Çand hemî ferheng, tore û kultura gelekî ye[1][2].

Dengbêjî kevneşopiyeke gelekî girîng ji bo çanda kurdan e.
Pîrozbahiya cejna Newrozê û cil û bergên jinên kurd jî çanda kurdan in.

Çand herwek civak, zanîn, huner, amojgarî û tenduristî di jiyana me ya civakî de gotineke bi pirmane ye û di dîroka gelan de neteweke bêyî çand wek netewe nayê pejirandin. Her neteweyek bi rengê xwe heye û ew jî dibe pirrengiya gerduniyê.Herweki din, neteweyek bi şiklê ruh, xemilandin, xwerin bi tore û baweriya xwe bi xwe re qerektera çande ke taybetî dihuliqîne. Çanda gelan bi nivîsandina pirtûkan (pirtûkên dîrokî, çandî, zanyarî, olî, çîrok), destan u stranan û seranser di nava jiyana gel de tê afirandin, bi xêzikan, wênean, şano û fîlman xurt dibe û pêş ve diçe.

Çanda gelê kurd biguhêre

Lê di dîrokê de heya îro tu car çand azad nebûye û tim û tim di bin destê dewlemandan de ji bo pêdiviyên wan hatiye bikaranîn. An jî di bin hukmê kevneperest û olperestan de şûn de maye. Hatiye qedexekirin yên ku xwestine karê çandî bikin gunehbar bûne û ew hevcedariya çande ke azad û serbixwe ji bo gelê kurd jî bûye hesretekî dûr û dirêj.

Ji bo kurd û Kurdistanê çandeke azad divê di gel mafên çarenusî pêk bê û pêş ve biçe. Heya ku armanca yekîtiya neteweyî, yekîtiya ziman, yekîtiya aborî û ya çandî pêk neyê ev felatî ne mumkîn e[çavkanî hewce ye].

Mijarên têkildar biguhêre

Çavkanî biguhêre

  1. ^ Zana Farqîn (2011). Ferheng kurdî-tirkî-kurdî. Enstîtuya Kurdî ya Stembolê.
  2. ^ Umîd Demîrhan (2007). Ferhenga destî kurdî bi kurdî. Sewad 1428, Bazîd