1994 – Kuştineke faîlê wê nediyar pêkhat. Li Batmanê di encama êrîşeke çekdarî de Şerîf Gezer ê 18 salî û Suleyman Yigit ê 17 salî jiyana xwe ji dest dan.
2002 – Partiya Karkerên Kurdistan PKK, 8emîn kongreya xwe li darxist û navê xwe weke Kongreya Azadî û Demokrasiya KurdistanKADEK guhert. Encamên kongreyê di 16ê nîsanê de li paytexta BelçîkaBrukselê bi civîneke çapemeniyê ji rayagiştî re hatin eşkerekirin.
2016 – Li Nisêbînê di dema qedexeya derve de (roja 22.), hêzên YPSê bi rokêtavêjan erîşî leşkerên tirk kirin. Di encamê de serdarek û berbazek mirin û 2 leşker jî brîndar bûn.[1]
1968 – Yek ji serokên têkoşîna bê fermaniya sîvîl û mafên mirovan Martin Luther King di 39 saliya xwe de li Memphisê hatiye kuştin. Luther, li Amerîkayê serokatiya tevgera ku mafên welatiyan diparast, dikir. Martin Luther King bi merasîmeke ku 150 hezar kes beşdar bûbûn, hatiye definkirin.