Misira kevnare navê giştî yê welatê Misira dîrokî (ya berî zayînê) ye. Navê misirî yê vî welatî Kemet e û kare bi 'Warê reş' bê wergerandin. Herwiha, ev gotin ji deltaya çemê Nîl hatiye wergirtin, li cihê ku her sal ava Nîl bilind dibe û piştî vekişandinê erda der û dorê bi celbên reş tijî dike. Gava celbê tarî zêde bû, ev dihate vê watê ku wê cotkarî pir berdar derbas bibe. Naveke din ê vî welatî 'Ta meri' (T3 mrj) bû û wek 'Welatê hezkirî' tê wergerandin.[çavkanî hewce ye]

Misira kevnare
  • Şaristaniya kevn
  • herêma çandî
  • welatê dîrokî
  • herêma dîrokî Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
30°Bk 31°Rh / 30°Bk 31°Rh / 30; 31
ParzemînAfrîka Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
DewletMisir Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dema avabûnê
Dema destpêkirinê
Dema bidawîbûnê
  • 395 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
  • Prehistoric Egypt
  • Predynastic Period of Egypt Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge
Sfenksê mezin û pîramîda Kefren li Gîzeyê
Nexşeya Misira kevnare

Dîrok biguhêre

Pêkhatin û damezirandina çanda misirî digihêje heta demên herî kevnar ên mirovahiyê. Çanda ku îro wek çandeke pêşketî bi nav û deng e di çaxa berî hanedanê de (bi îngilîzî Predynastic period) destpêkir, gava ku li Misira Jorîn împeratoriyeke yekem hat damezirandin. Digel hereketên leşkerî yên dagîrkirinê ev împeratorî her ku çû berve Deltaya Nîlê meztir bû. Li wê derê Misira Jêrîn a îro hate bidestxistin - û bi vê pêşketinê yekem gava yekbûyîna împeratoriyê hat kirin.

Di çaxa Predînastî û Xanedaniyên Destpêkê de, avhewaya Misrê ji ya îroyîn pir kêmtir hişk bû. Herêmên mezin ên Misirê di nav savannayên daran de bûn û bi keriyên zozanên çêrvanan re derbas bûn. Pevçûn û fauna li hemî derdor pir zêde bûn û herêma Nîlê piştgirî da nifûsên mezin ên çûkên avê. Nêçîr ji bo Misriyan karekî gelemperî bû. Çaxa yekem car bû ku li misirê gelek ajal hatin kedîkirin.[1]

Nêzîkî 5.500 sal b.z. eşîrên piçûk ên ku li geliyê Nîlê jiyan dikirin di nav rêzek çandî de pêşkeftî bûn ku kontrola zexm a çandinî û xwedîkirina ajalan nîşan didin û ji hêla potir û tiştên xwe yên kesane yên wek kum, destmal û miherkan têne nas kirin. Ji van çandên destpêkê yên li Misrê ya jorîn (Başûr) ya herî mezin çanda Badariyan bû. Ew ku ji Çola Rojava derketine û bi seramîkên xwe yên bi kalîte, amûrên kevirî û bikaranîna sifir dihatin naskirin.[2]

Li pêyî Badariyan çanda Naqada hat: Amratî (Naqada I), Gerzeh (Naqada II) û Semainean (Naqada III). Naqadiyan gelek pêşketinên teknolojîk bi xwe re anîn. Di çaxa Naqada Iyê da, berê Misirîyên prednastîk ku ji Etiyopyayê dihatin anîn ku pê kêr û tiştên din ên ji flakê dihata bikaranîn.[3] Di demên Naqada II de, delîlên destpêkê yên têkiliya bi Rojhilata Nêzîk re, nemaze Kenan û peravên Byblos re hene. Di heyameke bi qasî 1000 salan de, çanda Naqada ji çend civakên cotkar ên piçûk pêşve çû û bû şaristaniyek bi hêz ku serokên wê bi tevahî li ser gel û çavkaniyên geliyê Nîlê kontrol dikirin.[4] Li Nekhen (bi Yewnanî, Hierakonpolis) û paşê li Abydos navendeke hêzê ava kirin. Di vî heyamê de serokên Naqada III kontrola xwe ya Misrê ber bi bakurê Nîlê ve berfireh kirin.[5]

Civak biguhêre

Pirraniya gelê misirî cotkar bûn û jiyaneke zehf sivik derbas dikirin. Erdên wan ên biçûk hebûn, ên ku li dora qeraxên çemê Nîl xwe dirêj dikirin. Li ber çemê Nîlê, gelê misirî yê kevin salê 8-9 meh genim, mêwe û zebze diçand. Ji ber ku ew mecbûr mabûn jiyana xwe bi cotkarî û ajaldariyê derbas bikin (bona têrkirina zikên xwe), wan bizin, berx û ga jî xwedî dikirin. Herwiha, ji bo demên sêlavê her sal depoyên xwarinê jî dihatin amadekirin.

