Cewad Merwanî hunermendekî kurd e.

Cewadê Merwanî
Pîşe
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Cewad Merwanî di sala 1964an de li gundê Boşat yê girêdayî herêma Farqînê (Silîva) di nava malbateke hunerhez û kurdperwer de hat dinê. Cewad xwendina xwe ya destpêk û navendî li xwendingehên bajarê Farqînê bi dawî anîn. Piştre ji bo demeke kurt di Zanîngeha Dîclê de fakûlteya perwedeyê ji bo mamostetiyê xwend. Lê ji ber sedemên siyasî û pirsgirêka kurdî neçar ma ku dev ji xwendinê berde. Ji ber ku ew zû pê hesiya ku bi riya zimanê serdest siyaseta asîmîlasiyônê yê di Kurdistanê de bêtir bê meşandin.

Evîna Cewad ya ji bo muzîka kurdî di temenê zarokatiyê de bi rêya guhdarkirina radyoyên Êrîvan û Bexdayê zedetir bû. Deng û awazên hunermendên mîna M. Arifê Cizîrî, Meryem Xan, Kawîs Axa, Husêyinê Faro, Hesenê Cizîrî, Nesrîn Şêrwan, Karapêtê Xaço û...hwd bandorek mezin li ser bilindkirina hestên wî yên hunerî hiştin. Cewad ji bona ku di nava deriya hunera Kurdistanê de xwe hînî melevaniyê bike, bi dilekî xweş beşdariyê di dawet û şahiyên gel de dike. Bavê Cewad (Hecî Mihemed Elî) ku mîna heykeltiraşekî mîmariyê di herêmê de mirovekî hosta û navdar bû, bi çêkirina neqş û heykelên hunerî li ser kevirên kanî, avahiyên olî û der û dîwarên mizgeft û xaniyên taybetî, bi hunera xwe ya neqşnîgariyê ji zarokên xwe dawa dikir ku di qada hunerê de bibin xwediyên hunerekê ku di xizmeta gelê kurd de be. Cewad di bin tesîra şîretên bavê xwe de hertim xwest ku di qada huner de ber bi pêşve bimeşe. Bihara sala 1984an Cewad di pêşbirkiyekê ya ji bo dengxweşên herêmê ku ji aliyê radyoya Diyarbekirê hatibû lidarxistin, bi yekemîn pile hat xelatkirin û demekê jî di radyoya Amedê de xebitî. Piştre bi hevkariya karbidestên radyoyê di konservatora bajarê Îzmîrê de mijûlî xwendinê dibe. Lê ji ber ku ew hertim dixwaze bi zimanê kurdî bistire, vê siyasetê wek bişavtina hunera gelê xwe dibîne û dev ji dersa konservator û xebata di radyoyê de berdide. Bi vî awayî ji bona ku ji gel û çalakiyên xwe yên hunerî dûr nekeve bi pêkanîna komeke muzîkê (Koma Zembîlfiroş) dest bi xebata xwe ya hunerî kir. Di wan salan de ji ber ku agirê şoreşê li Kurdistanê sal bi sal gurtir dibû û zimanê kurdî jî qedexe bû, Cewad bi cesareteke mezin bi kurdî distirî. Herwiha ji hunermendên ku bi eslê xwe kurd bûn û bi kurdî nedistirîn dawa dikir ku bi zimanê xwe yê zikmakî bistirin. Ew li hemberî hemû yasayên înkar û qedexekirinê berdewam bû li ser livbaziyên xwe yên hunerî. Ji bona wê jî sala 1987an sê mehan hat girtin ji wir û pêde gelek caran hat girtin û bi îşkenceyên giran rû bi rû ma. Di sala 1989an Cewad ji aliyê gel ve wek endamê yekemîn yê encûmena şaredariya Farqînê hat hilbijartin. Cewad careke din sala 1990an bi qasî salekê ji ber çalakiyên siyasî li girtîgeha Amedê hat girtin. Piştî ku ji girtîgehê derket ji ber ku di berdewamkirina kar û xebetê xwe yê kurdayetiyê de bi îsrar bû; du caran ji aliyê kontorgerîla ve rastî êrişên çekdarî hat, lê her du caran jî Cewad ji destê wan filitî û birînên wî zêde xedar nebûn. Di havîna sala 1992an ji ber ku ji aliyê dewletê zêdetir ji heşt salan ceza zindanê jê re hatibû diyarkirin, neçar ma ku ji Kurdistanê derkeve. Piştî ku demekê li welatê Sûriyê ma di dawiya sala 1992an de hat Ewropa û ji wê demê heya roja îro di akademiya çand û hunera kurdî de xebatên xwe yên çandî-siyasî didomîne.

Cewad Merwanî heya niha albûmeke xwe ya bi navê “Penaber” ku ji kilamên siyasî û gelêrî pêk tê, çêkiriye. Herwiha di Orkêstra Senfoniya Kurdî de jî bi xwîndina strana Derwêşê Evdî beşdarî kiriye.

“DEM” albûma Cewad ya duyemîne ku bêgoman di vê serdemê de berhemekî dewlemend e.