Cerdoyê Esed
Cerdoyê Esed (bi alfabeya kirîlî: Щәрдoе Әсәд, bi gurcî: ჯარდოე ასადი, lat. Jardoe Asadi helbestvan, folklorîst, wergêr, hîmdarê şanoya kurdî ya gelêrî yê Gurcistanê, di 2-ê gulan 1929an li gundê Sabûnciyê nehiya Telînê ya KSS Ermenistanê di nav malbeteke êzdî ji diya xwe bû.
Cerdoyê Esed | |
---|---|
Navê rastî | Cerdoyê Esed Ozmanyan ჯარდოე ასადი Джардо Асад |
Jidayikbûn | 2ê gulana 1929an |
Mirin | 26ê îlona 1993an (64 salî) Tibîlîsî, Gurcistan |
Hevwelatî | Yekîtiya Sovyetan, Gurcistan |
Pîşe | Helbestvan, werger |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Esedî Enstîtûya Pêdagojiyê ya bi navê Xaçatûr Abovyan li Yêrêvanê kuta kir û paşê bar kir û çû Tbîlîsiyê li wir kargeheke hikumatê de karê rêveberiyê kir. Cara ewlin ewî sala 1943an dest bi nivîsara şiêran kir û helbestên wî yên pêşin di sala 1954an pirtûka Dersên Edebiyata Kurmancî Bona Koma 4ê de hatin weşandin. Temaya nivîsarên wî zêdetir li ser motîva evîndariyê, welathiziyê û tebiyetê ye. Hostatiya wî ye li ser ziman û folklora kurdî, zanebûna dîroka kurdî di berhemên wî de bi awayekî delal têne ber çavan. Efrandinên Cerdoyê Esed di berevok û almanaxên bi zimanên rûsî, gurcî, ermenî, azerî û kurmancî hatine çap kirin. Di gel karê xwe yê edebiyatê, ew her wisa bi karê radyo û şanoyê ra jî mijûl bû, bi tevî çend heval û bineliyên kurd yên Gurcistanê di sala 1978a koma şanogeriyê li bajarê Tibîlîsiyê da damezirandin, paşê ew bû tiyatroya kurdaye gelêrî.
Mirina wî
biguhêreCerdoyê Esed di 26ê îlona 1993an li bajarê Tibîlîsiyê çû ser heqiya xwe.
Berhem
biguhêre- “Şiêr û Poêm” – Yêrêvan, Neşîreta Hayastan, 1959 – helbest – bi kurdî
- “Ser Riya ‘Emir” – Yêrêvan, Neşîreta Hayastan, 1966 – helbest – bi kurdî
- “Sewtê Dil”– Yêrêvan, Neşîreta Hayastan, 1974 – helbest – bi kurdî
- “Bîblîyakan” [Încîl], Hovhannês Şîraz – Yêrêvan, Neşîreta Hayastan, 1971 – destan, ji ermenî wergerandiye ser kurdiyê.
- “Bilur” [Bilûr] – Yêrêvan, (1974) – helbest – bi ermenî
- “Kurti p’oet’ebi: leksebi da baladebi” [Helbestvanên Kurd: Helbest û Balad]– Tibîlîsî, ”, Weş. Izdatelstvo Mêrani, 1965 – antolojî helbestvanên kurd ên Gurcistanê – bi gurcî
- “Me mjera şeni” [Meriv, ez ji te bawer dikim] – Tibîlîsî, Weş. Izdatelstvo Mêrani, 1978 – helbest – bi gurcî
- “Vmgheri chems simgheras: kurti p’oet’ebi” [Ez kilama xwe dibêjim: Helbestvanên Kurd] – Tibîlîsî, Weş. Sabch’ota Sakartvelo, 1982 – antolojya helbestvanên kurd ên Gurcistanê – bi gurcî
- “Wergirê Postê Piling”, Şota Rûstavêlî – Tibîlîsî, Weş. Mala Qavkasiyê, 2007 – destan, ji gurcî wergerandiye ser kurdiyê. (Piştî mirina wî bi alikariya Keremê Anqosî çap bûye)
Çavkanî
biguhêre
Ev gotara ji bo nivîskarekî kurd şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |