Belarûs bi fermî Komara Belarûsê (bi belarûsî: Беларусь, Belarus; rûsî: Белоруссия, Belorussija), welatekî bê derya yê li Ewropoya rojhilat e. Welat li rojhilat û bakurê rojhilat bi Rûsyayê, li başûr bi Ûkrayna, li rojava bi Polonyayê re û li bakur rojava bi Lîtvanya û Letonya re hevsinor e. Rûerda Belarûsê 207.600 kîlomêtre çargoşe ye û bi nifûsa 9.2 milyonê, Belarûs 13em-mezintirîn û 20em welatê herî qelebalix ê Ewropayê ye.[1] Mînsk paytext û bajarê herî mezin ya welêt e; ev wek bajarekî xwedî statuyeke taybet cuda tê rêvebirin.

Беларусь Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Belarûs
Рэспубліка Беларусь Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Ala Mertal
Dirûşm: Hospitality Beyond Borders Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Sirûd: My Belarusy Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Belarûs li ser nexşeyê
Map
Paytext
53°31'42"Bk, 28°2'48"Rh
Zimanên fermî
Zimanên tên bikaranîn
Rêveberî pergala serokatiyê Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
 •  Serokdewlet Alexander Lukashenko (1994–) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
 •  Serokwezîr Roman Golovchenko (2020–) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Avakirin
 •  Dema avakirinê 25 tebax 1991, 19 îlon 1991 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre 
 •  Rûerd 207.595 kîlometre çargoşe Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Gelhe
 •  Giştî 9.200.617 (2023) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Demjimêr
Hatûçûna ajotinê
  • right Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Koda telefonê +375
Malper
https://www.belarus.by/, https://www.belarus.by/ru/, https://www.belarus.by/by/, https://www.belarus.by/cn/ Li ser Wîkîdaneyê biguhêre

Di navbera serdema navîn û sedsala 20an de, dewletên cihêreng de axên Belarûsê îro kontrol kirin ku di nav wan de Kievan Rus', Mîreketiya Polotskê, Mîrîtiya Mezin a Lîtvanyayê, Yekîtiya Polon û Lîtvanî û Împeratoriya Rûsî hebûn.[2][3][4] Di encama Şoreşa Rûsyayê di sala 1917 de, dewletên cûda rabûn ku ji bo meşrûiyetê di nav şerê navxweyî de pêşbaziyê kirin, ku di dawiyê de bi bilindbûna Belarûsa Sovyet, ku di sala 1922an de bû komara damezrîner a Yekîtiya Sovyet, bi dawî bû.[5] Piştî şerê Polonya-Sovyetê, Belarûs nîvê axa xwe ji aliyê Polonya winda kir. Piraniya sînorên Belarûsê di sala 1939an de şeklê xwe yê nûjen girt, dema ku hin axên Komara Polonî ya Duyemîn piştî dagirkirina Sovyetê ya Polonya ji nû ve hatin entegre kirin, û piştî şerê cîhanî yê duyem bi dawî bûn.[6] Di dema şerê cîhanê yê duyem de, operasyonên leşkerî Belarûs wêran kir, ku dora çaryeka nifûsa xwe û nîvê çavkaniyên xwe yên aborî winda kir.[7] Di sala 1945an de, Belarûsê Sovyetî bi Yekîtiya Sovyetê re bû endamê damezrîner ê Neteweyên Yekbûyî.[8] Komar malê tevgerek serhildanê ya li dijî Nazî ya berbelav û cihêreng bû ku heya salên 1970an serdestiya siyasetê dikir, çavdêriya veguherîna Belarûsê ji aboriyek çandinî bo pîşesaziyê kir.[9]

Parlemenê komarê di 27ê Tîrmeh 1990an de serweriya Belarûsê ragihand û di dema hilweşandina Yekîtiya Sovyetê de, Belarûs di 25ê Tebax 1991an de serxwebûna xwe bi dest xist. Piştî pejirandina makezagoneke nû di sala 1994an de, Aleksander Lukaşenko di hilbijartina yekem û yekane ya azad a welatê piştî serxwebûnê de wek yekem serokomarê Belarûsê hat hilbijartin û ji wê demê ve wek serokkomar kar kir. Lukaşenko serokatiya hikûmeteke otorîter a pir navendîparêz dike. Belarûs di pîvanên navneteweyî yên azadiya çapemenî û azadiyên sivîl de di rêza jêrîn de ye. Gelek polîtîkayên serdema Sovyetê berdewam kir, wek xwedîtiya dewletê ya beşên mezin ên aboriyê e. Belarûs yekane welatê Ewropayê ye ku cezayê darvekirinê bi kar tîne. Di sala 2000 de, Belarûs û Rûsyayê peymanek ji bo hevkariyek mezin îmze kirin, ku dewleteke yekîtî di nav wan du ava dikî.[10]

