Bokan
Bokan (bi soranî: بۆکان, bi farisî: بوکان, lat. Bukān), bajarekî Rojhilata Kurdistanê li Îranê ye û navenda şaristana Bokan (navçe) e.
Bokan بۆکان Bukān | |
![]() Bokan
| |
Kargêrî | |
---|---|
Welat | Rojhilata Kurdistanê |
Dûgel | Îran |
Parêzgeh | Azerbaycana Rojava |
Şaristan | Bokan |
Bexş | Navend |
Demografî | |
Gelhe | 193,501 (2017) |
Erdnîgarî | |
Bilindayî | 1.350 |
Koordînat | 36°31′14″Bk 46°12′28″Rh / 36.52056°Bk 46.20778°Rh |
Bokan ji aliyê bakur ve digel Miyanduaw , başûr Seqiz , rojhilat Şahîndij û rojava jî Mehabad û Serdeştê hev sînor û cîran e.
Li gorî amara fermî ya Îranê Bokan piştî Kirmaşan , Urmiye û Sine mezin tirîn bajêra Rojhilata Kurdistan û 12mîn bajêra mezin a Kurdistanê ye.
Xelkê vî bajarî piranî mijulî xebat û karên hunerî ne lewma Bokan bûye paytexta hunerî ya Kurdistanê û li tewahiya Rojhilata Kurdistan ê ji bo karên hunerî berê xwe didin wê bajarî.
Zimanê gelê Bokanê Soraniya fermî û pêwere. Ola xelkê Bokanê Îslama Sunî ye û li gorî mezhebê jî şafiî ye.
Navê bajêr ji peyva (boq) Kurdî ya ku tê maneya beq, ji ava bokan tê dîtin.
Biguhêre
GalerîBiguhêre
Ev gotara têkildarî erdnîgariya Îranê şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |