Hesen Zîrek
Hesen Zîrek (jdb. 1921 li Bokanê – m. 1972),[1] hunermend û helbestvanekî kurdê Îranê ye.[2]
Hesen Zîrek | |
---|---|
Jidayikbûn | 29 çiriya paşîn 1921 |
Mirin | 26 hezîran 1972 Îran |
Sedema mirinê | Şêrpence (Sedemên sirûştî) |
Hevwelatî | Îran |
Pîşe | |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Hesen Zirak her çiqas ji ber şert û mercên zehmetên jiyanê ji xwendina xwe sûd wernegirtibe jî, lê di çêkirina helbest û mûzîka kurdî de xwedî jêhatîbûneke bêhempa bû. Dengê wî yê kurdî heta niha jî li nawçeyên kurdan, bi taybetî li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê, li kuçe û kolanan, li malan, li qerax û şahiyan tê bihîstin.[3][4]
Jînenîgarî
biguhêreHesen Zîrek di sala 1921'ê de li gereka qelai serdari bajarê Bokanê ya Îranê ji dayik bû. Navî bavê wî Ebdullah e, nasnavê wî Zîrek e. Zîrek du birayên wî hebûne. Navê birayekî wî Hemedemîn bûye ku wekî Mîne dihate bilêvkirin.. Hê Zîrek zarok e, bavê wî dimire û rêveberiya malê dikeve stûyê wî. Piştî demekê dayika wî dizewice û Zîrek jî aware û derbider dibe. Ew di 8-9 saliya xwe de dest bi karkeriyê dike. Di temenê dazdeh saliya xwe de dîsa vedigere gundê xwe Hermêle, li ba xanan dibe meyter.
Piştî maweyekê îcar serê xwe hildide û bi çolê dikeve û diçe xerîbiyê. Ew qas dem nabore ku li Rojhilatê Kurdistanê gund bi gund digere. Diçe cem xanekî û dibe çekdarê wî. Ew wisa dike ku gel jê hez bike. Rojekê rûdinê û bi xwe difikire û dibêje: "Xulamtiya axayan û şêlandin û talankirin û azar û eziyetkirina gel ne karekî mirovî û ne jî camêrî ye." Lewre dest ji wî karî dikêşe û çeka axa dide wî û dest bi xebatê dike. Ew dibe şagirtê şofêr. Lê ji bextreşiyê di navbera Seqiz û Baneyê de bi maşînê li ciwanekî dide û ciwan dimire, Zîrek jî ji tirsan direve.
Dîsa Zîrek sergêj dibe û bajar bi bajar û gund bi gund digere heta ku vê carê digihîje başûrê Kurdistanê û diçe bajarê Silêmaniyê. Paşê bajar bi bajar heta Bexdayê diçe û li wir li Meyxaneya Bakurê Mezin (Şimalê-Elkebîr) dest bi xebatê dike. Ew hem dixebite û hem jî ji xwe re distrê û gel ji dengê wî hez dike û alîkariya wî dike.
Zîrek di sala 1953'yan de bi alîkariya Neşet Ebdurehman, Hemey Derwêş Kerîm, Selah û bi alîkariya Adil Îrfan li Beşa Kurdî ya Radyoya Bexdayê bi cih dibe û mehê bi şeş dînaran çar bernameyên sitranbêjiyê pêşkêş dike. Ew bi maweyeke pênc salan li Radyoya Bexdayê beşa kurdî dixebite. Di sala 1958'an de Iraqê bi cih dihêle û vedigere bajarê Bokanê. Piştî demekê diçe Radyoya Mehabadê li beşa kurdî dixebite. Paşê jî wî dişînin Beşa Kurdî ya Radyoya Tehranê û ew li wir gelek berhemên hêja tomar dike. Zîrek li wir bi Mîdya Xanima Zendî re dizewice. Mîdya Xanim li ser vê yekê wiha dibêje: "Baş tê bîra min di sala 1958'an de dema ku ez li mala bavê xwe keç bûm, Zîrek hate mala me. Hê nû bernameya kurdî hatibû damezirandin. Pêwîst bû ku di bernameyeke bi kurdî de jineke kurd jî qise bikikra. Ez bi xwe kurd bûm û li Tehranê dijiyam. Ligel ku ez hê biçûk bûm û diçûm pola nehem, dîsa jî ez bi Zîrek re çûm radyoyê û bi vî awayî ew bû sedem ku min li wir dest bi kar kir. Piştî mehekê ez bi wî re zewicîm. Berhemên wê jiyanê du keç bûn. Sakar û Arezû. Piştî dawetê wan Zîrek şand Radyoya Kirmanşanê. Wî li wir gelek stranên nadir û awazên hêja tomar kirin."
