Canbegan (navçe)
Canbeg[1] yan jî Canbegan[1] (bi tirkî: Cihanbeyli) navçeyek bi ser parêzgeha Qonyeyê yê û yek ji navçeyên Kurdên Anatolyaya Navîn e. Navçeya Canbegan li ser deşta bilind a Qonyeyê û li sêxala parêzgehên Axsere, Qonye û Enqerê de hatiye avakirin.
Canbeg Canbegan Cihanbeyli | |
Cihê navçeya Canbegê li ser nexşeya parêzgeha Qonyeyê
| |
Navçe | |
Parêzgeh | Qonye |
---|---|
Hejmara bajarokan | 4 bajarok |
Hejmara taxan | 14 tax |
Hejmara gundan | 35 gund |
Gelhe (2012) | 57.243 kes |
Rûerd | 4.109 km2 |
Bajarê navendî | |
Koordînat | 38°39′29″Bk 32°55′41″Rh / 38.6581°Bk 32.9281°Rh |
Bilindayî | 940 m |
Koda postayê | 42850 |
Koda telefonê | 332 |
Gelhenasî biguhêre
Canbeg yek ji wan navçeyên Kurdên Anatolyaya Navîn e ku navê xwe ji eşîra kurdî ya Canbegî ya hildaye. Navenda navçê û li gelek gundê navçeyê pirraniya kurd a gelek e û kurd lê dijîn. Hejmara gelheya navçeyê li gor sala 2018an 52.525 kes e. Taybetmendiyeke gelê navçeyê ev e ku bi sedsala ne koçberê van navenda bûne û hêjî çand û zimanê xwe dijîn û diaxivin. Axaftina gelê navçeyê mînanê axaftina devoka Semsûrê ye. Hejmareke mezin gelê navçeyê koçî welatên Ewropayê bûne.
Erdnîgarî biguhêre
Li rojhilata Canbeganê Gola Xwê (bi tirkî: Tuz gölü) û bajarê Aksaray, li rojava navçeyên Sarayonu û Yunak, li başûr Altinekîn li bakur navçeya Kulu cîh digire. Rûerda navçeyê 4.109 km² ye. Canbeg, di derbarê rûerdiyê de navçeya herî mezin a kurda ye.
Gund û bajarok biguhêre
Gund û bajarokên Canbegê evên kurd ev in.
Mijarên têkildar biguhêre
Girêdanên derva biguhêre
- Malpera navçeyê Girêdana arşîvê 2020-04-29 li ser Wayback Machine
- Malpera şaredarîyê
Çavkanî biguhêre
- ^ a b "CİHANBEYLİ TARİHİ - Cihanbeyli.BİZ". cihanbeyli.biz (bi tirkî). Ji orîjînalê di 11 tebax 2020 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 29 nîsan 2020.