Orhan Doğan
Orhan Doğan, bi kurdî wek Orhan Dogan jî tê nasîn[1] (jdb. 25ê tîrmeha 1955an, Kerboran, parêzgeha Mêrdîn, Bakurê Kurdistanê - m. 29ê hezîrana 2007an, Bazîd, parêzgeha Agirî, Bakurê Kurdistanê), parêzerêkî kurd ê mafe mîrovan û yek ji damezrînerên Partiya Civaka Demokratîk bû.[2]
Endamê Meclîsa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê Şırnak (en) |
---|
Jidayikbûn | |
---|---|
Mirin |
(51 salî) |
Hevwelatî | |
Pîşe | |
Zarok | |
Partiya siyasî |
Xwendin û kariyera profesiyonel
biguhêreDoğan di sala 1974an de ji bo xwendina hiqûqnasiyê diçe zanîngeha Enqereyê û li Midûriyeta Perwerdehiya Seretayî ya Altindax ya Enqereyê dest bi kar dike.[2] Doğan li Cizîrê bi cih bû û li wir parêzerî kir û di dema serokatiya Komeleya Mafên Mirovan a Tirkiyeyê li parêzgeha Şirnexê de parêzvanê mafên kurdan bû.[2] Weke parêzer, ew kesên ku ji aliyê rayedarên tirk ve li Yeşîlyurtê neçarî xwarina feciyan bûne, bi awayekî serketî li pêşberî Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê temsîl kir.[3]
Kariyera siyasî
biguhêreEw beşdarî Rapora Kurdî ya Partiya Sosyal Demokrat a Populîst (SHP) bû û piştre di sala 1989an de ji partiyê îstifa kir, ji bo protestokirina li dijî derxistina heft parlamenterên kurd ji ber beşdarbûna Konferansa Nasnameya Kurd û Mafên Mirov li Parîsê.[2]
Di sala 1991an de ji bo parlamenteya Tirkiyeyê hat hilbijartin,[4] paşê tevlî Partiya Demokrasiyê (DEP) bû. Di pîrozbahiyên Newrozê yên sala 1992an de li Cizîrê bû ku gelek kes ji aliyê rayedarên Tirk ve hatin qetilkirin.[3] Di sala 1994an de parêzbendiya wî ya parlementeriyê hat rakirin[5] û Doğan jî di 17ê adarê de hat binçavkirin.[2] Di 8ê Kanûna 1994an de tevî parlementerên din ên DEPê Leyla Zana, Hatîb Dîcle û Selim Sadak bi sûcdariya endamtiya Partiya Karkerên Kurdistanê re hate mehkûmkirin û 15 sal cezayê girtîgehê hate birîn.[6] Ew wekî yek ji girtiyên wijdanê yên Amnesty bi mebest hat girtin.[7][8][9] Di 17ê tîrmeha 2001an de Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ya li Strasbourgê ragihand ku dadkirina li dijî Doğan bi neheq e. Di 22ê nîsana 2004an de parlamenteya Ewropayê biryarek derxist û hêvî kir ku dadgeha îstînafê cezayê li Doğan û yên din betal bike û ji bo hemû girtiyên ji ber nêrînên wan ên siyasî efû bê ragihandin.[10]
Di sala 2004an de piştî serbestberdana xwe alîkariya damezrandina Partiya Civaka Demokratîk (DTP) kir.[2]
Mirin
biguhêreDi sala 2007an de dema ku li Bazîdê di festîvalekê de axaftinek dikir, ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest da.[2] Di merasîma oxirkirina wî de girseya gel, alîgirên PKK û nûnerekî Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) amade bûn.[3] Doğan goristana Cizîrê hat definkirin.[3]
Jiyana taybet
biguhêreOrhan Doğan bavê pênc zarokan bû.[11] Yek jê rojnameger û siyasetmedar Ayşegül Doğan Dağlı e.[11]
Çavkanî
biguhêre- ^ https://www.rudaw.net/kurmanci/kurdistan/290320245
- ^ a b c d e f g Akça, İsmet; Alp Özden, Barış (edîtor). "Who's who in politics in Turkey" (PDF). Heinrich Böll Stiftung. rr. 207–208. Ji orîjînalê (PDF) di 15 çiriya paşîn 2019 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 12 kanûna pêşîn 2019.
- ^ a b c d Mayr, Walter (16 tîrmeh 2007). "Turkey's Powerful Prime Minister: Who Can Challenge Erdogan?". Der Spiegel (bi îngilîzî). ISSN 2195-1349. Roja gihiştinê 13 çiriya pêşîn 2022.
- ^ "Şırnak 1991 Genel Seçimi Sonuçları". Yeni Şafak. Roja gihiştinê 12 kanûna pêşîn 2019.
- ^ "Turkey parliament backs immunity bill - Türkiye News". Hürriyet Daily News (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 13 çiriya pêşîn 2022.
- ^ "DGM Sentences Zana to 15 Years Imprisonment". Bianet. Roja gihiştinê 23 îlon 2019.
- ^ "LEYLA ZANA". House of Commons. 3 gulan 2001. Roja gihiştinê 14 çiriya pêşîn 2011.
- ^ "Turkey: Prolonged imprisonment of Leyla Zana and others allows injustice to continue". www.amnesty.org.uk. Roja gihiştinê 23 çiriya pêşîn 2022.
- ^ "Amnesty Protests Zanas Verdict". Bianet. 2004.
- ^ "Texts adopted - Thursday, 22 April 2004 - Trial against Leyla Zana and others in Ankara - P5_TA(2004)0377". www.europarl.europa.eu. Roja gihiştinê 1 kanûna paşîn 2019.
- ^ a b Çalışlar, Oral (22 kanûna pêşîn 2020). "Orhan Doğan'ın kızı Ayşegül". Serbestiyet (bi tirkî). Roja gihiştinê 16 gulan 2023.