Keremê Anqosî

Siyasetmedarê kurd

Keremê Anqosî (z. 10 çiriya pêşîn 1937, li Tilbîsê - m. 1 çiriya pêşîn 2019, li Tilbîsê, Gurcistan), siyasetmedar, nivîskar û weşangekekî kurd e.

Keremê Anqosî
Jidayikbûn1937 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Mirin1 çiriya pêşîn 2019 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Pîşe
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Anqosî 10ê çiriya pêşîn a 1937an li bajarê Tbîlîsiyê, ku kurd jê re dibêjin Tilbîs, di maleke mihacirên ji Împeratoriya Osmanî ji diya xwe bûye. Dê û bavê wî, ku wek hemû kurdên Gurcistanê bi dînê xwe va êzdî bûn

Welatparêzê kurd Keremê Anqosî sala 1956an dibistana Gurcistanê ya orte bi mêdala zêr kuta dike û hema wê salê dikeve ûnîvêrsîtêta dewletê, fakûltêya fîzîkayê. Piştî salekê, bona ziman, dîrok û kûltûra gelê xwe bi kûrayî fêr bibe, derbazî fakûltêya Rohilatzaniyê dibe, ku sala 1961ê bi serketî xilaz dike. Sala 1963an ew li Înstîtûta Rohilatzaniyê ya Akadêmiya Zanyarî ya Gurcistanê derbazî ser kar dibe, pêşî dibe laborant, lê paşê karmendê zanyarî. Sala 1979an gazî wî dikin bona li Komîtêya Navbendî ya Partîa Komûnîstiyê ya Gurcistanê da derbazî ser kar bibe û ew heta sala 1991ê li wir dixebite. Bi kar ra tevayî Dibistana Bilind ya Partiyê jî xilaz dike. Bi xebata zanyarî û partiyê ra tevayî ewî karê civakê jî bi serketî dikir bona bilindkirina dereca bineciyên kurd yên ronahîdarîyê-perwerdeyê, amadekirina kadroyên ronakbîr di nav gelê xwe da, bona hînbûna ziman, dîrok û edebîyeta kurdî, parastina erf-edetên milet, naskirina mafên gelê xwe yên sîyasî û sosîalî.

Keremê Anqosî hela dema xwendkar bû, Şêwra aliyê xebata bi gencên kurd ra saz kir û heta sala 1975an serokatî lê kir. Bi serokatiya wî komên kurdî yên folklorê hatine sazkirinê û navên hinekan ji wan ev in: „Koma kurdî ya kilam û reqasên gelêrî“, „Govenda kurdî“, „Oy, Narê“, koma zaran ya sitiran û reqasan “Dîlan“, Şêwra mamostayên kurd, Şêwra parlamêntarên kurd yên Tilbîsê, Komeleya wênekêşên kurd, Ûnîvêrsîtêta Gelêrî bona bineciyên kurd li rex Hevaltiya “Zanyarî“, gelek konsêrt û êvariyên şahiyê, sêmînarên derheqa dîrok, çand, ziman, edebîyet û dînê kurdan, rasthatinên bi karmendên ulmî û hunermendiyê yên bi nav û deng, bi kurdên ji welatên dereke, cejinên ruhaniyê yên kurdan dihatine derbazkirin. Komên kilam û reqasê, ku ew serokatî lê dikir, gelek caran li bajar û komarên Sovyeta berê û welatên dereke konsêrt dane, alî pêşketina têatroya kurdî ya li Tilbîsê kirîye.

Sala 1978an Keremê Anqosî bingehê beşa kurdî ya radyoya Gurcistanê ya dewletê danî û heta girtina wê – 1ê çileya pêşin sala 2004an berpirsyarê wê yê sereke bû; ewî fonda sazbendiyê ya gelekî dewlemend saz kir, gelek sitiranên kurdên Gurcistanê qeyd kir û kir milkê gelê kurd. Ewî herwiha bi zimanên cuda-cuda gelek gotarên zanyarî û pirtûkên cuda çap kirine derheqa ziman, edebîyet, dîrok, êtnografiya, folklor, dînê êzdiyan da, ewî elfebaya pêşin ya du zimanî ya kurdî-gurcikî saz kir, çend pirtûkên derheqa dua û dirozgeyên êzdiyan da dane çapkirinê, rêdaktorî li çend pirtûkên bi zimanê kurdî kirîye. Helbest û serpêhatiyên wî bi zimanên kurdî û gurcikî hatine weşandinê, ewî xeber û sazbendiya çend sitiranên kurdî yên bi nav û deng nivîsîne, wek sitiranên "Lêxin, birano", "Hola Êzîdê Sor e", "Ax, kuştim Şirînê", ku li ser bingehê gotinên Cegerxwîn hatiye sêwirandin, ango sazbendiya wê hatiye sazkirin.

Keremê Anqosî sala 1999an bi kîsî xwe li Tilbîsê dest bi weşana rojnameya "Gêlavêj" kir, ku rojnameya kurdî ya pêşin bû li wê komarê û bi xwe jî berpirsyarî lê dikir. Ew herwiha tevî çend kongre û konfêransên navnetewî yên zanyarî bûye, ku derheqa problêmên rohilatzaniyê, kurdzaniyê û dînê êzdiyan da bûne. Sala 1992an bingehê rêxistina bi navê “Civaka hemwelatiyên kurd yên Gurcistanê“ danî. Sala 1995an 5 rêxistinên kurdan yên civakî ketine nava wê rêxistinê. Paşê, sala 1998an bi înîsîatîva wî ew hate binavkirinê wek “Yekîtiya êzdiyên Gurcistanê“. Demekê ewî serokatî li wê rêxistinê kir, lê paşê yek ji wan kesan bû, ku bû bingehdarê rêxistina “Fonda navnetewî ya parastina maf û mîrata dînî ya gelê kurd“, “Navbenda dînê Êzdîyan“, “Yekîtiya ronakbîrên kurdên Gurcistanê“, “Fonda sêksyona kurdî ya YÛNÊSKOyê li Gurcistanê“ saz kir.

Keremê Anqosî gelek caran di komîtê û komîsyonên Gurcistanê yên cuda-cuda da hatiye hilbijartin, bûye nûnerê gel li Dadmendiya Gurcistanê ya tewrebilind da, bûye endamê sedirtiya Şêwra kalemêrên gelên Kavkazê û her wakî din. Ew xelat û mêdalyayên dewletê va hatiye pêşkêşkirin, di nav wan da bi “Ordêna şerefê ya Gurcistanê“ va. Ew endamê Yekîtiya Rojnamevanên Gurcistanê ye. Lê xelata here mezin ji bo wî ew bûye, ku gelê kurd yê Gurcistanê keda wî bilind qîmet kirîye û navê “Rêvebirê kurdan“ lê kirine. Û ne tenê kurd, lê gurc, ermenî, azirî û miletên din jî.

Keremê Anqosî, di 70 saliya xwe de serokatiyê li radyoya kurdî li Tilbîsê dikir û du sal yan bêhtir, bê maeş dersên zimanê kurdî dida xort û keçên kurdan. Ew zewicî bû û xwedî du keçan bû: Medîna û Gulçîna.

Ferheng biguhêre

Di sala 2019 de ferhenga Keremê Anqosî ya gurcî-kurmancî bi navê "Ferh’enga Gurc(k)î – K’urdî (Kurmancî) Ya Kurt" derket.[1] Tê de nêzîkî 5050 xeber hene û ferheng di kitêbxana dewleta Gurcistanê de onlîne belaş weke PDF ji bonî daxistinê heye. Wekî dî dîjîtal jî heye, bi mitorekî lêgeranê re, li cihekî dî yê malpera wê kitêbxanê.[2]

Mirin biguhêre

Keremê Anqosî di 1ê çiriya pêşîn a 2019an de li Tilbîsê, paytexta Gurcistanê, çû ber dilovaniya Xwedê[3].

Çavkanî biguhêre

  1. ^ "National Parliamentary Library of Georgia".
  2. ^ http://www.nplg.gov.ge/gwdict/index.php?a=index&d=58. {{cite web}}: |title= kêm an vala ye (alîkarî)
  3. ^ https://krd.riataza.com/2019/10/02/kereme-anqosi-koca-dawi-kir/

Girêdanên Derve biguhêre