Mîr Lepzêrîn, Mîrxan Lepzêrîn, Emîrxan Lepzêrîn, yek jî mîrên kurd ên sedsala 17. bû. Navê tê wateya "mîrê dest û lepên wî bizêr in".

Emîrxan Lepzêrîn
Jidayikbûn1500s Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
HevwelatîÎran Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Meqam
  • khan Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Li rojhilatê Kurdistanê, li devedora Gola Urmiyêyê desthilatdarî dikir. Mezinê êla Biradost bû. Kela Dimdimê bidest dixe, ji bo şahên Îranê dibe xetereyeke mezin. Şah Ebbasê I. êrîş dibe ser mîr û şerên mezin derdikevin (1606 heya 1610). Gelek kurd tên kujtin, gelek jî sirgûnê Xoresanê dikin.

Şahê Îranê bi têkçûna Mîr Lepzêrîn re, hin berên tirkan tîne li rojhilatê Kurdistanê bicih dike. Gelek gund, bajarên Kurdistanê yên îro bi azerî diaxivin, wê demê hatine bicihkirin. Êla Mukriyan jî ji Mahabadê tê sirgûnkirin, li şûna wan jî tirk tên bicihkirin.