Sîma Semend (jdb. 1933an li Axbaranê, Sovyeta berê) çîroknivîseke kurd e.

Sîma Semend
biguhêreBelge

Sîma Semend sala 1933an li Ermenistanê ji diya xwe bûye. Kal û bavên wê mihacirên ji welatê kal û bavan — Kurdistanê bûne. Eşîra wan ya Rojkiyan berî 180 salan ji Bidlîsê xwe li riya mihaciriyê girtin, gelek zehmetî û dijwarî dîtin, heta xwe gîhandine Ermenistanê, ku wê demê di bin desthilata Împeratoriya Rûsyayê da bû. Hema li vî welatî şên û aza da wê dest bi xwendinê kir, di sala 1958an de fakûlteya fîlolojiyê li Zanîngeha Êrîvanê xelas kiriye û heta dawiya jiyana xwe, di meha kanûna paşîn ya sala 2008an da, xizmeta gelê xwe kir.

Ewê gelek berhemên edebî, xwesma serpêhatî nivîsîn û bi berevokên cuda dane çapkirin. Yek ji wan ya bi sernavê Xezal ewqas li serokê weşanxaneya Nûdemê, nivîskar Firatê Cewerî xweş hat, ku ewî ew pirtûk ji alfabeya kirîlî guharte ser tîpên latînî û ji nû va bi kurdî daye çapkirin.

Sîma Semend bi van karên ji bo miletê kardar û kêrhatî ra, bi tevayî çar keçên kurdan yên delal mezin kirin, wek dibêjin, firê xistin, da ber xwendinê. Mala wê bi mêvanhiziyê va deng dabû. Dergehê wan xwesma ber wan hemû kurdên ronakbîr vekirîbû, ku ji welatê kal û bavan dihatin. Hemû neferên malê bi kurdî hatine perwedekirin, bi kurdî mezin bûn.

Sîma Semend gelek caran nivîsên xwe, bi xwe Radyoya Êrîvanê dixwendin. Xwesma ew bûbû hizkiriya zarokên kurd, dema ewê di heftêyê da carekê bernameyek ji bo wan hazir dikir.

Çavkanî biguhêre