Omer

Xelîfeyê îslamê

Omer, Emer, Omerê bin Xetab (bi erebî: عمر ابن الخطاب‎, lat. Umar ibn Khattab) di navbera salên 634-644'an de duyem xelîfeyê ayîna Îslamê ye. Di 591ê de li Mekeyê hatiye dinê û di 644'an de hatiye kuştin.[1]

Omer bin Xetab
Navê Omer bi erebi
Navê rastî
أبو حفص عمر بن الخطاب العدوي القرشي
Jidayikbûn591
Mirin644 (53 Salî)
Medîne, Erebistana Siyûdî
EsilEreb
Bernav
  • Omer el-Farûq
    (Başî û nebaşiyê ji navhev dertîne)
  • Dadmend
HevwelatîDewleta îslam
MeqamXelîfeyê Îslamê yê 2'emîn Serdem 634-644
DewrSerdem 634-644
DînÎslam
HevjînZeynep bint Maz'ûn
Zarok8 Law 4 keç
Dê û bav
  • Xetab bin Nufeyl (bav)
  • Hanteme bint Hîşam (dê)
biguhêreBelge

Kurtnasî

biguhêre

Navê bavê wî Xetabê kurê Nufêl, navê diya wî Hanteme bû û ji êla Qureyşiyan bûn.

Duyem Xelîfeye ola Îslamê ye (634-644). Piştî Ebûbekir ew dibe Xelîfe û nav oldarên Îslamên da wek Xelîfeye herî bidad tê nasîn.

Cara yekem di dema wî da walî û qadî ji hev cûda tê ve guhêztin. Salnameya Hîcrî wek salnameyek fermî tê pejirandin.

Dîsa dema wî da di pêvajokî kurt de welatên mîna Îraq, Îran, Kurdistan, Xorasan, Sûrî, Filistîn û Misir Misilmantiyê dipejirîne û dikeve bin ala Îslamê.

Bûyîna Omer ibn Xetab

biguhêre

Omer 13 sal di pey cenga Fîl, li Mekeyê hatiye dinyayê. Bi angorî gotina wî, ew çar sal di pey cenga Fîcar a mezin ji dayîka xwe bûye. (1)

Bavê wî Xetabê kurê Nufeyl e, neseba wî di Ke'b de digihîje Pêxember, ji qebîla Qureyş, ji mala Edî ye. Diya wî keça birayê Ebû Cehl (an jî keça apê wî) Henteme ye. (2)

Dîrok ji dema beriya mislimantiya wî pirr behsê nakin. Lê di piçûktiya xwe de ji keriyê bavê xwe re şivanî kiriye, dû re jî dest bi tîcaretê kiriye. Bi piranî bi tev karwanên ku diçûn Suriyê re hevaltî dikir. (3)

Di dewra cahiliyeyê de yek ji eşrefên Mekeyê bû û sefareta dewleta Mekeyê jî di dest wî de bû. Dema cengekî di navbera wan û hinekên din de çêba, Omer balyozê di navbera her du terefa bû; Omer çi raporê bida mekiyan bi angorî wê raporê hereket dikirin. Ger pirsgirêkekî di navbera du heb qebîleyên Mekeyê de derketa, Omer di vê pirsgirêkê de rolekî mezin dilîst û gotin û biryara wî, di vê pirsgirêkê de dihat qebûlkirin. (4)

Omer, xwedî mîzacekî sert û girêdayê bi baweriyên kevn va bû. Di destpêka Îslamê de, wî jî li hember mislimanan cephe girtibû. Wisan li urf û edetên xwe xwedî derdiket ku ji herkesî pirtir wî dixwest ji Îslamê re astengiyê derxe. Heta rojekî şûrê xwe girt û çu ku Muhemmed bikuje. Lewra bi angorî wî; Muhemmed pêxember dînê bav û kalê wan înkar dikir û tu hurmetekî Wî ji putên wan re tunebû. Di civînekî de mekeyiyan biryara kuştina Muhemmed dan, Omer jî di nava wê biryarê da bû. Ji hemiyan Omer şûrê xwe girt û bi rê ket ku biçe ji boy kuştina Muhemmed. Lê çuyîna wi, bû sedemê mislimantiya wî.

Mislimantiya wî

biguhêre

Omer di şeş saliya rîsaletê de bûbû misilman, dema ku ew bû misilman hejmara misilmanan bi qasî heftê-heyştê kesî hebû. (5)

Bi angorî ku Teberî ji Ebdullah bin Ebas riwayet dike, yê yekem ku misilmantîya xwe bi eşkerayî ji her kesî re îlan kiriye, Omer e. (6)

Omer beşdarî hemî cenga (wekî Bedir, Uhûd, Xendek, Xeyber) bû. Di hinekan de jî serleşkerî kiriye.

Bi hilbijartina Ebû Bekr ku bû xelîfe, Omer roleka pirr mezin lîst.

Piştî wefatkirina Ebû Bekr, Omer di sala 634'an de bû xelîfe. Xelîfeyê duyemin.

Hinek nûzayiyên di dewra Omer de

biguhêre
  • Dezgeha dîwanî hate saz kirin û qeydê leşkeran û meaş û hatiniyên wan ên cengê hatin nivîsandin.
  • Heya Omer erk qazîtiyê di dest parêzgar de bû. Lê Omer dezgehek dadwerxane serbixwe saz kir û ji serê dezgehê rê qazî ve guhêztin kir. Omer rêwerz dida qaziyan da ku di bîryarên xwe de ji zagona Îslamê dernekevin. Dadwerxane raste rast girêdayê bi Xîlafetê ve bû. Bi vê dezgehayê, wekheviya hemî hemwelatiyan zêdetir kete rewacê.
  • Di alîkariya bêçaran da ferqa navbera Misilman û ne Misilmanan rakir, hemwelatiyên bêçar ji kîjan dînî ba jî, ji dewleta Îslamê alîkariyê distendin.
  • Girîngiyek pir mezin da ser perwerdêhi. Di hemî herêmên ve girtin kir de mizgeft û pê ve girêdayî xwendegeh avakir. Ji bo xwendegehan ferzende ve guhêztin kir û meaşek zêde da wan, da ku gelê perwerdehiya bikin, kesek nezan nemîne. Wek tê gotin ku di dema Hz. Omer de çar hezar mizgeft hatine avakirin (7)
  • Rojmêr di dema Omer de hate pêk anîn. Omer hicreta Pêxember bingeh girt û di karên dewletê de rojmêr bikar anîn.
  • Ta heyama Omer de, perên biyaniyan di rayîcê da bûn, li alî Îraq û Îranê dîrhemên Farisan, li alî Sûriyê û Misirê jî dînarên Bîzansa dihat bikar anîn. Her çiqas Xalid bin Welîd di sala 15 hicrî de, li herêma Taberiyeyê dînarê Îslamî çê kirî bûn jî ewqas di rewacê de nebû. Omer di sala 17 hicrî de perê Îslamê kir rayîcê.[çavkanî hewce ye]
  • Hinek bajerên nû hatin avakirin wek Fûstat, Kufe û Besra.
  • Omer guhartina kizwet dikir û di nava gel de digeriya. Her wiha halên gel baştir fêhm dikir û pirsgirêkên wan çareser dikir.
  • Ji fermanberên xwe re gelek bi rêzkarî bû.

Di sala 644'an de ji aliyê xulamê Xiristiyan ê Farisî Fîrûz Nihawendî) an (Pîroz Nihawendî) ve hat kuştin.[çavkanî hewce ye]

http://www.serhed.org/modules.php?name=News&file=article&sid=577 Girêdana arşîvê 2015-05-12 li ser Wayback Machine

http://www.yehhu.com/biyografi.asp?islem=yolla&id=1602[girêdan daimî miriye]

1) Îbnul-Esîr, Usdul-xâbe, Qahire 1970, IV/146

2) Îbnul-Esîr, Usdul-xâbe, Qahire 1970, IV/146

3) H. Îbrahîm Hesen, Tarîxul-Îslâm, Misir 1979, I/ 210

4) Suyûtî, Tarihul-Hulefâ, Beyrut 1986, 123; Üsdül-gâbe, IV, 146

5) Îbn Sa'd / Tebeqetu'l Kubra / II/ 268-269

6) Suyûtî: Tarîxul-Xulefa / Beyrût 1986 /129

7) Ehmed en-Nedwî, Esrî-s-Seadet

Çavkanî

biguhêre
  1. ^ Kopîkirina arşîvê, ji orîjînalê di 28 nîsan 2015 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 4 kanûna paşîn 2015{{citation}}: CS1 maint: archived copy as title (lînk)