Roja Xwendekaran a Navneteweyî

(Ji Roja Telebeyan a Navmiletî hat beralîkirin)

Roja Xwendekaran a Navneteweyî an jî Roja Telebeyan a Navmiletî rojeke xisûsî ye ku her sal di 17ê çiriya paşîn de tê pîrozkirin. Di vê rojê de salvegera êrîşa naziyan di 1939an de li ser Zanîngeha Pragê piştî protestoyên telebeyan ên li dijî dagirkeriya Almanyayê ya Çekoslovakyayê tê bibîranîn.

Di 17ê çiriya paşîn de almanan hemû unîversîte û kolejên çekî girtibûn, zêdetirî 1200 telebeyan şandibûn kampên komkirinê yên naziyan, û neh serokên telebeyan hatibûn darvekirin.[1]

Çavkanî biguhêre