Îsra û Mîrac gorî îslamê bûyera ku Muhemmed pêxember ji mescîda Eqsa de der ketiye hizûra Xwedêye û di Quranê de bo wê wiha tê qal kirine:

Wênesaziya nîgaroka farisî ji sedsala 16-an de : Hilhatina Muhemmed li esmanê

Ji bo ku em hinek ayetên xwe nîşanî wî bidin, Xwedayê ku evdê xwe ji Mescîda Heram birîye Mescîda Aqsa ku me dora wê pîroz kiriye, ji kêmasiyan berî ye. Bi rastî ew bihîstkar û dîdar e. (Sûreta İsra-1)

Li gorî hedîsên sehîh ev buyer salekê berê hîcretê qewumî ye. Di hedîsan de û di gelek kitêbên sîyerê de di derheqê vê buyerê de gelek rîwayet hatine neqilkirin. Enes bîn Malîk, Malîk bin Se’se’e, Ebû Zer Elxefarî û Ebû Hûreyre teferruata buyerê rîwayet kirine. Ji xêynî vanan Omer, Elî, Ebdullah bin Ebas, Ebu Seîd el Xudrî, Xuzeyfe bîn Yeman û Eîşe jî hinek birrên vê buyerê neqil kirine. Di vê ayetê de Qur’an, qala qismekî rêwîtiyê tenê dike. Qala rêwîtiya ji Mescîdê Heram çuyîna Mescîdê Eqsa dike. Wekî ku di vê ayetê de jî tê qalkirin, mexseda Xwedê Teala, hinek ayetên xwe nîşanê evdê xwe bide. Qur’an ji vê ayetê pêve qala teferruata buyerê nake. Lê em teferruatên din ji hedîsan hîn dibin.

Şeva Mîracê, Di meha Recebê şeva bist û heftan de ye. Mîrac tê maneya derecê. Di vê şevê de resulullah derketîye esmanan ku mahîyeta wî em nizanin. Ehlê Mekkeyê bawerî nedianîn û pirr eza û cefa bi muslimanan didan kişandin. Pêxember pirr ber diket. Salek berê hîcretê pêncî û yek salî bu. Zeyd bîn Harîse girt û bi hev re çun Taîfê. Şîret û nesîhet li Taîfiyan kirin lê kesî bawerî pê neanî. Tinazê xwe pê kirin û bi destê zarokên xwe dan ber keviran. Ji ber vê buyerê re pirr xemgin bu. Piyê wî di nav birînan de mabu û serê Zeyd şikiya bu. Resulullah pirr mahzûn û xemgîn bû. Gava bi bêhêvî, xemgînî û bi betilandî vedigeriyan, li kêleka rê runiştin. Li wir xwediyê rez Şeybe û Utbe bi koleyê xwe Addas, ji her yekê re guşîyek tirî şand. Gava pêxember tirî xwar, bi besmele destpê kir. Addas wêçaxê fille bu. Gava ev kelîme bihîst ecêb ma û got: -Çend sale ku ez li virim, min ji kesî kelîmeyek wuha nebihîst. Ma ev çi peyve? Resulullah jê pirsî: -Tu Ji ku yî? Addas -Ji Nînovayê Resulullah: -Tu ji welatê Yunis î. Addas: -Tu wî ji ku ve nas dikî, Li van deran kes Wî nas nake? Resulullah: -Ew birayê min e. Ew ji wek min pêxember bu. Addas: -Xwediyê vî rûyê xweşik û van gotinê şêrîn ne derewîn e. Min bawer kir ku tu resulê Xweda yî. Ya resulullah, ev çendik û çend sale ku ez ji van derewînan re koletiyê dikim. Heqê her kesî dixwin û her kesî dixapînin. Ji bo ku malê dinyayê bicivînin û şehweta xwe tatmîn bikin, her rezîliyê dikin. Tu karekî wan ên baş tune. Ez ji wan dikerixim. Ez dixwazim bi te re werim. Resulullah(s.a.w) kenîya û got: -Aniha li cem efendiyê xwe bimîne. Hindik maye ku tuyê navê min ji her derê bibihîsî. Wê demê were cem min. Hinekî îstirhet kir û xwîn û birînên xwe paqij kirin. Paşê ber bi Mekeyê de meşiyan. Tarî ket erdê ketin bajêr. Çend mehan li mekkeyê tengî û cefa kişandin. Her aliyê wî neyar bu. Ciyê ku pêda here tunebu. Çu mala keça Ebu Talîp Ummu Hanî yê. Wê demê Ummu Haniyê hê bawerî neanî bu. Gava derî lêket pirsî: -Tu kî yî? Resulullah: -Ez kurê apê te Muhemmed im. Eger tu qebul bikî, ez bi mêvandarî hatim. Ummu Hanî: -Canê min qurbana te be mêvanê wek te ku xwedî gotina rast, emîn, bi rûmet û asîl be. Te berê bigota min ji bo te tiştek hazir bikira. Tiştekî ku ez îkramî te bikim di mala min de tune. Resulullah: -Ez xwarin û vexwarinê naxwazim. Di çavê min de tu tiştek tune. Ji bo ku ez ji Rebbê xwe re dua bikim û îbadet bikim cîyekî bide min. Ummî Hanî Resulullah girt hundir û hesir û teşt û misînek dayê. Resulullah wê rojê pirr êşiya bu. Destnimêj girt û lavayî ji Rebbê xwe re kir û efu xwest. Ji bo ku evdê wî bawerî bînin, ji Rebbê xwe re dua kir. Pirr betilî, birçî û xemgîn bu. Li ser hesîrê xwe dirêj kir û xew ve çu.

Wê gavê Xwedê Teala ji Cebraîl re got: -Min pêxemberê xwe pirr xemgîn kir. Min laşê wî û dilê wî pirr êşand. Di vê rewşê de jî, ji min re lavayî dike. Ji min pêve li tu tiştekî nafikire. Here Hebîbê min bîne. Cinnet û Cehennema min nîşanê wî de. Bira nîmetên ku min ji bo wî û ji bo ên ji wî hiz dike re hazir kiriye bibîne. Ezabê ku min ji bo ên bi wî bawerî naynin û bi hal û hereketê xwe û gotinê xwe wî diêşînin re hazir kiriye bibînin. Ezê wî teselî bikim. Ezê birînê dilê wî tedavî bikim.

Gava Cebraîl Ji bo Mîracê hat cem pêxember jê re wuha got: - Ey ewê di ser hemu Mehlukatî re! Ey berdilkê xaliqê xwe! Ey efendiyê pêxemberan, menbaya qenciyan û çavkaniya bilindiyan û pêxemberê bi rûmet! Rebbê te silavê li te dike û nî’metê ku nedaye tu pêxemberekî îhsanî te dike. Te dawetî cem xwe dike rabe kerem ke em herin. Wê şevê Cebraîl Hz. Pêxember li Buraqê siwar kir û ji Mescîdê Heram bir Mescîdê Aqsa. Pêxember li wir bi pêxemberên din re nimêj kir û paşê ber bi tebeqeyên esmanan ve bilind bu û rastî hinek pêxemberên mezin hat. Paşê ber bi tebeqeya herî bilind ve çû û çu hizura Xwedê Teala. Li mîracê pênc wext nimêj ferz bu. Paşê pêxember vegeriya Mescîdê Heram. Li gor hedîsekî di vê rêwîtiyê de cinnet û cehennem jî jê re hatiye nîşandan.

Li gor hedîsên ewle gava pêxember ji muşrîkên Mekeyê re qala vê buyerê kir, muşrîkan tinazê xwe pêkirin û ji mu’mînan jî, hinek kes ketin gumanê.

