Curnê Reş
Curnê Reş (bi tirkî: Hilvan) yek ji navçeyên Rihayê ye. 55 km ji Rihayê dûr e. Rûberê wê 1.278 km² ye. Gorî hejmartinên fermî yên dûgela tirk hejmara navendê 16.205 û bi giştî hejmara niştecihan 38.411 kes e. Di sala 1926an de bûye navçe û bi Rihayê ve hatiye girêdan. Bilindahî ji rûyê avê 600 m ye. Aborî li ser xwedîkirina ajalan û çandiniyê ye. 2 nehiye, 62 gund û 33 mezre girêdayî navçeyê ne. Pirraniya mezreyan ji aliyê dewletê ve hatine valakirin.[çavkanî hewce ye]
Navçeya Curnê Reşê Hilvan | |
Navçe | |
Welat | Bakurê Kurdistanê |
---|---|
Dûgel | Tirkiye |
Parêzgeh | Riha (parêzgeh) |
Serbajar | Curnê Reş |
Hejmara bajarokan | 1 bajarok |
Hejmara gundan | 61 gund |
Gelhe (2009) | 40.083[1] kes |
Rûerd | 1.278 km2 |
Berbelavî | 31,4 kes/km2 |
Bajarê navendî | |
Gelhe (2009) | 20.855 kes |
Koordînat | 37°35′11″Bk 38°57′18″Rh / 37.58639°Bk 38.95500°Rh |
Bilindayî | 590 m |
Koda postayê | 63900 |
Koda telefonê | (+90) 414 |
Wargehên dîrokî û turîstîk ên Curnê Reşê biguhêre
- Şikefta Karûtê
- Bermayiyên dîrokî yên gundê Qentaran
- Bîra Şor
- Bermayiyên Birçikê
- Bermayiyên gundê Fîkê
- Şikefta Xoşînê
- Şikefta Mişmişê
- Bermayiyên li gundê Garoza Jor, Deverê
- Şikefta Henikê (bi tirkî: Inik Magarasi)
- Bermayiyên li Curnê Reş, Helîn, Palagir, Kepîr, Xozan, Hemdîn, Malwêran, Naçar, Sêvilan
Çavkanî biguhêre
Ev gotara ji bo Rihayê şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |
Ev gotara ji bo Kurdistanê şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |