Yanka Kupala
Yanka Kupala (jdb. 7ê tîrmeha 1882an li Wyazînka, nêzîkê Mînsk; m. 28ê hezîrana 1942an li Mosko, navê berê Îvan Damînîkavîç Lusevîç) dramatîker, weşanger, wergêr û helbestvanê neteweyî yê Belarûsê ye. Bi tevî Yakub Kolas û Maksîm Bahdanovîç di hişyarbûna neteweyî ya belarûsiyan de roleke sereke lîstiye. Bi belarûsî ji vê pêvajoyê re Ji nû ve bûyîn (Адраджэнне) dibêjin.
Yanka Kupala Я́нка Купа́ла | |
---|---|
Navê rastî | |
Jidayikbûn | 7ê tîrmeha 1882an |
Mirin | 28ê hezîrana 1942an (59 salî) Mosko (Rûsya) |
Sedema mirinê | Falling from height |
Cihê goristanê | Military cemetery in Minsk |
Esil | Belarûsî |
Hevwelatî | Împeratoriya Rûsî, Belarusian People's Republic, Komara Sovyet a Sosyalîst a Belarûsê, Yekîtiya Komarên Sovyet ên Sosyalîst |
Perwerde | |
Pîşe | Helbestvan û nivîskar |
Meqam | |
Hevjîn | |
Dê û bav | |
Xelat | |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Zaroktî û ciwanî
biguhêreDi malbateke xizan de tê jiyanê. Dema dibistana amadeyî ya gel bidawî dike, di karên cuda de dixebite. Salên 1903/04ê de yekem car bi polonî helbestan diweşîne. Yekem helbesta wî ya bi zimanê belarûsî di kovara Naşa Nîva de tê weşandin.
Êdî helbestvanekî navdar e
biguhêreSala 1908ê diçe Vîlnayê di redaksiyona Naşa Nîvayê de dixebite. Helbestên wî di kovarên cuda de tên weşandin. Bi hatine şoreşa Bolşevîkan re demên dijwar jî destpê dikin û ew jî para xwe ji viya digire.
Di şerê cîhanê yê I de wî digirin eskeriyê û di avakirina rê û kolanan de dixebite. Sala 1919ê diçe Mînskê, dikeve xebata avakirina şanoya neteweyî ya belarûsî, zanîngeha dewletê û akademiya zanistiyê. Heman salê yekem hejmara rojnameya Звон (ku.: Cangoçk)ê dertînin ku gerînendeyê giştî yê weşanê Kupala bû. Heya sala 1926ê di gelek kovar, rojnameyan de dixebite yan wan dertîne. Ew herwiha berhemên navdar ên cîhanê jî werdigerîne zimanê belarûsî.
"Ji nû ve bûyîn"
biguhêreSala 1930yê êdî ew û hevalên xwe bala xwe berdidin serxwebûn û azadiya Belarûsyayê. Di berhemên xwe de pêvajoya "ji nû ve bûyîn"ê tînin ziman. Rêxistineke polîtîk jî dadimezirînin lê biser nakevin. Kupala carekê dixwaze xwe bikuje lê namire.
Dawiya temenê xwe de li Kazan a nêzîkê Moskowê dijî. Di hotêlekê de ji pêpelûkan dikeve, jiyana xwe jidest dide.
Girêdanên derve
biguhêre- Kurtejînenîgarî ji slounik.org
- Jînenîgarî[girêdan daimî miriye] di Ensîklopediya Mezin a Sovyetê de
- Berhemên bijartî Girêdana arşîvê 2010-08-20 li ser Wayback Machine (be/en/ru/ua/)
- Weißrussische Anthologie - Ein Lesebuch (de/be)
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |