Kemalîzm

(Ji Kemalîst hat beralîkirin)

Kemalîzm, ataturkperestî, alîgiriya Ataturk ji nêrîn, rêgez, nêzîktêdayîn, hezkirin, pesindayînên Mustafa Kemal Atatürk re dibêjin, ku ew wekî hîmên komara Tirkiyeyê jî tên nirxandin. Kemalîzm di destûra bingehîn a Tirkiyeyê de wekî xaleke sereke cihê xwe girtiye û bi makezagonê tê parastin. Herwiha zagonek taybet bo parastina kemalîzmê jî heye.

Mistefa Kemal Atatirk li Edirne hemwelatiyek eşkere dike (1930). Di dema serokatiya wî de, ew gelek caran di welatê de çû.

Rojavayî û pirraniya zana û zanistên cîhanê kemalîzmê wekî bîrdoziyekê nabînin, dişibînin nêrîna Baasî ya welatên ereban.

Formûlasyona dewletê ya fermî ya kemalîzmê

biguhêre

Gorî bîrdoziya fermî ya dewleta Romê (Tirkiye) kemalîzm îdeolojiyek e û ne tenê tirk, gelên cîhanê yên bindest jî dikarin jê sûdê werbigirin. Atatürk "bavê tirkan" e, wî komar, dewlet û neteweya tirk afirandiye, ruh û mêjî daye gel, dijmin û dagirker kiriye der, tirk ji tarîtiya paşverûtiya Asya û Rojhilata Navîn filitandiye, riya şarezabûnê, ango riya ewropayîbûnê daye ber gel. Li Tirkiyeyê di serî de artêş, dewlet, kemalîzmê diparêze, wekî ala welat qîmeta wê bilind dike.

6 prînsîbên kemalîzmê, ataturkperestiyê ev in:

  • Neteweperwerî
  • Komargerî (komarparêzî)
  • Gelperwerî (gelparêzî)
  • Dewletperestî (dewletparêzî)
  • Laîktî (laîsîzm)
  • Perisînparêzî (reformîzm)

Nêrîna ronakbîrên demokrat û lîberal bo kemalîzmê

biguhêre

Ew kemalîzmê wekî hîmên bingehîn ên dewleta tirk dibînin û di çarçoveya jiyan, kirin û temiyên Mustafa Kemal Atatürk de bisînor dikin. Gorî gelekan kemalîzm, dîktatoriyeke xas e. Kemalîzmê ne fêde lê ziyan daye civakê, gel ji koka xwe qetandiye, ne ji esasê lê ji dirûvê berê wê daye Ewropayê, bo sazûmaniya xwe ava bike û biparêze komkujiyên mezin kiriye. Ronakbîrên li dijî kemalîzmê ne, herwiha kemalîzmê wekî astengiya pêşiya demokrasiyê jî dibînin.

Kemalîzm û kurd

biguhêre

Bi şikestina împeratoriya Osmanî ve, bo cara yekem bi navê "tirk", ango "Tirkiye" welatekê tê avakirin. Welatên serdest pirraniya Anatoliya û parekê Kurdistanê dagir dikin. Dixwestin welatê ku bê avakirin, bi daxwaza wan be. Rola Mustafa Kemal Atatürk girîng dibînin û komara nû di berjewediyên xwe de dibînin û dipejirînin.

Kurd û tirk peyman datînin ku dewlet a hemiyan be, mafê gelan bê naskirin. Lê dema komar tê damezirandin û ji aliyê cîhana rojavayî ve tê qebûlkirin, Atatürk siyaseta xwe ya bo kurdan diguherîne, sozên daye betal dike. Kurd serî hildidin û serhildanên wan bi komkujiyan tên bersivandin. Ji ber ku Atatürk rêberê dewletê ye, kurd jî wî ji tevahiya neyîniyan berpirsiyar digirin. Ji bo kurdan kemalîzm, zordestî, komkujî, pesinandina zilmê ye, ev nêrîn wiha pêş ketiye.

Çavkanî

biguhêre
  • Şahinler Menter: Kemalismus. Ursprung, Wirkung und Aktualität. Anadolu, Hückelhoven 1997, ISBN 3-86121-072-X
  • Bassam Tibi: Aufbruch am Bosporus. Die Türkei zwischen Europa und dem Islamismus. Diana, München und Zürich 1998, ISBN 3-8284-5012-1
  • Leng Wang: Kemalism. A General Political Survey of the Rise of the Turkish Nationalism between 1918 and 1928. Dissertation, Stanford University 1929 (Digitalisat, PDF Girêdana arşîvê 2005-01-16 li ser Wayback Machine)
  • Atatürk Araştırma Merkezi: Atatürk'ün Söylev ve Demeçleri I-III. Ankara 2006 (Sammlung von Atatürks Reden und Ansprachen vom Atatürk-Forschungszentrum)
  • Gazi Çağlar: Die Türkei zwischen Orient und Okzident. Eine politische Analyse ihrer Geschichte und Gegenwart. Münster 2003, ISBN 3-89771-016-1

Girêdanên derve

biguhêre