Ewên ku nîyêta wan hebu ku bibin misliman, di ser vê buyerê re dev ji misilmantiyê berdan. Muşrîk bi dilxweşî, kêf û şahî hatin mala Ebûbekir. Lewra zanibun ku ew mirovekî biaqil, bi hesab û xwedî tecrube ye. Li derî xistin û gotin: _ Ey Ebûbekir! Tu pirr carî çuy Qudusê û hatî. Baş dizanî. Ji Mekeyê heta Qudusê çuyîn û hatin çend rojan berxwe dide? Ebu Bekir: - Belê baş dizanim. Ji mehekê zêdetir berxwe dide. Muşrîk bi vê gotinê kêfxweş bun û gotin: “Halê mirovê jîr û bi tecrube awa ye. Keniyan û bi henek û tinazî jê re wuha gotin: - Efendiyê te dibêje, ez di şevekê de ji Mekkeyê çume Qudusê û hatime. Gava Ebu Bekir Navê pêxember bihîst wuha got: Eger wî gotibe rast e. Çuye û hatiye. Muşrîk şaş man û ji hev re gotin: -Wey lo Muhammed çi efsunkarekî mezin e. Sêhr li Ebûbekir kiri ye. Ebu Bekir hema cilê xwe li xwe kir û çu cem pêxember bi dengê bilind wuha got: - Ya Resulullah Mîr’aca te li ser xêrê be! Wê rojê Resulullah Ji Ebûbekir re got: “Sidîq”

Pênc wext nimêj li vir ferz buye û esasê baweriyê ku di Sûreta Beqere herdu ayetên paşîn de derbas dibe jî, li wir daketî ye. dîsa mizgîna ji ummeta wî kesê ku şîrk nekiriye wê têkeve cinnetê jî jê re hatiye dayîn.

Di vê şevê de Xwedê teala herdu ayetên dawî ji surê Beqereyê ferman kir:

Pêxember bi tiştê Rebbê wî jê ra daxistibu bawerî anî. Mu’mînan jî (bawer kirin). Hemuyan bi Xweda û melaîketên wî û kitêbên wî û pêxemberên wî bawer kirin û wuha gotin: “Em cudatî nakin nabeyna wan yekê, ji pêxemberên wî û gotibun: me bihîst û îtaet kir. (Ya Rebbî) me efu bike zivirandin (a me) bal bi te ve ye.” (Beqere:285)

Xweda li tu kesî, ji hêz (û quwwet) a wî pêve barekî lê bar nake. Qenciya ku dike ji wî ra ye û xerabiya dike jî, xisara wî ye. Rebbê me! Em ji bîr bikin yajî xeletekî bikin, tu me mesul negre. Rebbê me! Wekî ku te li ê berî me bar kiriya barekî giran li me jî bar neke. Me efu bike, mexfîretê li me bike û rehmê li me bike. Tu mewlayê me yî li hemberî qewmê kafir alîkariya me bike.(Beqere:286)

Dîsa di vê şevê de Xwedê Teala hinek wecîbe nîşanê Resulullah daye û di şexsê wî de li me jî ferman kiri ye. Evanan duwazdeh madde ye û ev maddeyana di sûreta Îsra ayetên 23 û 39. de derbas dibe: Emir kiriye ku ji wî pêve, ji kesî ra îbadet nekin û ji dê û bavê xwe ra qenciyê bikin. Eger ji wan yek yajî herdu li cem te bigîhîje extiyariyê ji wan ra nebêje “of” jî. Li wan hêrs nebe û gotinê xweş ji wan ra bibêje. (Îsra:23) Evanan ji hîkmetên Rebbê te ne ku me ji te ra wehîy kiri ye. Tu bi Xweda ra îlahekî din negre. Paşê tuyê bi gilî û gazin û qewurandî bikevî cehennem ê. (Îsra:39)

Divê vê şevê meriv bi rojî û bi îbadet derbas bike. Qur’anê Kerîm bixwîne û nimêj bike.

Çavkanî biguhêre

Fikrî Amedî[Girêdan daimî miriye]