Radyoya Êrîvanê (bi zimanê ermenî: Հայաստանի Հանրային Ռադիո) radyoyeke girêdayê dewletê ye ku di sala 1926an de hatiye damezrandin. Radyoya Êrîvanê yek ji sê mezintirîn saziyên medyaya Ermenistanê ye û di heman demê de ajans xwedî arşîvên deng ên herî mezin ên welat e, xwedî çar orkestra û beşdarî bernameyên parastina çandê dibe. Beşa zimanê kurdî ya Radyoya Êrîvanê ji sala 1955an vir ve li Erîvanê weşana xwe berdewam dike.

Nîşana Rodyoya Erîvanê

Radyoya Erîvanê beşa kurdî

biguhêre

Radyoya Êrîvanê beşa zimanê kurdî bi xebat û keftûleftên giran ên kesên wekî Heciyê Cindî, Emînê Evdal û Xelîl Muradov di sala 1955an da dest bi weşana xwe kiriye. Xelîl Muradov 24 salan (ji 1957an heta 1981ê) serokatiya radyoyê kiriye û hemû sitiran, awaz, miqam û pîêsên kurdî di dema wî da û bi serokatiya wî hatine qeydkirin. Eznîva Reşîd ku jina Xelîl Muradov e ku piştî bêjer ango spîkeriya 24 salan (ji sala 1955an da, ango ji destpêkê) di sala 1982an de ji ber temendirêjiya xwe dest ji karê radyoyê dikişîne.[1] Eznîva Reşîd yekem bêjera kurdan e li cihanê.

Di dema Xelîl Muradov da radyo dibe deng, bilûr û awaza bi sedan dengbêj û sazbendên navdar ên wekî Gerabetê Xaço, Şeroyê Biro, Seîdê Şamedîn, Reşîdê Baso, Memê Xudo, Zadîna Şekir, Efoyê Esed, Egîdê Têcir, Memoyê Silo, Şibliyê Çaçan, Xana Zazê, Asa Evdile, Belga Qado, Hovhannes Badalyan, Aram Dîkran, Feyzoyê Riza, Egîdê Cimo, Xelîlê Evdile û Şamilê Beko hwd...

Radyoya Erîvanê beşa Kurdî niha di bin berpirsiyariya Keremê Seyad û xebatên kur û keça wî Tîtal Kerem û Leyla Kerem, Sîma Semend û carcaran jî bi xebata Cemîla Celîlê dimeşe. Weşana Radyoyê li gorî saeta herêmî ya Tirkiyeyê di navbera 18:45 – 19:15’an de tê kirin. Keremê Seyad radigihîne ku heta salên 90’î ji radyoyê saetek û nîv weşan dihate kirin lê ji ber sedemên aborî ev pêşî bûye saetek niha daketiye nîv saetî. Seyad dibêje ku ne bi tenê dema weşana Kurdî, her wiha weşana zimanên din û zimanê ermenî bixwe jî kêm bûye.

Radyoya Neteweyî ya Ermenîstanê de zimanê Kurdî û Tirkî jî di nav de, bi 12 zimanan weşan tê kirin. Li gorî pîvan û zagonên dema Yekîtiya Sovyetê û piştî hilweşînê, niha jî li gorî zagonên Ermenistanê mafê her neteweyî heye ku bi zimanê xwe bibe xwedî radyo. Xebatkarên Radiyoya Yêrîvan

Lîsteya xebatkarên beşa kurdî

biguhêre

Di Radiyoya Êrîvanê de bi dehan kurmancan kar û xebatan kirine. Enstîtuya Çandê ya Alman û Kurdan (Deutsch-Kurdischen-Kulturinstitut) piştî belavkirina Stranên Arşîva Radyoya Erîvanê li ser platformên dijîtal, hunermend Cewad Merwanî weke nota, gotin û analîzên wan stranan di çar cildan de weke pirtûk ligel DVDyekê belav kir. [1] Cewadê Merwanî herwiha da zanîn ku wan zêdeyî 42 stranên Kurdî berhev kirine.

Çavkanî

biguhêre
  1. ^ "LI ROJHILATA NAVÎN WEŞANDINA RADYYOYA KURDÎ: MÎNAK RADYYOYA EREVANÊ ( ) - PDF". web.archive.org. 9 tebax 2018. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 9 tebax 2018. Roja gihiştinê 7 çiriya paşîn 2024.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)

Girêdanên derve

biguhêre