Partiya Kedê ya Gel

Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê partiyeke polîtîk a berê
(Ji HEP hat beralîkirin)

HEP (bi tirkî: Halkın Emek Partisi, Partiya Kedê ya Gel) partiya pêşîn a legal e ku li çareseriya kêşeya kurdan li Tirkiyeyê digere.

Di sala 1990î de ji aliyê parlamenterên kurd ên ku ji SHP' yê veqetiyane ve hate damezrandin. HEPê 19 parlamenterên kurd xistine parlamena Tirkiyê. Ji ber ku Leyla Zana bi zimanê kurdî di got "Bijî biratiya kurd û tirk" êrîşên tund li dijî HEPiyan hat. Parlamenterên kurd bi zor û pêkutiyan hatin zîndanîkirin. Dewleta Tirk HEP' ê wekî dijmin nîşan da û HEP mecbûr ma ku were girtin. Di 25ê nîsana 1993an de ji dêvla HEPê ÖZEP (Özgürlük ve eşitlik partisi, "Partiya azadî û wekheviyê") hate damezrandin. Îro rêça ku HEPê vekiriye HDP Û DBP dimeşîne.

Çavkanî biguhêre