Neqşbendî terîqeteka sofîtîyê ya Îslamî ye ko Behaedîn NeqşbendîBuxarî damezrînerê wê ye. Ev terîqet bi xwe tayek ji terîqeta Xwacekanî ye ko damezrînerê wê jî Xwace Yusifê Hemedanî bû.

Xaneqaha Neqişbendî li bazara bajarê Seqiz

Di cihana Îslamî da, ev terîqet yek ji terîqetên herî berbelav yên sofîtîyê ye û nemaze li Hindistana dema desthilatdarîya mexolan da gelek belav bû. Gelek ji sofîyên Kurdistanê bi rêya Mewlana Xalidê Kurdî bûn neqşbendî.

Saloxetên wê biguhêre

Gelek kes dibêjin ko mirov nikare bi rastî biblje ko Neqşbend damezrînerê vê terîqetê ye, ji ber ko ew her berdewamiyeka terîqeta Xwacekanî bû. Di vê terîqetê da, zikirê bi dengê bilind, xelwetkirin û sema nîne. Ev bervajî terîqeta Qadirî ye ko têda sema heye û bi dengê bilind zikir dihêt kirin.

Alîgirên wê biguhêre

Di nav şopînerên Şêx Xalid de du kes hebûn ku di dîroka Kurdistanê de bûn sedema rolên mezin. Yek ji wan Seyîd Ebdullahê Nehrî bû yê din jî damezrînerê malbata Barzaniyan Şêx Tacedîn bû[1]

Behaeddînê damezrînerê vê terîqetê bi xwe ji mirîdên Ebdulxaliqê Xecduwanî bû. Piştî damezirandina terîqeta neqişî jî, du mirîdên wî, (Xwace Elaedînê Ettar û Xwace Mehmedê Parsa) di belavkirina terîqetê da pirr xebitîn. Ev terîqet bi rêya Mewlana Xalidê Neqşbendî yê Şehrezorî gehişt Kurdistanê jî.

Çavkanî biguhêre

  1. ^ (Kürt Millyetçiliğinin Tarihi, Kökenleri ve Gelişimi, Wadie jwaideh, r:115