Belarus welatekî pêşkeftî ye û di rêza 60emîn de li ser gorî rêxistina Pêrista Pêşveçûna Mirovî ye.[11] Welat ji roja damezrandina xwe ve endamê rêxistinê Neteweyên Yekbûyî ye û tevlî rêxistinên wek Hevbendiya Dewletên Serbixwe, Rêxistina Peymana Ewlekariya Kolektîf, Yekîtiya Aborî ya Ewrasyayê, Rêxistina Ewlekarî û Hevkarî li Ewropayê û Tevgera Bêalî bûye.

Nav biguhêre

Navê "Belarûs" bê gumanî ji "Bely" û "Rus" derketiye. "Bely" berê ji bo rojavayî dihate bikaranîn, ango bêlarûs "rûsê rojavayî" ye. Lê ew wek Rûsyaya Sipî derbazî zimanên din bûye.

Erdnîgarî biguhêre

Rûsyaya Sipî bi aqare xwe sêzdehemîn welatê herî mezin ê Ewropayê ye. Firehbûna welatê herî mezin 560 km, bejna xwe jî 650 km ye.

Çemên mezin ên Belarûsê evna ne: Dnyepr, Byaresina, Prypyaz û Memel. Gola wê ya herî mezin Naraç e.

Nifûs biguhêre

 
Nifûsa Belarûsê

Rûsyaya Sipî 9,7 milyon rûniştvanên wê hene. Ji wan nêzîkî 11% rûsî ne. Ji rûsan bêtir polandî (3,9%), ûkraynî (2,4%) jî hene. Gelanî Rûsyaya Sipî nêzîkî 80% xiristiyanên ortodoks e. Ê din katolîk, protestan, cihû û misilman in.

Nifûs -0,15% kêm dibe. Mirov bi nîvek heta 68,14 salan dijî ye; mêr 62,06 û jin jî 74,52 salan dijîne.

Sîstema kargeriyê biguhêre

Rûsyaya Sipî hatiye parve 6 navçe bûye. Minsk ne teva wan 6 navçeyan be.

  1. Bajarê Mînskê
  2. Woblast Brest
  3. Woblast Homel
  4. Woblast Hrodna
  5. Woblast Mahiljou
  6. Woblast Minsk
  7. Woblast Wizebsk

Çavkanî biguhêre

  1. ^ "National Statistical portal of the Republic of Belarus". www.belstat.gov.by (bi îngilîzî). Tarîxa gihiştinê 29 îlon 2023.
  2. ^ "History, Belarus | Belarus.by". www.belarus.by. Ji orîjînalê di 2 nîsan 2019 de hat arşîvkirin. Tarîxa gihiştinê 29 îlon 2023.
  3. ^ "Belarus - Soviet Union, WWII, Independence | Britannica". www.britannica.com (bi îngilîzî). Tarîxa gihiştinê 29 îlon 2023.
  4. ^ "The History of the Statehood of Belarus – Rada of the Belarusian Democratic Republic" (bi îngilîziya brîtanî). 1 hezîran 2017. Tarîxa gihiştinê 29 îlon 2023.
  5. ^ "Belarus - Countries - Office of the Historian". history.state.gov. Tarîxa gihiştinê 29 îlon 2023.
  6. ^ "Belarus During WW2 | World War II | Belarus Travel". belarus (bi îngilîziya amerîkî). 5 nîsan 2016. Tarîxa gihiştinê 29 îlon 2023.
  7. ^ "The history of the war: a survey of events | Archives of Belarus" (bi îngilîziya amerîkî). Tarîxa gihiştinê 29 îlon 2023.
  8. ^ "The United Nations Organisation - Ministry of Foreign Affairs of the Republic of Belarus". mfa.gov.by. Tarîxa gihiştinê 29 îlon 2023.
  9. ^ "Nazi Collaborators and Cold Warriors: America's Belarusian Quislings".
  10. ^ "The Republic of Belarus and the Russian Federation signed the Union State Treaty on 8 December 1999".[Girêdan daimî miriye]
  11. ^ "Belarus: Country Profile". Freedom House (bi îngilîzî). 8 tebax 2023. Tarîxa gihiştinê 29 îlon 2023.

Girêdanên derve biguhêre