat beralîkirin)

Hêrodotos, Hêrodot an jî Hêrodotê Halîkarnasosî (bi yewnaniya kevn: Ἡρόδοτος Ἁλικαρνᾱσσεύς, lat. Herodotos Halikarnāsseús "Hêrodotosê Halîkarnasosî"; bi latînî: Herodotus), (rawejî 484 b.z.), m. (425 b.z.) dîroknas û nivîskarek yewnanî bû. Qasî ku tê zanîn Hêrodot dîroknasê herî pêşî ye, Marcus Tullius Cicero ji bo wî gotîye "Bavê Dîrokê". Ew bi pirtûka xwe ya bi navê Dîroka Hêrodot tê naskirin.

  • Hêrodotos
  • Ἡρόδοτος
  • Hêrodotos
Navê rastî
Ἡρόδοτος Ἁλικαρνᾱσσεύς Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Jidayikbûnc. 484 b.z. Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Halicarnassus Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Mirinc. 425 b.z. Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Thurii Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
HevwelatîHalicarnassus Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Pîşe
Xebat
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Jiyan biguhêre

Hêrodotos li Halîkarnasosê, Bodruma îro li Tirkiyeyê, hatiye dinê. Li gorî ensîklopediya bîzansî ya Sûda (Souda), li ser Dîrokê, wî hewldaye hikûmeta stemkar bide erdê, lê bi ser neketiye. Ji ber vê yekê, ew çû Girava Samosê xwe li wir veşart. Paşê ew derkete gerekê û çû welatên farisan, Misir, Babîl, Ûkrayna, Îtalya, Sîcîlya, Atînayê. Ew careke din venegeriya Halikarnasosê. Dema çûyî Atînayê wî bi kesên mezinên wê demê re pêwendiyên xurt danîn û di nav van kesan de Sofokles û Perîkles jî hebûn.

Pirtûk biguhêre

Hêrodotos pirtûkekê li ser dîrokê û gerên xwe bi nave Dîroka nivisand. Ev pirtûk para bêhtir li ser împeratoriya Farisan, Misira kevnare, Med û jiyana rojane ya gelên wî dîtî bû.

 
Bustê Herodotos

Binêre biguhêre

Dîroka Hêrodot

Çend gotinên wî biguhêre

Girêdanên derve biguhêre