1980 – Li Eskişehirê, sendîka û rêxistinên girêdayî DİSKê mîtîngek li darxistin. Di mîtîngê de polîs çek bikaranî, 5 çalakger jiyana xwe ji dest dan û 4 kes jî birîndar bûn.
1994 – Li paytexta RwandaKîgalê, otomobîla ku serokkomarê Ruandayê Juvenal Habyarîmana û serokdewletê BurundîCyprien Ntaryamira tê debûn, teqiya û di encamê de her du serokkomar mirin. Dotira rojê di navbera komên etnîk yên Hutu û Tutsî de li gelemperiya welêt şer derket. Tenê di mehên nîsan û tîrmehê de bi kuştina Hutuyên di mûxalefetê de nêzî mîlyonek kes hatin kuştin.