Xwendekar

kesê ku beşdarî mektebekê dibe

Xwendekar,[1] telebe, qutabî, an jî şagirt ev kes in ku di mektebekê yan jî kursekê de beşdarî dersan dibin û tehsîlê distînin.

Telebeyên kurd di mektebeke kurdî de kitêbên kurdî dixwînin

Tehsîla destpêkî di piraniya welatên cîhanê de mecbûrî ye. Loma piraniya mirovan qismekî mezin a jiyana xwe wekî telebeyekî di sîstema tehsîlê ya resmî de derbas dikin.

Etîmolojî biguhêre

Kelîmeya telebe ji kelîmeya طَلَبَة‎, ṭelebe ya erebî tê ku tê maneya ê ku teleb dike, şagirdên medreseyê. Di nav xelkê de bi berbelavî tê bikaranîn.[2] Li gorî Ferhenga Kurdî- Îngilîzî ya ferhengvanê amerîkî Michael L. Chyet kelîmeya xwendekar neolojîzmekê[3] (kelîmeyeke çêkirî) ye ku ji lêkera xwendin û paşgira -kar hatiye çêkirin. Kelîmeya qutabî ji kelîmeya قوتابی, qutabî ya soranî tê ku ew jî bi eslê xwe ji kelîmeya كُتَّاب, kuttāb ya erebî tê ku tê maneya "Mekteba Quranê".[4] Şagirt an jî şagird ji kelîmeya شاگرد, şāgird ya farisî tê ku tê maneya telebe.[4]

Roja Telebeyan a Navmiletî biguhêre

  Gotara bingehîn: Roja Telebeyan a Navmiletî

17ê çiriya paşîn wekî Roja Telebeyan a Navmiletî tê qebûlkirin ku salvegera êrîşa naziyan di 1939an de li ser Zanîngeha Pragê piştî protestoyên telebeyan ên li dijî dagirkeriya Almanyayê ya Çekoslovakyayê tê bibîranîn. Di 17ê çiriya paşîn de almanan hemû unîversîte û kolejên çekî girtibûn, zêdetirî 1200 telebeyan şandibûn kampên komkirinê yên naziyan, û neh serokên telebeyan hatibûn darvekirin.[5]

Çavkanî biguhêre

  1. ^ Cindî, Heciyê (1935). Kitêba Zimanê Kurmancî bona dersxana sisiya. Rewan: Neşra Hukumetê. r. 27. nêzîkî nîv hêktar xwelî dide xwendikara [...]
  2. ^ "Çima û çawa çiya hat hezkirin? | Xwebûn". 18 çiriya paşîn 2023. Roja gihiştinê 8 sibat 2024. Xwendekar bi navê xwe yê dilê gel "telebe" bûn rêber.
  3. ^ Chyet & Schwartz 2003, r. 673.
  4. ^ a b Chyet 2020.
  5. ^ "The 17th of November: Remembering Jan Opletal, martyr of an occupied nation Girêdana arşîvê 5 îlon 2019 li ser Wayback Machine". Radio Prague.

Bîbliyografî biguhêre

Girêdanên derve biguhêre