Mehabad (bajar)

Bajareke Rojhilatê Kurdistanê
Ji bo maneyên din li Mehabad binêre.

Mehabad an jî Sablax (bi farisî: مهاباد‎, lat. Mahābād) yek ji bajarên Rojhilata Kurdistanê ye ku li başûrê Gola Urmiyê yê hatiye avakirin. Bajêr di sala 1946an de demekê kurt paytextiya Komara Kurdistanê ku ji aliyê Qazî Mihemed di heman salê de hatibû damezirandin kiriye.

Mehabad
مهاباد Mahābād
Mehabad li ser nexşeya Rojhilata Kurdistanê nîşan dide
Mehabad
Mehabad
Mehabad (Rojhilata Kurdistanê)
Mehabad li ser nexşeya Îran nîşan dide
Mehabad
Mehabad
Mehabad (Îran)
Kargêrî
Welat Rojhilatê Kurdistanê
Dûgel  Îran
Parêzgeh Azerbaycana Rojava
Şaristan Mehabad
Bexş Navendi
Demografî
Gelhe 168.000[çavkanî hewce ye] (2017)
Erdnîgarî
Bilindayî 1.317
Koordînat 36°45′54″Bk 45°43′16″Rh / 36.76500°Bk 45.72111°Rh / 36.76500; 45.72111
Meydana Çarçira, li Mehabadê
Mehabad, 1959

1300 m bilindahiya wê ji ruyê avê ye. Ew li bakûrê rojavayê Komara Îslamiya Îranê li bajêristanê Mehabadê û 168.000 kes lê dijîn (2016).[çavkanî hewce ye]

Di sala 1946an de li vir Komara Kurdistanê ya Mehabadê hatiye afirandin.

Navê Mehabad ji farisî yê û tê maneya bajarê heyvê, Meh/Mah jî him kurdî him jî farisî yê û -abad jî mînak peyva kurdî ya -ava ye, -ava/-abad ji paşpirtikek e û maneya gund, bajarr yan tax ê dide yane em karin bejin Mehava an Heyvava. Ev nav li sala 1936ê de bi armanca modernîzekirin û aryanîzekirina Îranê li aliyê Reza Şah ve hate danîn. Wek tê zanîn, navê bajêr yê berê Sablax bû ku bi eslê xwe ev nav bi tirkî bû.

Agahiyên bingehîn

biguhêre

Mehabad navendeke mezin a bêşesaziya çandinê ye. Ew li ser rêdûran bi du bajarên din ên mezin ên bakurê xwe, Tebrîz 300 km, Urmiye 150 km, girêdayî ye. Mehabad navenda deverê bi navê xwe ye

Wê di sala 2008 kompaniya bi navê Mahabad Petrochemical Company bêşegehek ji bo hilberandina berên kîmyawî ji nefte were avakirin. Li Mehabadê zanîngehek heye[1].

Nifûsa bajarê Mehabadê 163.476 kes dirosta naw Mehabad le salê 1922 le layen razaxan padşah Îran le Sablax hate gohartin bû Mehabad. Mehabad şeşemên şarê rojhilat ê Kurdistanê: 1. Kirmaşan, 976.500; 2. şarê Wirmê, 926.365 kes; 3. şarê Sine ya Sanandaj, 389.000; 4. şarê mehabad 270.000

Paytexta di dilan de

biguhêre

Mehabad navenda ramana dewleteke kurd a serbixwe ye. Di sala 1946an de Mehabad paytexta Komara Kurdistanê ya Mehabadê, dewleteka serbixwe yê kurd bû. Piştî şerê cîhanê yê duyem artêşa Rûs li Îranê mabû û nidihîşt Îran bikeve Kurdistan û Azerbaycanê. Di bin stara leşkerên Rus de Kurd serxwebûna xwe dan zanîn. Mele Mistefa Barzanî ji Başûrê Kurdistanê hat Mehabadê û bû berpirsiyarê berevaniya Mehabadê. Lê piştê 11 mehan, bi lîstikê Brîtaniya Mezin artêşa Rus ji Îranê derket û rê ji leşkerê Îranê re vebû. Kurdên Mehabadê gotin "Faris xwîşk û birayên me ne, em bi wan re şer nakin". Fermandarên Îranê jî soz dabûn ku şer çênebe. Leşkerên kurdan rê dan farisan. Lê dema ku ew hatin, serê serokên kurdan li Meydana Çarçira lêxistin û Komara Kurdistanê ya Mehabadê ji holê rakirin.

Mehabad sembola welatparêziya kurdan e. Tê gotin, ku gelek kurd Mehabad di dilê xwe de veşartî digirin; wê di dema pêşeroje de bibe paytexta Kurdistana Azad.[çavkanî hewce ye] Mehabad wek Amedê girîng e, hem ji bo kurdan û hem jî ji bo desthilatdaran. Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê Mesud Barzanî li vir bûye, merzelê bavê wî, Mele Mistefa Barzanî jî berê li wir bû.

Di salherzara yekan a berî zayînê de herêma Mehabadê navenda keyaniya Mana bû. Ev di serdema hesinî de hêzek mezin li vî herêmî bûn. Têkiliyên wan bi Asuriyan û bi gelên din li herêm hebûn.

Berî serokê kurdên mukrî Siltan Budaq Mehabad an jî bi navê din Seblax (bi farisî: سابلاخ‎) kir paytexta herêmên xwe, ew gundekî piçûk li Deşta Deryazê bû. Bi guman navê Sablakh ri rehên mongolî ye. Di dema sefawiyan de herêmê Mukriyan navenda berxwedana dijî Şah Ebasê 1em bû. Di salên 1609 û 1610an de, di dema Şerê Dimdimê pişta Emîrxan Lepzêrîn girtin. Ew xanê Destê Zêrîn Fermandarê Biradostan bû. Dema ew dijî Ebas binketin ewî komkujiyeka mezin li ser gelê bajarê anî. Pir kurd hatin nefîkirine Xorasanê. Heta dawiya sedsala 19an kurd li baja hukimkirin. Di şerê cîhanê ê yekem de Mehabad cîhê cengê osmanî û rûs bû. Di sala 1935 de leyiyek bajar rûxandin. Bajarê modern û nû li ser pelişên bajara kevn hat avakirin.

Di dema Şoreşa Îslamî ya Îranê de Mehabad û hin bajarên din, ji aliyê Artêşa Îranê hatin êrişkirin û bombe li ser wan hat barandin û hatin dagirkirin (Êlûn,1979). Kurd bi Xumênî di şer de bûn, ji ber ku wî xwemuxtarî nedixwast bide kurdan. Humeynî dijî kurdan Cîhad dayanîn û êrişek giran bir ser wan.

Di sala 2005an de Hêzên Ewlekariyê Îranê xortekî kurd ê 26 salî Şivan Qadirî kuşt. Ev bû sedema serhildaneke mezin li Mehabadê û paşê gihîşte bajarên din ên Kurdan li rojhilat. Gelek kurd hatin kuştin. Hîkûmeta Îranê 100.000 leşker şand Kurdistanê, 3000î zaftir hatin Mehabadê. Wek li bajarên din ên Rojhilata Kurdistanê li Mehabad jî Hikûmeta Îranê zordariyê li ser kurdan dike.

Arkeolojî

biguhêre

Derdora Mehabadê bi dewsên dîrokî, yên di dîrokê de dûr digihîjin, tije ye. Hin ji wan ta dama berî îslamê û xirîstiyaniyê diçin. Li nêzîkê gundê Enderghaşê di nav zinaran de gorşaneka ji dema sasaniyan heye. Ev bi navê Faghrigha tê naskirin. Li pir cîhên wê nepix û cîhên şinê hene.

Erdnîgarî

biguhêre

Derdorê Mehabadê tije kaniyan e. Ew û robara di nav bajarê re diherike sedemê hêşînahê û klîmake nerm in. Dibêjin kaniyên Mehabadê dermanên pir nexweşiyan in. Berê her tiştî ew dermanê nexweşiyên çerm in û ji bo sivikbûnê jî baş in.

Mehabad jî navendeka kurdan a çand û wêjeyê ye. Gelek helbestvan û nivîskar ji wir derketine;Hêmin (Seyîd Mihemmed Amînî Şêxo al-Îslam Mukrî) (1920-1986), Ebdurihman Zabihî (1920-1980) û Gîw Mukriyanî hinekên girîng in. Di Komara Kurdistanê ya Mehabadê de navê "Helbestvanê Netewiyê Kurd" li Hemîn hat dayîn. Berhemên wî yên bi zarava mehabadî, ya ku zimanê wêje li rojhilata Kurdistan e, jê re bûn sedem.

Mirov dikare bi xwendina romana nivîskarê kurd Jan Dost re Mijabad, bêtir nêzîkî vî bajarî û bûyerên ku lê qewimîne bibe.

biguhêre

Girêdanên derve

biguhêre

Çavkanî

biguhêre
  1. ^ "Zanîngeha Mehabadê". Ji orîjînalê di 7 sibat 2006 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 6 sibat 2006.