Rola civakî ya jinan bi tevahî nehatiye ronîkirin, lewra hê jî tê guftûgokirin ka jin bi çi havî tevlî jiyana civakî bûne, lê dîroknas li ser vê mijarê wiha li hev dikin ku rewşa wan wek di dema Yewnanistana Kevnar de pir baş bûye. Wer xuya dike ku jin û mêr li gorî qanûnê wekhev bûn, lê rastiyek e ku jin pir nadîr digihîştin pozîsyonên rêveberiyê. Gelo di vê mijarê de jin rastî tengasiyan dihatin an na, an jî bi dilê xwe nadixwestin bikevin karên wiha naye zanîn. Ji cavkaniyên dîrokî yên wê demê ew derdikeve holê ku jimara jinên tevlî rêveberiyên bilind bûne pir kêm in. Lê di pîşeyên aşvanî û bîra çêkirinê de çavkaniyên misirî destnîşan didin ku gelek jin wek xebatkar aktîv bûn. Herwiha, nivîsên dîrokî yên wê demê pir caran qala xwedîkirina jinên bî dikin. Evya kare wek kêmbûna îmkanên bi dest xistina abor ji bo jinên bî kare bê fehmkirin. Jin û mêrên zewicî bi giştî monogam dijîyan. Polîgamî heta neha tenê ji bo keyaniyê û hin memûrên bilind hatiye îspatkirin.

Di wê demê de gelek bebik û zarok ji ber nexweşî û birçîbûnê dimiriyan, lewra malbatên ku çiqas zêde zarok xwedî dikirin, ewqas jî prestîja wan hebû. Demajoya jiyanê ya gelemperî jî pir ne bilind bû. Misirî hertim bi vê baweriyê bûn ku xwedayên wan li hêla wan in. Tirsa wan bi pirranî ji sextekarî û 'ruhên nexweş' hebû. Li gorî baweriya wan, gava ku mirovek dimiriya, ruhê wî kesî diçû seyahatekê bo ku bigihêje welatê miriyan. Û heger tirbek dihate şaetandin, ruhê ew kesê mirî xwe li ser rêya xwe winda dikir û bi ketina xewnan heyfa xwe ji mirovan dihilandin. Tê gotin ku rojekê fîrewnekî, piştî ku ruheke wendayî ketiye xewna wî û jê re qala derdê xwe kiriye, biryar daye ku goristaneke hilweşandî ji nu ve avabike da ku ruhên nexweş dîsa bikevin riya rast û bigihêjin welatê miriyan.

Dîn biguhêre

 
Perestgeha Luksor ji milê çepê ve
 
Dîmenek ji pirtûka deriyan, pirtûka derheqê jiyana pistî mirinê, ji dîwarên gora fîrewn Ramses IV., Geliyê fîrewnan
 
Dîmeneke perestgeha Isiss a li Philae yê

Di dema Misira kevnare de ji her xwedayekî re perestgehek dihate avakirin. Û di her perestgehê de peykerê heman xwedayan hebûn. Car caran di perestgehên miriyan de (ên ku wek 'Perestgehên mîlyon salan' dihatin bi nav kirin) beşên taybet ji bo pîrozkirina xwedayan hebû. Di ew demên kevin de fîrewn wek kesayetên pîroz û olî dihatin hesibandin. Piştre wek qasidên di nava cîhana mirovahî û ya ruhan dihatin qebûlkirin. Ji ber vê sedemê peykerên fîrawinan jî hebûn: gel bi vê baweriyê bû ku bi pîrozkirina wan wê welat refahtir bibe.

