Amerîkî

Hemwelatiyên Dewletên Yekbûyî

Amerîkî anjî Amerîkan, (bi îngilîzî: Americans) civakek dîplomatîk e ku ji dayik bûne ve an jî paşnê bûne hevwelatiyên Dewletên Yekbûyî ya Amerîkayê ye. Niştecihên Amerîkayê bi piranî Ewropî, Rojhelatên Dûr, Afrîkî û ji Rojhilata Navîn pêk tê. Ev komên etnîkî di 500 salên dawî de koçberî parzemînê bûne. Niştecihên Dewletên Yekbûyî ne etnîsîteyek taybetî ye. Civak, bi demonîmek e di çarçoveyek qanûnî ya taybetî de dijîn.[1]

Amerîkî
American
Gelhe tevahî
~320.000.000
  USA312.000.000
  Meksîk738,100–1,000,000
  Kanada316,350–1,000,000
  Almanya324,000
  Fransa100,000
Ziman
Bi gelemperî; Îngilîzî, û spanî
Baweriya dînî
Xiristiyanî, îslam, cihûtî, xwedênenasî

Daxûyaniya giştî biguhêre

Niştecihên Dewletên Yekbûyî yên di sala 1550an de xeynî mirovên xwecihî, di nav wan de Ewropî jî hene. Ewropî bi vedîtina Amerîkayê ji hêla Christopher Columbus ve di sedsala 15an de berê xwe dane parzemînê.[2] Bi tevlêbûna Afrîkayiyên ku di navbera sedsalên 16 û 17an de wekî kole anîn herêmê, cihêrengiya yekem a nifûsê destpê bû. Di sedsala 20an de, bi pêla koçberiya ji Asya, Amerîkaya Latîn û Rojhilata Navîn, niştecihên parzemînê zêdetir cûrbecûr bû.[3][4]

Bi vê nifûsa xweya cûrbecûr, Dewletên Yekbûyî xwedan nifûsek e ku xwe gihandiye çandek hevparî. Ev bi gelemperî çand û kevneşopiyên Ewropî û Xiristiyanî ye ku ji hêla kolonyalîstên Brîtanî ve ku di destpêka sedsala 16an de di parzemîn de bicîh bûne.

Ji xeynî xaka Dewletên Yekbûyî, Amerîkî an mirovên ji nijada Amerîkî dikarin di navneteweyî de bigerin û li welatên din bicih bibin. Tê texmîn kirin ku bi qasî neh mîlyon dîaspora ya Amerîka yê li derveyî welat dijîn. Ev dîyasporaya herî zêde ji Amerîkîyên ku koçberî Kanada û Meksîko bûne pêk tê.[5][6]

Komên nijadî û etnîkî biguhêre

Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ji aliyê nijadî û etnîkî ve welatek pir bi cihêreng e. Seş cinsên bingehîn ji hêla Nivîsgeha Serjimêriya Dewletên Yekbûyî ve ji bo armancên statîstîkî bi fermî têne nas kirin. Ev in: Spî, Niştimanî Amerîkî an Alaskanî Niştimanî, Reş an Afrîkî, Niştimanî ya Hawayîdî an Girava Pasîfîk û Mirovên Du nîjad an jî bêtir nijad.[7][8]

Hêjmara gelhe ya DYA sala 2010
Danasîna nîjadî Rêjeya nîjadî
Ewropî 72.4%
Afroamerîkî 12.6%
Asyayî 4.8%
Niştimanî Amerîkî an jî Niştecîhên Alaskanî 0.9%
Giravên Pasîfîkê 0.2%
Melez 2.9%
Nîjadên din 6.2%
Tevahî 100.0%
Panspanî û Amerîkaya Latînî: 16.3%

Çavkanî biguhêre

  1. ^ Barbour, Christine; Wright, Gerald C. (15 kanûna paşîn 2013). Keeping the Republic: Power and Citizenship in American Politics, 6th Edition The Essentials (bi îngilîzî). CQ Press. ISBN 978-1-4522-4003-9.
  2. ^ Lifshey, Adam (2016). Subversions of the American Century: Filipino Literature in Spanish and the Transpacific Transformation of the United States (bi îngilîzî). University of Michigan Press. ISBN 978-0-472-05293-6.
  3. ^ "How a weird law gives one group American nationality but not citizenship | Public Radio International". web.archive.org. 1 nîsan 2018. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 1 nîsan 2018. Roja gihiştinê 14 kanûna pêşîn 2020.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  4. ^ "U.S. nationals born in American Samoa sue for citizenship". web.archive.org. 28 îlon 2018. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 28 îlon 2018. Roja gihiştinê 14 kanûna pêşîn 2020.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  5. ^ "6.32 million Americans (excluding military) live in 160-plus countries". web.archive.org. 19 çiriya paşîn 2012. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 19 çiriya paşîn 2012. Roja gihiştinê 14 kanûna pêşîn 2020.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  6. ^ "The American Diaspora". Esquire (bi îngilîziya amerîkî). 26 îlon 2008. Roja gihiştinê 14 kanûna pêşîn 2020.
  7. ^ "Revisions to the Standards for the Classification of Federal Data on Race and Ethnicity". web.archive.org. 15 adar 2009. Ji orîjînalê di 8 sibat 2004 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 14 kanûna pêşîn 2020.
  8. ^ "U.S. Census Bureau Home Page". web.archive.org. 27 kanûna pêşîn 1996. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 27 kanûna pêşîn 1996. Roja gihiştinê 14 kanûna pêşîn 2020.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)