Egîdê Xudo Mihoyan, di sala 1927an da li gundê Elegezê (berê: Çamuşvana Mezin), li nehiya Aparanê, komara Ermenistanê hatiye dinyayê. Wî dibistana pêşîn û navîn li gundê xwe xwendiye û paşê Enstîtuya pedagojiyê xilas kiriye. Paşê jî bûye dîrektorê dibistana gund.

Egîdê Xudo
biguhêreBelge

Bilî romana "Dê û dêmarî" gelek nivîs, novel û kurteçîrokên wî di almanaxa "Bahara teze" û "Riya teze" de weşiyan. Egîd 34 salan (1961-1991) serokatiya beşa wêjeyê ya rojnameya Riya Teze kir.

Egîdê Xudo sala 1999an da, di 72 salîya xwe da koça dawiyê kiriye.

Berhemên wî biguhêre

  • Dê û dêmarî (roman-1986)
  • Jerê (novêl-kurteçîrok)