Gola Xwê

goleke ava şor

Gola Xwê yan jî Gola Avşor (bi tirkî: Tuz Gölü) goleke avşor e ku li herêma Anatolyaya Navîn di navbera sînorên bajarên Enqere, Qonye û Aksarayê de ye. Îro gol ji bo hilberîna xwê tê bikaranîn. Li golê xwê dema ku avên meteorolojiyê di bin erdê de dikevin, domên xwê yên berê hatine çêkirin dihelînin û bi xetên tektonîk ber bi rûyê erdê ve dibin.[1]

Gola Xwê
Herêm Anatolyaya Navîn
Bilindî 950 m
Rûber 1500 km2
Dirêjî 100 km
Firehî           80 km
Kûrahî 1-2 m
Koordînat 38°44′Bk 33°23′Rh / 38.733°Bk 33.383°Rh / 38.733; 33.383
Gola Xwê li ser nexşeya Qonye nîşan dide
Gola Xwê
Gola Xwê
Gola Xwê (Qonye)
Cure Tektonîk

Gol li beşa herî kûr a ku kûrahiyeke tektonîkî ya mezin e û di navbera deştên derdorê de ye. Kurahiya golê bi tevgerên tektonîkî yên di dema Neojenê de pêk hatiye. Ji ber kêmbarîna baranê gol her ku diçe biçûk dibe û îro di bin metirsiya tinebûnê de ye.[2]

Çêbûna golê biguhêre

Gola xwê di serdema Senoniya Jor-Eocena Navîn a Jêrîn de pêk hatiye û paşveçûneke ku di Eocena Jorîn de dest pê kiriye û heta dawiya Olîgocenê dewam kiriye. Di dema Senoniya Jor-Eocena Navîn a Jêrîn de, Deşta Jêrîn a Gola Xwê li bakur bi herêma Xeymana re depresyonên yekta û domdar ava kir. Deşta Xeymana ku piştî helbûna kilsikên nummulîtîk ên Eocena Navîn rabû, li kêleka rojhilatê bilindbûna Karacadaxê, deştan Golê xwê ji hev veqetand.

Galerî biguhêre

Çavkanî biguhêre

  1. ^ "Tuz Gölü – AKSARAY, KONYA, ANKARA". www.turkiyesulakalanlari.com (bi tirkî). Ji orîjînalê di 24 gulan 2014 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 2 sibat 2022.
  2. ^ "Tuz Gölü – AKSARAY, KONYA, ANKARA". www.turkiyesulakalanlari.com (bi tirkî). Ji orîjînalê di 24 gulan 2014 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 2 sibat 2022.