Kazan
Kazan (bi tatarî: Казан, Kazan), paytexta Komara Teteristanê, benderekî mezin li berava çepê ya çemê Volgayê. Yek ji mezintirîn navendên aborî, siyasî, zanistî, perwerdehî, çandî û werzîşî yên Rûsyayê. Kremlîna Kazanê di lîsteya Nirxên cîhanî yên UNESCO'yê de cîh digire. Bajar di fermiyetê de wek paytexta Rûsyayê ya sêyemîn hatiye tomarkirin. Fermî û nefermî wek peytexta federalîzma Rûsyayê û paytexta teterên cîhanê tê binavkirin. Di sala 2005an de 1000-saliya bajêr hat pîrozkirin.
Kazan Казань | |||||
| |||||
Kargêrî | |||||
---|---|---|---|---|---|
Welat | Rûsya | ||||
Dûgel | Rûsya | ||||
Oblast | Teteristan | ||||
Demografî | |||||
Gelhe | 1.143.535 (2010[1]) | ||||
Berbelavî | 1865 kes/km² | ||||
Erdnîgarî | |||||
Rûerd | 425.3 km² | ||||
Koordînat | 55°47′27″Bk 49°06′52″Rh / 55.79083°Bk 49.11444°Rh | ||||
Agahiyên din | |||||
Koda postayê | 420xxx | ||||
Koda telefonê | (+7) 843 |
Taybetmendiyên fîzîk-cografî yên bajêr
biguhêreErdnîgarî
biguhêreDirêjahiya bajêr ji bakur heta başûr 29 km ye, berahiya ji rojava heta rojhilat 31 km ye. Li rojava, navend û başûrê rojavayê xwe bajar xwe disipêre çemê Volga. Li Kazanê pireyeke ku li ser çemê Volga re derbas dibe, heye. Di nav bajêr re çemê Kazanka derbas dibe û bajar dike du paran. Herdu parên bajêr bi pireyan û xetên metro ve tên girêdan.
Erdê bajêr raste û girî ye. Li navenda bajêr rasteyên bi navê Zabûlaçyê, Prêdkabanyê, Zakabanyê, Arskoyê polê û girên bi navê Kremlyovskî, Marûsovskî, Fêdoseyevskî, Ametyevo, Çiyayê yekemîn û duyemîn û her wek din, hene.
Bajar pirr avî ye, ji derveyî çemên Volga û Kazanka û şaxên wan gelek gol û lîtav hene. Sê golên herî mezin: Kabana jorîn, Kabana navîn û Kabana jêrîn; golên din: gola Lêbyajyê, gola Glûbokoyê, gola Hêşîn, golên sunî: gola Îzûmrûdnoyê, gola Komsomolskoyê û yên din.
Avhewa
biguhêreAvhewaya Kazanê kontînental û navîn e. Di taybetmendiyên avhewaya bajêr de qers û germahiyên mezin tune ne, lewma kêm caran çêdibin. Herî pirr ba ji başûr û ji rojava tên. Bilindahiya berfê navîn e, herî pirr di mehên sibat û adarê de berf bilind dibe û digihîje 38 sm. Hejmara rojên sayî, ewrahî û girtî, 40, 169 û 149 e. Meha herî ewrahî çiriya paşîn e, yên herî sayî tîrmeh û tebax in. Biharê û payîzê mij çêdibin, di tevahiya salê de mij 16 rojan didomin. Germahiya navîn havînê +17-20 °C, zivistanê −12-9 °C.
Kazan | ||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||
---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|
Diyagrama avûhewa | ||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||
|
Germahî û barîna nîvekî ya mehane ji bo Kazan
Çavkanî: wetterkontor.de
|
Çavkanî
biguhêre- ^ (rûsî)Hejmara rûnişvanên Rûsyayê