Her roja sibehê berî berbanga rojê berpirsyarê perestgehê digel mûmikekî perestgehê digeriya û diçû pêşkêşgehê, li cihê ku peykera pîroz di qefeseke girtî de dihate veşartin. Piştre li deriya qefesê dixist û wiha, bona ji xew rakirinê deng li xwedayan dikir. Bi vê merasîmê re xweda ji xew radibûn û dikete hundirê peykerên xwe, yên ku wek xaniyên wan ên li ser erdê dihatin hesibandin. Berpirsiyarê  perestgehê peykerê dişuşt û wek silavdayînê bi pêçiya xwe ya biçûk rûna dara erz û ya mîrra li heniyê peykerê dikir (ew rûn wek rûnên pîroz dihatin qebûlkirin). Kinc li peykerê dihatin lêkirin û xwarin û vexwarin wek daşte jê re dihatin pêşkêşkirin.

Herwiha, car caran kulîlk jî jê re dibirin, ji ber ku olperest bi vê baweriyê bûn ku xweda bi xwe di behna kulîlkan de ne. Bi vî havî qurban ji xwedayan re dihatin dayîn, sewa ku xêr û xweşiya li erdê firehtir bibe. Ji xwarin, vexwarin û kulîlkan bêhtir şerab, parfum û bixûr jî sewa xwedayan dihatin qurbankirin. Bixûr ji bo qewitandina cin û nersiziyên xeraw dihate bikaranîn û ji aliyê berpirsiyarên perestgehê ve di odeyên taybet de dihate amadekirin. Tarîfa çêkirina bixûrê ê li ser dîwarên ew odeyan de nivîsî bûn. Di çarçoveya merasîman de peyker ji bo çerxkirina di qadan de ji perestgehê dihat derxistin, lê dîsa kesî nikarîbû rûyê peykerê bidîta û lewra serê wê bi paçekê digirtin.

Perestgeh navenda bajêr bû. Pir caran berpirsyarên perestgehê tevlî rêvebiriya şaredariyê dibûn, zarokan perwerde dikirin, ji bo tendûristiya gel wek bijîşk kar dikirin û pirtûkxane dimeşandin. Temsîlê herî bilind ê perestgehê firawûn bû. Gel bi xwe karîbû ji xwedayan re qurbanên xwe pêşkêş bike, lê çima ku têketina hundirê perestgehê ji wan re qedexe bû, qurbanên xwe li pêşiya perestgehê birêdixistin. Herwiha, di perestgehan de perwerde ji berspirsiyarên ciwan re dihat dayîn. Piştre ew li nêzî perestgehê li ber behreke sûnî rûdiniştin, ji ber ku pêwîst bûn her şev û roj xwe du car tê de bişon: bi vî havî ruh û canê wan paqij dima. Ji ber heman sedemê divê her roja duwem hemû canê xwe tiraj bikin. Li ser xaniya perestgehan pir caran cihekî taybet ji bo xwendin û şopandina stêrkan peyda bû. Stêrkên li dora stêrka bakûrê wek 'yên bêdawî' dihatin bi nav kirin, ji ber ku ew di hemû salê de li şûna xwe dihatin xuyane. gerstêrk girêdayî xwedayan bûn, yên ku - gel di vê baweriyê de bû - bi keştiyan ezmên derbas dikirin.

Siyaset û rêveberî biguhêre

Qiraliyet biguhêre

 
Fîrewnê bi du tacî û riyê a merasîmê.

Welat ji aliyê fîrewnê weke welateke navendî dihat birêvebirin, û fîrewn bi xwe wek kurê rojê dihat qebûlkirin. Gel wî wek temsîlê xwedayan ê li rûyê erdê pîroz dikir û di vê baweriyê de bû ku ew erkeke pîroz dimeşîne. Loma hêz û mafê wî bêsînor bû. Ew xwediyê tenê yê hemû erd û rezan bû: çi li ser wê rûerdê hatibe çandin jî, ya fîrawinê tenê bû. Zelalbûnên xwezayî yên erdê û hemû qezenckiriyên şeran ên wî tenê bûn. [6] Fîrewnê bi gelemperî rêveberiya xwe ji wergirtina textê heta dawiya jiyana xwe dimeşand. Gava ew dimiriya, paşhatiyê wî kurê wî yê herî mezin bû. Fîrewn û malbata wî di sarayeke taybet de dijiya. Saray ji aliyê malbata pîroz ve hatibe bikaranîn jî, ji raya giştî re vekirî bû û bi pirranî li paytexta welêt peyda bûbû. Kar û armanca herî mezin a qiralê hertim rihetî û serkeftina welêt û Maat (başbûyîna nîzama cîhanê) bû. Hemû qanûn û ferman bi destûra wî derdiketin, aborî û danûstandin jî di bin kontrola wî de bûn. Her wiha, ew serokê artêşê jî bû û bernameyên avahî lêkirinê - bi taybetî avakirina perestgehan - di bin emrê wî de bûn. Ji bilî vê, reformên pêwîst derbas dikir, wezîrên bilind ên ku di mijarên rêveberiyê de alîkariya wî dikirin hildijart û ji kesên ku serkeftinên balkêş bidestdixistin xelata zêrîn dida wan. Ji vê bêhtir, ew ji bo bi cih anîna ol û îbadetan jî berpirsiyar bû û sewa vê armancê berpirsiyarên perestgehan  hildijart.

Meth lê daneke taybet ji jiyana wî ya bêdawî ya piştî mirinê hebû. Lewra di dema rêveberiya wî de dest bi avakirina gora wî ya qiralî dihat kirin. Di 30'emîn rojbûyîna wî de, û piştre her sê salan carekê, mîhrîcana Sed (ji bo tezekirina rêveberiya fîrewnan) dihat pîrozkirin. Ji bilî vê yekê, pîrozbahiyên din ên wek ya seydê - bi taybetî ya seyda hîpopotam û şêran - û mîhrîcana yekbûyînê hatin lidarxistin. Di çarçoveya mîhrîcana yekbûyînê de qiral weke paşhqtiyê yekemîn qirala Misirê dihat pîrozkirin, yê ku li gorî gotegotê (rîwayetê) emperatiriyê ji nu ve kiribû yek.

Sembolên tîpîk ên fîrewnê 'du-tac', mara Uraeus û riyê merasîmê bûn.

Çavkanî biguhêre

  1. ^ 1948-2000., Antaki, Ikram, (1992). El secreto de Dios. Joaquín Mortiz. ISBN 968-27-0546-0. OCLC 651483370. {{cite book}}: |paşnav= sernavekî bi reqaman bi kar tîne (alîkarî)CS1 maint: extra punctuation (lînk) CS1 maint: multiple names: lîsteya nivîskaran (lînk)
  2. ^ compiler., Hayes, Harold, (1969). Smiling through the apocalypse : Esquire's history of the sixties. McCall Pub. Co. ISBN 0-8415-0002-9. OCLC 52186.{{cite book}}: CS1 maint: extra punctuation (lînk) CS1 maint: multiple names: lîsteya nivîskaran (lînk)
  3. ^ "Origin of flint". www.ucl.ac.uk. Roja gihiştinê 6 kanûna paşîn 2022.
  4. ^ "Naqada chronology". www.ucl.ac.uk. Roja gihiştinê 6 kanûna paşîn 2022.
  5. ^ 1910-2004., Shaw, Artie, (1991), Artie Shaw., Time-Life Music, OCLC 26093687, roja gihiştinê 6 kanûna paşîn 2022 {{citation}}: |paşnav= sernavekî bi reqaman bi kar tîne (alîkarî)CS1 maint: extra punctuation (lînk) CS1 maint: multiple names: lîsteya nivîskaran (lînk)
  6. ^ Thomas Schneider: Lexikon der Pharaonen (Ensîklopediya Fîrawinan). Albatros, Düsseldorf 2002, ISBN 3-491-96053-3, S. 28.

Pirtûk biguhêre

  • Alessandro Bongioanni: Ägypten – Das Land der Pharaonen (Misir - Welatê firawinan). Neuer Kaiser, Klagenfurt 2005, ISBN 3-7043-5045-1.
  • Wolfgang Helck: Kleines Lexikon der Ägyptologie (Ensîklopediya bicûk a misirnasî). Harrassowitz, Wiesbaden 1999, ISBN 3-447-04027-0.
  • Erik Hornung: Einführung in die Ägyptologie (Têketina misirnasiyê). Capkirina 6'emîn. Wissenschaftliche Buchgesellschaft, Darmstadt 2008, ISBN 978-3-534-21647-5.
  • Hermann A. Schlögl: Das Alte Ägypten: Geschichte und Kultur von der Frühzeit bis zu Kleopatra (Misira kevin: Dîrok û cand ji destpêkê heta Kleopatrayê). Beck, München 2006, ISBN 3-406-54988-8.