Sipkî
Sipkî yan jî sipkan, yek ji konfederasyona eşîrên kurdan e û yek ji eşîrên mezin ên Kurdistanê ye. Sipkî bi baweriya xwên berê êzîdî bûn û di sedsala 18em de ji ber komkujiyê ji herêma Şingalê belavê cihên xwe yên niha bûne. Bi taybetî li Dutax, Panos, Dîxor, Erdîş, Agirî, Milazgir, Elcewaz, Xinûs, û li Qers, Erzirom, Wan, Îdir, Erdêxan, Bedlîs û Mûş Şirnex Sêrt Êlih Amed Mêrdîn dijîn. Li Başûrê Kurdistanê bajarên Zaxo û Dihokê dijîn, bi navê Silêvanî tên naskirin. Di nava Kurdên Anatolyê de jî gelek sipkî hene. Ên ku li van deran dijîn bûne misilman. Hinek jî li Ermenistan û Gurcistanê dijîn û êzdî ne. Helbet li Kurdistan, Qefqasya, Tirkiye û Ewropayê jî belav bûne.
Eşîra Sipkî | |
Agahiyên gelemperî | |
Hoz | Xelesinî Birîmî Masekî Torûnî Şemsîkan Manikî Sturkî Rojkî Isedizî Mîxayîlî Ûtî Kilêrî Kasorî Mamzêdî Hesiniyan Derecekî Belî Çilî Kaşaxa Kareyî Pîvazî Recevî Sahanîya Şanezera Bilkî |
Esil | Kurd |
Ziman | Kurmancî(serhedî) soranî |
Herêmên dîrokî | Serhed Behdînan |
Belavbûn | Agirî Qers Îdir Wan Mûş Xinûs Bedlîs Zaxo Dihok Êrîvan Tbîlîsî |
Demografî | |
Gelhe | ~ 500.000 |
Bawerî | |
Dîn | Îslam Êzidîtî(Şerfedin) |
biguhêre |
Dîrok
biguhêreJi aliyê Yavûz Siltan Selîm ve di sala 1514an de eşîr ji herêma xwe hate derxistin û ji bo ewleyiya sînorên Împeratoriya Osmanî nêzikê sînorên Rûsya û Îranê re hat bicihkirin.
Di sala 1639an de bi Peymana Qesr-î Şîrînê ku di navbera tirk û farisan de hat çêkirin re sipkî bitevayî ji rêveberiya Osmaniyê re hatin hêlan.
Di navbera salên 1829 û 1854 û 1877an de şerên ku di navbera tirk û rûsan de derketin sipkî ji aliyê rûsan bûn û şer kirin. Eşîra sipkî bi eşîra heyderî ve rehet nedane Dewleta Osmanî.
Sipkî yên li bajarên din ên Kurdistanê
biguhêreAmed
biguhêreRiha
biguhêre- Curnê Reş (Heylûn, Dêjnik) (bi xwe re dibêjin Sînîkan)
Sêrt
biguhêreSipkî yên Anatolyaya Navîn
biguhêreEnqere
biguhêreQonye
biguhêreGundên Sipkî yên li Ermenistanê
biguhêreTalîn, Êçmîazîn, Serdereb, Axbaran (Navçe)
Асланлу(Eslanlû), Асиблах(Asîblax), Зор(Zor), Аличалу(Alîçalû), Карахтин(Qerextîn), Аставлу, или Гунде Шеха(Astavlû), Кырблах(Qirbilax), Басинак(Basînek), Сойблах(Saybilax), Коджбаши(Qocbaşî), Ташушан(Taşûşan), Тярмашев(Germaşiv), Дамысхан(Demisxan), Хрбе сор(Xirbê Sor), Куч(Qûç), Хане(Xane), Гогырмас(Gogirmes), Карако(Qerequ), Гунде Ашо-Хусейн(Gundê Eşo Hisên), Бандамурад(Bendemûrad), Ташкорпи(Taşkorpî), Карахесар(Qerehesar), Чарсала(Çarsale), Омбла(Ombla), Дутах(Dutax). (Gund)
Talîn(Թալին)
biguhêreSîçanlû, Heko, Beroj, Gelto, Qibix, Zurbe, Keleşbeg, Sorîk, Tilik,
Axbaran
biguhêreÇamûşvana mezin (Elegez), Pampa Kurdan, Korbilax
Cihên Sipkî yên li Gurcistanê
biguhêreTbîlîsî, Gûrya, Rustavî, Kutaisi, Telavî, Gardabani û Kobuletî. Piştî Şerê Cîhanî yê Yekem ji Ermenistanê koç kirine.
Axa û Begên eşîra Sipkî
biguhêre- Yûsiv Beg
- Ebdulmecîd Begê Sipkî (bavê Xalis Begê Sipkî, gora wî li Meterê ye)
- Xalis Begê Sipkî
- Mîrza Axayê Sipkî
- Hacî Yûsiv Paşa
- Beyaz Begê Sipkî
- Emer Beg[1]
- Polat Beg[1]
- Elî Axa[1]
- Evdal Axa
- Çîlan Axa
- Şikoyê Şemdîn Axa
- Şîlan Axa
- Hesen Axa
- Rizayê Kakê (rêberê ên ku çûne Ermenistanê)
Melayên navdar
biguhêre- Şêx Salihî Sipkî (Kalikê Hacî Yûsiv Paşa)
- Mele Resûlê Sipkî (1829-1957, gora wî li Mûşê ye)
Kesên Girîng
biguhêreNavdarên eşîra sipkî
biguhêreYek ji Pêşmerge(Fermandar)yên sereke yên serhildana Agiriyê kurê Abdulmecîd Begê, Xalis Begê Sipkî ji vê êlê ye.[2]
Siyasetmedar
biguhêreEvdilvahîd Ehmedê ji Dihokê li Parlamena Kurdistanê(Başûrê Kurdistanê) parlamenterîya Partiya Demokrat a Kurdistanê dike.[3]
Çavkanî
biguhêre- ^ a b c "Kovara Nûdemê". Dîroka Kurdên Sovyeta Kevin (Wezîrê Eşo). 31: r. 12. 1999. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 29 çiriya paşîn 2001. Roja gihiştinê 29 gulan 2022.
{{cite journal}}
: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk) - ^ Rohat Alakom (1998). Hoybûn örgütü ve Ağrı ayaklanması (bi tirkî). Avesta. r. 180. ISBN 9757112453.
- ^ "پارتی دیموکراتی کوردستان - نوێبوونەوە ، دادپەروەری ، پێکەوەژیان". www.kdp.info. Roja gihiştinê 29 gulan 2022.
Girêdanên derve
biguhêre- Abdullah Varlı, Dîwan û jînewariya Ehmedê Xanî, Sipan Yayınları
- Mele Mahmûdê Bazîdî
- Heciyê Cindî, Hewarî