Hevserokatî tê vê watê dabeşkirina hêz û pozîsyona serokatiyê (ya partî, sendîka, komel an komîteyên din) di nav ku du kesan de. Bi vî havî hêza herî bilind bi awayeke wekhev ji aliyê du kesan ve (wek mînak jin û mêrek) tê meşandin. Sedemên sazkirina hevserokatiyê dikarin gelek cûda bin: wekheviya zayendî her ku diçe sedemek girîngtir e.

Partiya siyasî ya ku li cîhanê yekem car pratîka hevserokatiyê pêk anî Partiya Keskan a Elmanyayê ye. Piştî ku Partiya Keskan ev sîstem pêk anî, vê modelê îlham da gelek partiyên ku ji bo wekheviya zayendî têdikoşin. Li Tirkiyeyê partiya HDP 15 sal in hevserokatiyê dimeşîne.