Soranî

Zaravayê kurdî

Soranî an jî Kurdiya Navendî, zaravayekî zimanê kurdî ye. Zimanê fermî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê (Iraq) ye. Di rastiya xwe de ev navê devokekê ye ku li nêzîkî Silêmanîyê tê axaftin, lê di pêvajoya dîrokî de navê xwe li hemû devokên zaravayê Soranî kiriye. Îro devokên mukrî, kurdî û yên din bi navê soranî têne nasîn. Bi giştî bi tîpên kurdî-erebî tê nivîsandin; herwiha, gotarên bi tîpên latînî jî hene. Soranî zêdetir li Kurdistana başûr û rojhilat tê bikaranîn.

Soranî
کوردی، سۆرانی
Welatên lê tê axaftin  Îran
 Îraq
Axiverên zimanê zikmakî 10.000.000 - 12.750.000 kes[1]
Malbata zimanî Zimanên hind û ewropî
Şiklê kevn
Sîstema nivîsê Tîpên erebî
Rewşa fermî
Welatên lê zimanê fermî ye  Îraq
Sazkerên zimên
Kodên zimanî
ISO 639-3 ckb

Alfabe biguhêre

Alfabeya Soranî bi tîpên Erebî tê nivîsandin.

Devokên soranî biguhêre

Çavkanî biguhêre