Emînê Evdal

Nivîskarê kurd

Emînê Evdal (1906-1964), nivîskar, zimannas û helbestvanekî kurd bû. Ew li gundê Yamançayir nêzî bajarê Qersê kû di wan demê de li bin destê Rûsya bû, hate dinê. Di encamê şerê navbera tirk û ermenî de, wî gundê hate kavil kirin û Emîn malbata xwe ji dest da. Di sala 1924ê, wî beşdariya xwendingeha karkeran li Tiflîsê kir û di sala 1926 wî dest bi mamostetiyê kir li gundên Êzidiyên ser bi devera çiyayê elegezê. Di sala 1931ê de, ew bûye xwendkarek li pişka zimannasiyê ya Zanîngeha Êrîvan û di wê salê de jî, xebatê xwe li rojnama kurdiya Riya Teze dest pê kir. Wî yekem kitêba kurdiya xwe, bi navê Casim û Tosin di sala 1924ê belav kir.

Emînê Evdal
Navê rastî
Эмине Ә'вдал Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Jidayikbûn15 çiriya pêşîn 1906 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Mirin22 îlon 1964 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Êrîvan Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
HevwelatîYekîtiya Komarên Sovyet ên Sosyalîst Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Perwerde
  • Zanîngeha Dewletê ya Erîvanê (–1936) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Pîşe
Partiya Siyasî
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Di nav salên 1933-1937 an de, wî hinek kitêbên xwe li ser hînkirina zimanê kurdî li çap da. Sala 1944 ê, bi babeta vekolîna li ser rolê jin di malbata qedîma kurdî, têza doktoraya xwe xweyî kir. Sala 1959 ê de, li pişka rojhilatnasiyê ya Akademiya Zanistiya Ermenistanê hate damezrandin û di sala 1960 ê, ji aliyê parleminta Ermenistanê ve bi navê Mamostayê emekdar hate xelat kirin. Wî hinek gotar û kitêb bi zimanên din wek Ermenî û Rûsîyê jî bilav kiriye, bi taybet kitêbên Gulîzer (1956), Çîrokên gelê kurd (1957) û Bihara ewlin wî bi zimanê ermeniyê nivîsandiye. Dewleta ermenistanê ji bo rêz girtin ji xizmeta wî, dibistana kurdiyê ya gundê Qundesaz (ku li wir ji bo hinek salan wî ders gotibû), kiriye ser navê wî.

Berhemên wî

  • Casim û Tosin, koma çîrokên kurt, 1924.
  • Kitêba Zimanê Kurmancî Bona Koma Çara, 1933.
  • Kitêba zimanê kurmancî Bona Koma Pênca, 1934.
  • Bihar, Koma helbestan, 1935.
  • Kitêba Zimanê Kurmancî Bona Dersxana Çara, 1936.
  • Mêtodîka Hînkirina Xwendin û Nivîsandinê, 1936.
  • Folklora Kurmanca, di gel Heciyê Cindî, 644 pp., 1936.
  • Mêtodîka Zimanê Kurmancî, 1937.
  • Kitêba Zimanê Kurmancî, Bona Dersxana Şeşa, digel Casimê Celîl, 1937.
  • Tolhildana Xûnê Li Nav Kurdada û Dewî Anîna Bermayên Wê Li Ermenistana Sovêtê, 1952.
  • Deba kurdên Ermenistana Sovêtê, 1953.
  • Gulîzer, Bi ermeniyê, 1956.
  • Patronîma cem kurdên Ermenistanê di sedsala 19 da, 1957.
  • Deba kurdên Pişkovkazê, 1957.
  • Çîrokên gelê kurd, Bi ermeniyê, 1957.
  • Ferhenga Kurdiyê rastnivîsaryê, 1958.

Çavkanî

Emînê Evdal Girêdana arşîvê 2007-09-27 li ser Wayback Machine, Eskerê Boyîk, Govara Dema Nû, 2006.( herwisa li vir [1] Girêdana arşîvê 2007-03-10 li ser Wayback Machine).