Dadgehên serxwebûnê
Dadgehên serxwebûnê (bi tirkî: İstiklal Mahkemeleri), dadgehên awarte yên dewleta Romê (Tirkiye) in ku di sala 11ê îlona 1920an de hatine avakirin. Li dijî kurdan û mihalefetê hatine xebitandin. Gelek aliyên tarî yên van dadgehan hene, lewra herçendî nav dadgeh bin jî ev dadgehan bi fermanan dixebitîn.
Mustafa Kemal Atatürk û komara nû, kê bixwastan didan van dadgehan, darde dikirin. Gorî Uğur Mumcu[çavkanî hewce ye] evana ne dadgeh bûn, saziyên li dijî mihalefetê dixebitîn bûn. Meclîsa tirkan di 29ê nîsana 1920an de bi navê Hıyanet-i Vataniye Kanunu (Zagona Îxaneta Welat) dertîne. Kê li dijî Atatürk û kirinên sazûmaniyê derbikeve, bi vê qentûrê dihat girtin û darizandina wan jî Dadgehên serxwebûnê dikir.
Pêvajoya dadgehan
biguhêrePêvajoya yekem
biguhêreJi xebatên van dadgehan ên di navbera 18ê îlona 1920an heya 17ê sibata 1921ê re pêvajoya yekem dibêjin. İsmet İnönü fermana 14 dadgehan dide lê heft tên damezirandin. Bi damezirandina ya Amedê re hejmar dibe heşt. Cihên dadgeh ku lê tên danîn: Enqere, Eskişehir, Qonye, Isparta, Sêwas, Kastamonu, Pozantı û Amed.
Pêvajoya duyem
biguhêreJi xebatên dadgehan ên di navbera 30ê tîrmeha 1921ê heya çiriya pêşîn a 1923'yan re pêvajoya duyem dibêjin. Di vê pêvajoyê de gelek zanayên kurdan jî hatine darizandin. Bi taybetî zanayên kurd ên li bajarên tirkan dijîn.
Pêvajoya sêyem
biguhêreJi xebatên 1923 heya 1927an re dibêjin. Di 6ê nîsana 1925an de ji bo darizandina serhildêrên kurd, bi lez li Amedê Dadgeha Serxwebûnê ya Rojhilatê (Şark İstiklal Mahkemesi) tê damezirandin. Biryara îdama Şêx Seîd û pêşawayên din ên kurd, ev dadgeh dide.
Bi biryara van dadgehan bi fermî û gorî agahiyên dewletê, 2.000 kes hatine dardekirin. 3.919 kes bi cezayê îdamê hatine cezakirin. 40.000-60.000 kesan cezayên din girtine. Tê texmînkirin ku hejmara dardekiriyan û yên din gelek zêde ne, lewra heya niha destûra vekirina arşîvên van dadgehan nehatiye dayîn.
Çavkanî
biguhêreEv gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |