Maf an jî heq bi ramana berxwerdarî ya kirin an nekirina karekî an tiştekî ye. Di civakên mirovan da, maf têkhilî û danûstana mirovan bi hev ra diyar dikin. Pir caran maf kesan ji kirina her karekê ko dilê wan dixwazit didit paş. Jibo mînak, dema kesekî mafê jiyanê hebit, ramana wê ew e ko kes nikarit wî bikujit an jiyana wî dawî bikit.

Piranî ya mafên evro gerdûnî û yeksanîxwazane ne. Du têgehên serekî yên mafan hene: yek ji wan baweriya bi mafên xweriskî ye ko dibêjit rêzik anko lîsteyeka mafan heye ko xwerisk wan didit mirovan û çi hêz nikarin bi rewayî wan mafan ji kesekî bistînin. Têgeha dî ya mafan ew e ko dibêjit maf qanûnî ne û mirov wan dadinin û hukmet wan bicih dikin û heye ko bihên guhartin.

Bervajî vê yekê, piraniya mafên berî-nûdem mafên bomayî anko sinsileyî, pişt bo piştî bûn.

Mijarên têkildar biguhêre