Hesen Zîrek di sala 1966'an de pirtûkeke bi navê "Çirîkey Kurdistan" dinivîse ku jiyana xwe vedihûne û şanzdeh stranên xwe jî tê de dinivîse. Ferîdûnê Muradî yê kirmanşanî notayên sitranên wî dinivîse û Dr. Mihemed Sidîqê Muftîzade jî pêşekekê jê re dinivîse. Ew pirtûk bi alîkariya Mîdya Xanima hevsera wî tê amadekirin û tê bilêvkirin.
Zîrek di sala 1967'an de diçe Silêmaniyê û bi armanca tomarkirina sitranan diçe Radyoya Bexdayê, lê sitranên wî tomar nakin. Ew tê girtin. Piştî şeş mehan wî teslîmî Îranê dikin. Piştî wê ji hevsera xwe Mîdya Xanima Zendî cuda dibe û zarokan jî dide wê.
Di havîna sala 1968'an de li nêzîkî bajarê Bane li 'Kanî Mela Ehmed' çayxaneyekê ava dike û dixebite. Di wê serdemê de bi hevsera xwe ya nû Rabîeyê re dijî. Ew jiyaneke nexweş derbas dikin. Zîrek di kaseteke ku li Kanî Mela Ehmedê tomar kiriye de dibêje: "Ez li vir li ser çiyayekî dijîm, çimkî li Îran û Iraqê cihek tune ye ku ez lê bijîm. Di navbera çend keviran de, min çayxaneyeke ne xweş heye. Eger hûn bên û bibînin, hûnê ecêbmayî bimînin ku ez çawa li vir dijîm! Na, bi min xweş e û ez debara xwe pê dikim. Ji ber ku di nava gelê kurd de qedr û qîmeta hunerê nema, hunerê tu fêdeyek neda min. Hunerê ji min re tiştek nekir ku ez bi dû wê bikevim. Ji ber ku ez kurd im û bi zimanê kurdî qise dikim."
Ji ber hin sedeman Hesen Zîrek li Baneyê namîne û diçe Mehabadê. Li wir jî ji ber sedama sitrangotinê dibe hedefa êrîşa polîsan. Lewre bar dike û diçe Şinoyê. Birayê wî li ser wê rewşa wî wiha dibêje: "Ew nexweş bû, li Tewrêzê Dr.Yar Mihemedî ew emeliyat kir. Dr. ji me re negot, ji hevalên me re gotibû ku nexweşiya wî şêrpenceya kezebê ye. Piştî du mehan koça dawî kir."
Hesen Zîrek di roja 28 Hezîranê de (li gorî hin çavkaniyan ev dîrok 26 e û li gorî hinekan jî 24 e) sala 1972'yan de koça dawî kir û xatir ji me xwest û dengê xwe yê xweş ji me re bi cih hêla. Di dema mirina wî de Mîdya û zarokên wî û Rabîe li bal bûne. Berî ku bimire ji pêşnimêjê Bokanê re gotibû ku gava ku ez mirim min li Çiyayê Naleşikên veşêrin.
Li ser kêla li ser singê wî wiha dinivîse:
Zîrek zor kird xizmetî huner
Jînit le pênaw huner birde ser
Rojgarit satê be bêxem nebû
Belam le huner hîçit kem nebû
Çavkanî
biguhêre- ^ bultannews.com, بولتن نیوز | (۱۳۹۷/۰۴/۰۶ - ۱۱:۰۹). "یادی از هنرمند کرد حسن زیرک". fa (bi farisî). Roja gihiştinê 2023-06-02.
{{cite web}}
: Nirxên tarîxê kontrol bike:|tarîx=
(alîkarî)[girêdan daimî miriye] - ^ Kovara Sirwe, hejmara 139an
- ^ "«حسن زیرک»، حافظ موسیقی کردی/شعیب خسروی". kurdpress (bi farisî). 3 kanûna pêşîn 2021. Roja gihiştinê 23 gulan 2024.
- ^ "«بلبل کردستان» ١٠٠ سالە شد". kurdpress (bi فارسی). 29 çiriya paşîn 2021. Roja gihiştinê 23 gulan 2024.
{{cite web}}
: CS1 maint: unrecognized language (lînk) CS1 maint: url-status (lînk)