Roj (dem)
dem
Roj yekîneyeke wextê ye ku di bikaranîna rojane de bi bîst û çar saetan re têkildar e.
Roja teqwîmî ji demjimêr 24:00 ê bi şev (ji 12:00 an 00:00 jî tê gotin) heya 24:00 şevê din e.
Di hefteyekê de heft roj hene. Ev roj wek Duşem, Sêşem, Çarşem, Pêncşem, Înî, Şemî û Yekşem tê binavkirin. Rojên hefteyê nîvê şevê saet di 24.00 de dest pê dikin û şeva din di heman saetê de diqedin.
Di salekê de 365 roj hene. Di mehekê de 28, 29, 30 an 31 roj hene.
Mehên bi 30 rojan: Nîsan, Hezîran, Îlon, Çiriya paşîn.
Mehên bi 31 rojan: Kanûna paşîn Adar, Gulan, Tîrmeh, Tebax, Çiriya Pêşîn, Kanûna pêşîn.
Têbînî: Sibat 28 roj in. Ji 4 salan carekê, meha Sibatê 29 roj in.