28ê hezîranê
<< | Hezîran 2022 | >> | ||||
Du | Sê | Ça | Pê | În | Şe | Ye |
1 | 2 | 3 | 4 | 5 | ||
6 | 7 | 8 | 9 | 10 | 11 | 12 |
13 | 14 | 15 | 16 | 17 | 18 | 19 |
20 | 21 | 22 | 23 | 24 | 25 | 26 |
27 | 28 | 29 | 30 | |||
Rojên salê |
BûyerBiguherîne
KurdistanBiguherîne
CîhanBiguherîne
- 1895 – El Salvador, Honduras û Nîkaragûa, Komara Mezintir yê Amerîkaya Navîn (Greater Republic of Central America) ava kirin.
- 1914 – Arşdûka Awistriyayê Franz Ferdinand û jinê wî Sophia ji alî nîjadperestek sirb yê bi navê Gavrilo Princip ve hatiye kuştin. Ev bûyer ji Şerê Cîhanî ya Yekem re bû sedem (casus belli).
- 1919 – Di dawiya Şerê Cîhanî ya Yekem de di navbera Dewletên Mittefîq û Almanyayê de Peymana Aştiyê ya Versayê hatiye îmzekirin.
- 1936 – Japonya, li bakurê Çînê bi navê Mengjiangê dewletekî kukla ava kir.
- 1942 – Şerê Cîhanê yê Duyemîn: Almanyaya Nazî li dijî Yekîtiya Sovyetan bi nasnavê Case Blue dest bi êrîşek havînê yê stratejîk kir.
- 1950 – Şerê Koreyê: Bajarê Sêûlê ku aniha li Korêya Başûr dimîne ji aliyê qewetên Korêya Bakur ve hatiye bidestxistin.
- 1950 – Şerê Koreyê: Tê îdiakirin ku di navbera 100,000 û 200,000 sempatîzanên komunîst yên gumanbar di Komkujiya Bodo Leagueyê de hatine qetilkirin.
- 1964 – Malcolm X, Rêxisitina Yekîtiya Afro-Amerîkiyan ava kir.
- 2000 – Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, qerar da ambargoya ku li dijî Kubayê danîbû û 41 sal dewam dabû kirin nerm bike.
- 2006 – Montenegro wekî endamê 192. ji Neteweyên Yekbûyî re hatiye pejirandin.
- 2011 – Google projeyê xwe ya nû yê torên civakî a bi navê Google+ê îlan kir.
JidayikbûnBiguherîne
- 1712 – Jean-Jacques Rousseau, fîlosof, nivîskar, awazvan û têorîstek siyasî yê swîsreyî-frenseyî
- 1867 – Luigi Pirandello, helbestvan, şanonivîs, nivîskarê îtalî, xwediyê Xelata Nobelê
- 1906 – Maria Goeppert-Mayer, fîzîknasa alman-amerîkayî, xwediyê Xelata Nobelê
- 1940 – Muhammad Yunus, aborîzanê bangladeşî, xwediyê Xelata Nobelê
- 1943 – Klaus von Klitzing, fîzîknasê alman, xwediyê Xelata Nobelê
MirinBiguherîne
- 1836 – James Madison, siyasetmedarê amerîkî, Serokdewletê Çarem yê Amerîkayê
- 1914 – Franz Ferdinand, mîrê împaratoriya Nemsa - Macaristanê
- 1942 – Yanka Kupala, dramatîker, weşanger, wergêr û helbestvanê neteweyî yê Belarûsê
- 2007 – Orhan Dogan, siyasetmedar, dadnas û parlamenterê kurd
Cejn û salvegerBiguherîne
(Cejnên ku di vê rojê de tên pîrozkirin)