Radyoya Bexdayê di sala 1939’an roja 29ê çileya paşîn li Baxdayê dest bi weşana Kurdî kir. Lê dema cara ewil dest bi weşanê kir, weşana wê rojê tenê 15 deqeyan bi kurdî bû, dema weşanê piştre hat zêdekirin…

Gava tê sala 1949an dema weşanê ji bo rojekê gihaştiye nêzî 2 saet û 45 deqeyan…

Herçendî radyoya Bexdayê beriya Radyoya Êrîvanê bi 16 salan dest bi weşanê kiribe jî di warê reseniya stran, maqam, amûrên muzîk û motîfên kurdî û folklora Kurdan de wek a Êrîvanê xurt nebû.

Dewleta desthilatdar bi nêrîneke siyasî ew radyo vekiribû û birêve dibir, û politikaya radyoyê li gor rêzik û rêbazên fermî bû…

Her çendî radyo bi destê rejîmê vebûbe û li gor dil û daxwazên rejîma Îraqê dest bi weşanê kiribe jî bi salan gelek stranbêjan di radyoyê de stran gotine, û gelek berhem gihaştine ser hev ku heya bi roja îro jî hatine…

Hunermendên wek Tahsin Taha "Bêrîvanê" dibêje... Hesen Zîrek bi strana "Yella Şofêr Yella" deng veda ku piştre İbrahim Tatlıses jî wek ku strana wî be xwendiye… Eyşe Şan bi "Xerîbim Dayê" qêrîna xwe gihand kurdan, Îsa Berwarî bi klama "Wey dinyaye", Mihemed Arif Cizrawî bi Zozaniyê, Meryemxan bi ‘Wele Domamê’ kurdan ji wan awaz û gotinên xweş bêpar nehiştin e...

Ew awazên ku bi stranên beşa kurdî ya radyoya Bexdayê gihaşt guhên kurdan îrojî pêşiya stranbêjiya kurdî ronî dike.

Çavkanî biguhêre

Page text.[1]

  1. ^ [1] youtube.com/user/ridwanxelil